Li Cezayîrê melevanek jin nexweşiyên jinan ên ortopedîk baş dike

Rêwîtiya Hemîde Bodaliya li Cezayîrê wek mînakek îlhambexş a pêşveçûna avjeniya jinan derketiye holê. Wê hewes û perwerdeya akademîk bi hev re kir yek da ku ezmûnek pêşeng biafirîne ku beşdarî bihêzkirina jinan û xurtkirina hebûna wan a werzîşî bû.

RABIA XERÎS

Cezayîr – Di temenek ciwan de Hemîde Bodaliya mîna yek ji jêhatiyên werzîşî yên li Cezayîrê derket pêş. Piştî ku di bidestxistina destkeftiyên ku armanca wê ya bilind û biryardariya wê ya mezin ji bo pêşxistina werzîşa avjeniyê nîşan didin de serketî bû, hê jî rastî gelek astengî û dijwariyan hat. Astengiyên ku bandorê li pêşketin û belavbûna jêhatiyên wê dikin. Yên mîna adet, kevneşopî û nebûna avahî û şiyanan.

Bi hewza avjeniyê destpê kir

Hemîde Bodaliya behsa destpêka rêwîtiya xwe di cîhana avjeniyê ya 28 salî kir. Hemîde ragihand ku destpêk bi hewesa kesane ya piştî vekirina yekem hewza avjeniyê ya Olîmpiyadê ya li bajarê Ennaba bûye û wiha domand: “Ez yek ji yên pêşîn bûm ku tê de hatim qeydkirin û di wê heyamê de min ji bavê xwe piştgiriyek mezin a ehlaqî û madî stend. Di dema beşdariya xwe ya di gelek şampiyoniyan de û qezenckirina gelek madalyayan de, beşdarî bilindkirina ala Cezayîrê bûm.”

Eleqeya wan bi werzîşê re kengî destpê kir?

Bi gelemperî werzîşên jinan diyardeyek nûjen in. Ji ber ku eleqeya wan bi werzîşê re yekser piştî serxwebûnê di 5’ê Tîrmeha 1962’an de dest pê kir, dema ku jin ketin hemû waran, bi taybetî jî warê werzîşê. Ev yek bi saya tîmên jinan di werzîşên komî yên wekî basketbol, handbol û voleybolê de, ji bilî girîngiya wan di werzîşên takekesî yên wekî avjenî, atletîzm lîstikên hêzê, jimnastîk û yên din de diyar e.
Wek rahênerek avjeniyê ya bingehîn xebitî

Hemîde Bodaliya perwerdehiya pratîkî ku sepandina rasterast a planan û tetbîqatên avî ji bo pêşxistina jêhatiyên tevgerê vedihewîne, bi xwendina akademîk re kiriye yek. Di sala 2018’an de, beşdarî dewreyek perwerdehiyê bûye û piştre tevlî Klûba Ciwanên Pêşerojê ya Ennaba (MCA) bûye. Hemîde wiha got: “Klubek çalak e ku tîmên jinan jî di nav de ne. Li wir ez wekî rahênerek avjeniyê ya bingehîn dixebitîm û min çavdêriya perwerdehiya tîmê keçan dikir. Ezmûna meydanê, piştre bi bernameyên perwerdeyê hat berfirehkirin da ku jin, pitik, zarokên otîstîk, hîperaktîfîtî û derengketina axaftinê vehewînin û bernameya yekem li rojhilatê Cezayîrê bi navê “maman et bébé nageur” (avjeniya dayîk û zarok) hate destpêkirin.
 Bernameyê beşdarbûn û eleqeyek xurt ji dayîkan dît û girîngiya wê di perwerdekirina pitikê de ye ku xwe biguncîne avê û ev yek sebir hewce dike da ku xwe bi ewle hîs bike û di heman demê de beşdarî avakirina têkiliyek xurt a di navbera dayîk û pitika wê de dibe.”
‘Ev cure werzîş wek derman tê bikaranîn’

Hemîde Bodaliya li ser bingeha ezmûna xwe ya dirêj a qadê, bawer dike ku avjeniya jinan di salên dawî de nemaze li bajaran, şahidiya pêşveçûnek kalîteyî kiriye û rastî pejirandineke zêde hatiye. Ji ber feydeyên mezin ên psîkolojîk û civakî yên avjeniyê, ew di dermankirina gelek nexweşiyên laşî yên dijwar û rewşên psîkolojîk de roleke sereke dilîze û di heman demê de di dûrketina ji pirsgirêkên civakî de jî pir dibe alîkar. Wê gelek rewşên jinên ku ji skolyozê dikşînin, ku ew jî xwarbûn û xwarbûna stûnê ye û yên din ên ku ji osteoartrîtê dikşînin, ku nexweşiyeke dejenerasyonê ya kronîk e ku bandorê li movikan dike û jinên din ên ku ji depresyonê û stresa psîkolojîk dikşînin, wergirtine.
‘Hejmarek pirsgirêk werzîşa melevaniyê asteng dikin’
Tevî pêşketinên di vî cureyê werzîşê de, hejmarek pirsgirêkên hevbeş hene ku pêşveçûna wê asteng dikin, bi taybetî nebûna avahî û çavkaniyan û stereotîpa civakî. Ew rave dike ku piraniya malbatan, bi taybetî jî li herêmên hundir, hê jî bi adet û kevneşopiyan ve têne rêvebirin û bi nêrîna civakê ve girêdayî ne ku jinên ku werzîşê dikin red dikin, ji ber ku ew bi xwezaya wan a jinane re nakok e.
Peyama ji bo jinan a melevaniyê

Nebûna hewzên avjeniyê, çi taybet bin çi giştî, ji ber ku tiştên ku niha hene daxwaza tomarkirî ya ji bo pratîkkirina wê pêk naynin, dibe pirsgirêk. Di encamê de, melevana Cezayîrî Hemîde Bodaliya peyamek ji jinan re şand û got ku “melevanî jêhatîbûnek jiyanê ye ku ne bi temenek diyarkirî ve girêdayî ye. Wekî ku tê zanîn, melevanî yek ji wan werzîşan e ku li ser hemû komên masûlkeyên giştî yên di laş de dixebite ku em pir hewcedarê tevgerînê ne.”