Bi Festîvala Sînemaya Jinan a Xezayê jin têkoşîna xwe belge dikin

Festîvala Sînemaya Jinan a Navneteweyî ya Xezayê, bi armanca ronîkirina têkoşîn û berxwedana jinan a di dema şer de, dest pê kir. Festîval, platformek bêhempa ku jin di belgekirina rastiya xwe de ji nû ve dengê xwe bide bihistin, diafirîne.

REFÎF ISLÎM

Xeza – 26’ê Cotmehê li Xezayê bi dirûşmeya "Di Dema Qirkirinê de Jinên Bi Rûmet” Festîvala Sînemaya Jinan a Navneteweyî ya Xezayê destpê kir. Çalakiyên destpêkê ya festîvalê bi beşdariyek mezin a jin û gel destpê kir. Ev festîval, bû çalakiya hunerî ya ewil ku piştî du salên şer hate lidarixistin. Festîval, bi pêşkêşkirina fîlma "Dengê Hind Rajab" a ji bo Xelata Oscarê hatibû namzet nîşan, hate kirin. Pêşkêşkirina fîlman a bi armanca belgekirina berxwedana jinan a bi rêya hunerê hate li dar xistin, wê heta 31’ê Cotmehê didome.

Jinên li Xezayê bi rêya sînemayê berxwedana xwe rave dikin

Festîvala Sînemaya Jinan a Navneteweyî ya Xezayê, bi armanca di nav hilweşandinê de bi rêya hunerê vegotina berxwedan, êş û ji nû ve vejîna jinên Filistînî ya ji cîhanê re dest pê kir.

Endama juriyê ya festîvalê û derhêner Rîma Mehmûd, da zanîn ev çalakî di nava şert û mercên qirkirin û hilweşandinê de tê li dar xistin û wiha axivî: “Ev festîval dengê jinên ku bi mêran re mil bi mil têdikoşîn e. Belgekirina êşên me ya bi rêya hunerê, ji bo cîhanê peyamek bihêz e.” Rîma Mehmûd, destnîşan kir ku festîval bi giştî ji aliyê jinan ve hatiye organîzekirin û jin dikarin çîrokên xwe bi xwe û bi awayekî herî baş vebibêjin.

Rîma Mehmûd, axaftina xwe wiha domand:: "Îro, xaliya sor ne tenê di nava ronahî û kamerayan de, di nava konan de tê pêşkêşkirin. Ev sembola berxwedanê ya Xezayê ya ji bo domandina jiyanê ye.” Rîma Mehmûd, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku fîlma vekirinê "Dengê Hind Rejab", xwe disperse çîrokek rasteqîn, xelatên navneteweyî wergirtiye û ji bo Oscarê namzet hatiye nîşan dan.

‘Ev festîval sembola ji nû ve zayîna jinan’

Yek ji organîzatorên festîvalê Rana el-Yazîcî, da zanîn çalakî hêza jinên Filistînî yên êşên şer jiyane, nîşan dide. Rana el-Yazîcî, got: "Jin laş, zarok û malên xwe winda kirin, lê dîsa jî li ser piyan man. Ev festîval sembola ji nû ve zayîna wan e." Rana el-Yazîcî, da zanîn hevjinê xwe di şer de windakiriye û got: "Berdewamiya çalakiyên jinan mîsogerbûna maf û dengên me ye. Li dar xistina çalakiyê ya li Kampa Cezayîrê, tê wateya sembola hevgirtina bi jinên Cezayîrî re.”

Jina binavê Faten Harb, da zanîn lidarxistina festîvalê ya di Roja Jinên Filistînî ya 26’ê Cotmehê de xwedî girîngiyeke sembolîk e. Faten Harb, wiha got: "Huner ne hewceyî tercûbeyê ye; wijdana mirovan şiyar dike. Fîlmên tên pêşkêşkirin, êşa jinên li Xezayê bi awayekî cuda û bibandortir ji cîhanê re vedibêje. Hind Rejab tenê yek ji bi hezaran jin û zarokên ku Îsraîlê bi xwînsarî qetil kir e. Lê dengê wê bêdeng nebû; niha di sînemayê de diaxive." Faten Harb, destnîşan kir divê civaka navneteweyî qanûnên parastina jin û zarokan bi cîh bîne.

‘Her çîroka nayê belgekirin, tê jibîrkirin’

Beşdarvan Nihayet Cerade, da zanîn ev çalakî ji bo jinan vegotina çîrokên jinan derfetek mezin e û got: “Li Xezayê, jin beriya şer bi rêya kurtefîlman jiyana xwe belge dikirin. Îro jî bi çavên xwe sînemaya xwe ava dikin."

Nihayet Cerade, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Her çîroka nayê belgekirin, tê jibîrkirin; em bi çavên xwe vedibêjin ku çîroka me winda nebe."

Festîvala ku di nav konên Xezayê de hate lidarxistin, ne tenê çalakiyek huneriye; qîrîna jinekî ya ji bine kavilan bilind dibe ye. Her wiha ev bû îfadeyek bêdeng lê bihêz a berxwedanê.