Bedewiya çiyayan di wêneyên xwe de nîşan dide
Wênexêz Axîn Tunç bi tablo û wêneyên ku xêz dike, xweşiktiya çiyayên Kurdistanê nîşan dide û dibêje: “Bila hemû ciwan xwe di qada hunerê de bipêş bixin.”
BÊRÎVAN TUNÇ
Mexmûr – Mirov carna di nava cîhana qirêj, şer, qeyran û kaosan de li stargehek ku xwe bispêrê digere da ku valatiya bi qasî gerdunê di dilê xwe de dihewîne, bi hunerê dagre û ruhê xwe bi hunerê paqij bike. Mirov ji destpêkê heta niha bi hunerê li aramiyê geriyane û di nava sêhra hunerê de aramiya ruhî peyda kirine. Ji bermahiyên dirokê jî ev xuya dibe ku hert im mirovan bi hunerê xwe parastiye, ruhê xwe xwedî kiriye û di nava kurahiya hunerê de di cîhana efsunewî de li hebûn û xwebûna xwe geriyaye.
Wargehek di bin dorpêç û ambargoyê de
Wargeha Mexmûrê beriya 27 salan, piştî rêwîtiya dûr û dirêj a penaberiyeke dijwar, li deşta Mexmûra ber quntarê çiyayê Qereçoxê di nava toz, mar û dûpişkan de hatiye avakirin. Şêniyên vê wargehê piştre dest bi jiyanek dûr û dirêj kirine. Ev wargeh pêkhateya hemû perçeyên Kurdistanê ya ku ji her cureyên êrîşan re şahidî kirine û li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk bi desteka PDK’ê liberxwe dane û ji tinebûnê hebûn ava kirine, pêk tê. Îro jî ev 6 sal in di bin ambargoya Hikûmeta PDK’ê û ji du salan zêdetir e bi zextên tund ên rêgirî û embargoya hikûmeta Iraqê re dijîn.
Zarokên penaberiyê çanda xwe didin jiyîn
Li Wargeha Mexmûrê bi sedan ciwanên jîr ku hemû hestên xwe bi hunerê îfade dikin ji dayîk bûne. Bi taybetî bi hunera xwe xweşî û nexweşiyên di vê jiyana penaberiyê de pênase kirine. Axîn Tunç zarokek di penaberiyê de çavên xwe li jiyanê vedike. Zarokatiya xwe di kolanên wargeha Mexmûrê de derbas kiriye. Bi zarokên li taxa xwe, yên ku her yek ji wan ji gundek Bakurê Kurdistanê ye û ev 30 sal in di penaberiyê de jidayîk bûne re, bûye rêhevalên jiyanê. Ev zarokên penaberiyê, çanda Botanê li çola Mexmûrê didin jiyîn.
Dibe neynika jiyanê
Ev zarokên penaber, hewl didin çanda xwe bi rêya hunerê biparêzin. Yek ji çengên hunerê jî, wênexêzî ye ku di nava tiliyên wênesazan de mîna sêhrê hemû rengên di gerdunê de li ser kaxezê spî dineqişe. Wênexêz Axîn Tunç jî yek ji wan kesan e ku di her diltengî û valatiyê de dest davêje pênusê û li ser kaxezê spî tiştên di xeyalên xwe de dineqşîne. Herî zêde jî bi çêkirina çiyayan, rihê azad ê di nava dilê çiyayan de, rihê ku li ser kaxezê spî hatiye neqşandin, dibe neynika jiyanê.
‘Bi çêkirina wêne gelek kêfxweş dibim’
Axîn hest û ramenên xwe li ser kaxezê spî, bi pênûsa reş, di nava portreyan de dineqşîne. Axîn li ser hezkirina xwe ya ji bo çêkirina wêneyan wiha dibêje: “Hin di temenê zarokatiyê de hezkirina min ji çêkirina wênê re hebû. Di dibistanê de herî zêde di waneya wêne de kêfxweş dibim. Her tim di beşa wêne de min pile digirt û min her tim bala mamosteyên dersa wêne dikşand ser xwe. Di van salên dawî de min hemû bala xwe daye çêkirina wêne û di her kêliya vala dimînim de wêne çêdikim, kaxezê spî bi hestên xwe dadigrim û ev jî kêfxweşiyek mezin dide min”
‘Di hemû tabloyan de xweşiktiya çiyayan bicîh dikim’
Axîn Tunç bi çêkirina wêneyên çiyayan hesret û hezkirina xwe ji çiyayên ku ji destanên Kurdan re malovaniyê kirî û ev 50 sal e ji keç û xortên Kurd re bûyî stargeh û parastiye. Axîn, estetîk û xweştiya wan çiyayan wiha tine ziman: “Di beşê wênesaziyê de herî zêde beşê portre bala min dikêşe, di çêkirina portreyan de hewl didim cest, mîmîk û hestê ku kesên portreyên wan çêdikim, bidim pêş. Di tabloyên xwe de ji hertim dîmenek ê çiya bi cih dikim ji ber estetîk û xweştiya di çiyayan de heyî, di tiştekê de nabînim û li ser tabloyên ku çêdikim, hewl didim wê xweşiktiya çiyayan bicih bikim.”
‘Ambargo heyî herî zêde bandorê li xwendekaran dike’
Di dawiyê de Wênexêz Axîn Tunç li ser şert û mercên ambargoyê yên li ser zarokên Wargeha Mexmûrê û bandora wê ya li ser derûniya zarokan, wiha vegot: “Em zarokên wargehê di bin şert û mercên gelek zehmet de dijîn û hewldidin perwerdeya xwe bibînin. Lê şert û mercên ambargoya ku ev nêzî 6 sal in li ser wargehê didome, herî zêde bandor li ser perwerdê û zarokan kiriye. Niha ez di sala dawî ya dibistana amadeyî de dixwînim, dixwazim ger derfet hebe biçim zanîngehê beşa mimarî bixwînim, lê ev 5 sal in xwendevanên Wargeha Mexmûrê ji bo zanîngehan nehatine wergirtin û nebûna zanîngehê, bêhêvîtiyê di xwendevanan de çêdike. Ciwanên kêrhatî yên pêwîst bû zanîngeh bixwînin û bibin xwedî pîşe û ji civaka xwere kar bikin, îro bi neçarî di temenê xwendina zanîngehê de diçin karên inşaetan dikin. Gelek ciwanên wekî min, di wargehê de hene ku xwedî kêrhatî û jêhatiyan in, lê ji ber bê derfetiyê heta astekê dikarin kêrhatiyên xwe bipêş bixin.”
‘Bila ciwan girîngî bidin hunerê’
Axîn Tunç bang li ciwanan kir ku di beşên hunerî de xwe bipêş bixin û kêrhatiyên xwe nas bikin û got: “Ne tenê beşa çêkirina wêneyan, gelek beşên din ên hunerê hene ku mirov bikare xwe tê de bipêş bixe. Perwerdeyên enstrumanan hene, ciwan dikarin bi hunera xwe, ji valatiya ku pergal dixwaze civak bikeve nav, rizgar bike û kêrhatiyên xwe di hunerê de bipêş bixe. Her wiha ji bo ciwanên xwedî kêrhatiyên hunerî divê zêdetir derfet bên avakirin.”