‘Werzîş tenduristiya jinan diparêze’
Werzîşvan û mamosteya werzîşê Cîna Mihemed got ku divê jin girîngî bidin bedena xwe, ji neweşiyan xwe biparêzin û diyar kir ku ji bo wê werzîş di aliyê tenduristiya beden, mejî, derûnî û baweriya bi xwe de gelek girîng û bi bandor e.

ŞIYA KOYE
Koye- Werzîş ne tenê bandora wê ya fîzîkî û biyolojîk heye, riyek ji bo serkeftina jiyana rojane ye. Werzîş ji bo kêmkirina xeterên nexweşiyan dibe alîkar. Xwînê çalak dike û ji bo tenduristiya derûnî gelek bi sûd e. Mirovan kêfxweş dike û bixwebaweriyê zêde dike. Jinên werzîşvan ji bo jinên din werzîş bikin dibin mînak.
Niha li herêma Kurdistan her diçe holên werzîşê, ba taybetî beşa ji zindîkirin û başkirina bedene zêde ne û gelek jin berê xwe didin holên werzîşê
‘Werzîş ji bo tenduristiya bedenê gelek baş e’
Lîstikvan û mamosteya werzîşê Cîna Mihemed ku di heman demê de berpirsa beşa daneyên tunduristiya Koye ye û li bajarê Koye dijî têkildarî werzîşa jinan wiha got: “Jin ji bo parastina tenduristiya xwe divê werzîşê bikin. Ez di du salan de bûm werzîşvan, destpêkê çûm hola xweşikbûna bedenê, piştî min girîngî da xwe, dikaribûm bibim mamosteya werzîşê. Sedema sereke ya hatina min a qada werzîşê ji bo tenduristiyê bû, ji ber nebaşiya tenuristiyê bandorek neyênî li ser jiyana mirovan dike. Piştî ku aliyê tenduristiya min baş bûn, min dest bi werzîşa ku hêzê dide bedenê kir û min gelek ji vê aliyê hez kir, ez heta niha didomînim.”
‘Divê jin girîngî bidin bedena xwe’
Cîna Mihemed da zanîn ku destpêkê hemû kesên ku werzîşê dikin divê ji bo xwe sîstemekê daynin û tiştên ji bo wan xirab be kontrol bikin û wiha got: “Tenduristî hemû tişt e û divê jin girîngî bidin bedena xwe. Di destpêka werzîşên van herdu salan de ez beşdarî çar pêşbaziyan bûm. Min li bajarê Hewlêrê pileya sêyem bi dest xist. Li bajarê Kifrî min pileya yekem bi dest xist. Di pêşbaziya Bexdayê ya li ser asta Iraqê de min pileya duyem bi dest xist. Pêşbaziya çarem di asta Iraqê de li Silêmaniyê bû, min pileya duyem bi dest xist. Di pêşerojê de hewl didim beşdarî gelek pêşbaziyên li Iraq û Asyayê bibim.”
‘Bila jin berê xwe bidin holên werzîşê’
Cîna Mihemed der barê gihîştina asta xwe ya werzîşê de wiha got: “Ez gelek hewl didim bi riya koma xwe beşdarî her pêşbaziyê bibim. Heta niha weke sponsor kesê alîkarî nedaye min û ez bi xwe hemû tiştên pêwist pêk tînim. Jinên Kurd di aliyê werzîşê de gelek bi pêş ketine. Bila hêza xwe derbixin û di weke jinên din ên cîhanê beşdar pêşbaziyan bibin. Peyama min ji bo jinan ew e ku pergala xwe ya xwarinê bi rêk û pêk bikin ji ber xwarin temamkerê werzîşê ye, werzîş jî temakerê xwarinê ye. Ew jinên ku diçin holên werzîşê bila xwarinên xwe bi rêk û pêk bikin. Gelek caran ji ber nehişyarî yan jî sedemên civakî, jin werzîşê nakin. Divê jin dema xwe bi rêk bi kar bînin da bibin kesên bi tendurist. Ji ber wê daxwaza min ji jinan ew e ku berê xwe bidin holên werzîşî û girîngî bidin bedena xwe.”