‘Jin bi riya şanoyê qeyd û bendan dişkînin’
Şanogerên jin tekez kirin ku bi riya şanoyê jin bi hêza xwe, bi ramanên ku wan di civakê de sînordar dikin re hevrû dibin û wiha gotin: “Şano amûreke ji bo derbirîna çandî û pêşxistina diyalogê.”
RONÎDA HECÎ
Hesekê – Roja Şanoyê ya Cîhanê di 27'ê Adara 1961'ê de ji aliyê Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî ya UNESCO'yê ve bi armanca balkişandina ser girîngiya şanoyê, ji bo derbirîna çandî û pêşxistina diyalogê di navbera gelan de hat ragihandin.
Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê û 22’emîn salvegera şehadeta şanoger şehîd Yekta Herekol, her sal bi festîval û bîranînan li Rojava tê bibîranîn. Yekta Herekol yek ji şanogerên şoreşger e ku ji bo hebûna gelê xwe bi cîhanê tevahî bide nasîn, derketina li dijî neheqiyê agir berda canê xwe. Jinên şanoger bi riya ajansa me behsa girîngiya şanoyê kirin.
‘Bi riya şanoyê jinan hişmendiya civakî û çandî bi pêş xistin’
Nivîskar Fatîma Ehmed da zanîn ku şano amrazeke girîng e ji bo bihêzkirina jinan, platformek ava dike da ku xwe bi riya wê îfade bikin û pirsgirêkên xwe yên weke tundî, mîras û cudakariyê bi perspektîfeke jinane nîşan bidin. Bi vî rengî beşdarî pêşxistina hişmendiyek nû ya civakî û çandî dibin û wiha anî ziman: “Şano di heman demê de ji bo jinan derfetên afrîneriyê di nivîsandin, lîstikvanî û derhêneriyê de pêşkêşî dike, dihêle ku ew ji rolên xwe yên kevneşopî derbas bibin û rola xwe ya bingehîn di guhertina civakê de ronî bikin. Dema jinek li ser dikê radiweste, di heman demê de rasterast bi ramanên ku wê di civakê de sînordar dikin re hevrû dibe.”
‘Jinên Kurd evîndarên jiyana bi rûmet in’
Fatîma Ehmed piştrast kir ku îsal pênc şano di çarçoveya bîranînê de hatine pêşkêşkirin, Koma Darsî bi lîstika xwe ya "Kula Kezî" tevlî vê bîranînê bûye. Da zanîn ku ev peyamek e li ser destkeftiyên jinan di şoreşê de û rola wan di gelek aliyên jiyanê de, bi taybetî di warê leşkerî û piştgiriya hêzên YPJ’ê de. Her wiha diyar kir ku peyama wan ev e: Her kesê ku dibêje jinên Kurd ji şer hez dikin xelet in. Jinên Kurd evîndarên jiyana bi rûmet in û ji ber vê yekê wan riya berxwedan û têkoşînê hilbijartin da ku xwe ji jiyana koletî û otorîteriyê xilas bikin.
‘Şano hêz e’
Fatma Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di pêşerojê de, em dixebitin ku xeyala jinan, zehmetiyên pê re rû bi rû dimînin û serkeftinên wan bi derbaskirina wan dijwariyan nîşan bidin. Dema ku jin derdikevin ser dikê, hêza xwe nîşan didin û hest û ramanên xwe tînin ziman. Ev yek ji destkeftiyên şoreşa jinan e. Berê jin nikaribûn li ser dikê bibin lîstikvan lê jê hez dikirin. Derfet tunebûn lê bi şoreşê rê li ber pêşveçûna xebata jinan vekir.”
‘Armanca min vejandina dîroka berxwedana jinan a bi hezaran salan e’
Evîn Seydo yek ji şanogerên di koma Tiyatra Ronahî de ye behsa pêşkêşkirina şanoya xwe kir û wiha got: “Şanoya me li ser helbestvanê mezin Cegerxwîn bû. Em dizanin berhemên wî di dîroka Kurdan de pir deng vedane û bi helbestên xwe bandoreke kûr li ser gelê Kurd çêkiriye. Wî dîroka me bi tîpên zêrîn nivîsand û ji ber vê yekê me xwest em wî bi bîr bînin. Şanoya me li ser gelê Kurd û berxwedana wan a li dijî koletî û zordariyê disekine. Di vê şanoyê de weke jineke Kurd a bi temen min rol girt, bi armanca vejandina dîroka berxwedana jinan a bi hezaran salan. Gelek helbestvanên me yên jin ên kevin hene tevlî serhildan û şoreşan bûne û em dixwazin vê dîroka mezin bi bîr bînin.”
Evîn Seydo got: “Rola min ew bû ku ez jineke Kurd a extiyar a ku ciwanan teşwîq dikir rabin serî hildin û digot; ‘em bi gilî û gazinan nikarin welatê xwe ava bikin an jî pêşve biçin.’ Erê, rola min ew bû ku ez jineke extiyar bûm lê jineke bihêz û bi biryar bûm, xwedî ruh û dilê jineke ciwan bûm.”
‘Sembolên jinên Kud li ser rûyê min in’
Evîn Seydo behsa wêneyên li ser rûyê xwe dema şanoyê pêşkêş dike kir û wiha axivî: “Ev wêneyên li ser rûyê min sembolên kevnar ên Kurdî ne ji demên berê mane. Li ser eniya min roja azadiyê heye û li ser çeneya min tîpên Kurdî hene. Bi van wêneyan û cilên folklorîk, em dixwazin bibêjin ku em Kurd in û gelek destkeftî û berhemê jinên Kurd hene kes nikare jê bibe.”
‘Jinên Kurd heta roja îro bi pêşengiya xwe xwedawendiyê dikin’
Evîn Seydo weke jineke ciwan ji bajarê dagirkirî yê Efrînê, bang li keç û xortan kir ku nebêjin ew nikarin tiştek bikin û got: “Jinên Kurd di demên kevnar de xwedawend bûn û wê wisa bimînin. Ez ê her tiştê ku ji destên min tê bikim da ku rastiyê, êşa jinan û têkoşîna wan bi riya şanoyê nîşan bidim.”