Şahiya Serhivde bi dawî bû
Şahiya Serhivde ku nava gel de weke Şahiya Mirazan jî tê gotin di roja xwe ya 3’êmin de dawî bû.
Navenda Nûçeyan – Serhivde festîvalek çandî ya kevneşopî ye ku her sal di navbera 27-30’ê Adarê de li navçeya Farqîn ê ya Amed ê, bi taybetî li derdora gundê Emerka tê lidarxistin. Pîrozbahiyekê yê hatina biharê, şiyarbûna xwezayê û yê vejînbûyînê ye. Şahiyên Serhivde, tenê ji pîrozkirina biharê wêdetir in; wek şahiyek ku yekbûna civakî û domandina çandê bihêz dike derdikeve pêş.
Şahiya îsal ji aliyê Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin. Bernameya şahiyê ku sê roj in berdewam dikir îro bi Dîwana dengbêjan, bi stran û bi helbestan berdewam kir. Şahî bi pêxistina muman û gerandina govendên gelêrî bi dawî bû.