Yekem navenda bişîşkî ya jinan: Navenda Soz
Sozdar Cemîl a ku rêvebera yekem navenda protez û ortotîkan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, diyar kir ku ev navendeke bijîşkî ye ku pisporê sêwirandin, pêşxistin û dabînkirina protez û ortotîkan e.

SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Şoreşa ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojava destpê kirî, di nav xwe de bi hezaran şoreşên hişmendiyê, civakî, şoreşgerî, aborî, hûnerî û tendrustî jî pêk anî. Jineke Kurd beşa Protez û Ortotîkan li Şamê dixwîne û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî navenda xwe vedike. Navenda Soz di 28’ê Hezîrana îsal li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê vebû.
Navenda Soz navendeke bijîşkî ye ku pisporê sêwirandin, pêşxistin û dabînkirina protez û ortotîkan e, bi karanîna teknolojiyên herî dawî û standardên navneteweyî karê xwe dike.
Navenda Soz ji bo jiyaneke nû ya bi hev re, ji bo mirovên bi seqetiyên tevgerê bikaribin tevgera xwe ji nû ve bi dest bixin û bi çareseriyên bijîşkî yên xwerû û bibandor, bi awayek serbixwe û rihet bijîn, dixebite.
Rêvebera Navenda Soz Sozdar Cemîl ji ajansa me re axivî.
Çima Soz?
Sozdar Cemîl destpêkê behsa sedema ku navê ‘Soz’ hilbijartiye kir û got: “Rojekê ji rojan min û du hevalên xwe Sûmeya û Ednan sozek bi hev re da ku em xebateke wiha bipêş bixin. Navendeke me ya tayebt hebe ku em bi hev re kar bikin. 7 sal in em karê Protez û Ortotîkan bi hev re dikin.”
‘Çawa be divê em destpê bikin’
Sozdar Cemîl got ku êrîşên li ser herêma wan pêk dihatin bûye sedema derengmayîna vekirina navendê û wiha dewam kir: “Her çaxa me biryara vekirina navenda Soz dida, êrîşeke nû ya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser herêma me pêk dihat. Me dît ku êrîş wê her berdewam bikin û wê bêdawî be. Ji lewra em gihîştine encamekê ku bes e, jiyan çawa be her wê bimeşe, êdî divê em navenda xwe vekin û dest pê bikin. Wiha me dest pê kir û navenda xwe vekir.”
Li zanîngehên Şamê xwend û li Rojava destpê kir
Sozdar Cemîl xwedî bawernameya akademîk, ezmûn û jêhatîbûna pîşeyî di warê protez û ortotîkan de ye, behsa xwendina beşê kir: “Sal 2014, li zanîngehên Şamê min du salan ev beş xwend. Sala 2017’an di çapemeniya Kurd de xebitîm. Ji ber derfet nebû di navendeke beşê min xwendiye de xizmet bikim. Piştî salekê ji xebata çapemeniyê êdî derfeta ku ez bikaribim xwendina min kiriye bixin xizmeta civaka xwe de çêbûn. Ji lewra ji 2018’an ve min dest pê kir heta niha ez Protez û Ortotîkan çêdikim.”
Sozdar çima Protez û Ortotîkan bijart û çi bû sedem ku berdewam bike?
Sozdar Cemîl sedema ku hişt beşa Protez û Ortotîkan bixwîne wiha bilêv kir: “Birîndar û gaziyên şer ku heval xwişk û birayên me bûn, şopeke xwe ya mezin di jiyana min de hiştin. Her ev pirs di mejiyê min de bû ku ez çawa bikaribim alîkariya hevalên xwe yên gazî bikim? Lê min alîkariya wan kir û min dikarîbû tiştekî bidim kesên ku dest an jî lingên xwe winda kirine. Sedema hilbijartina min a vê beşê jî, pirsa “ez çawa bikaribim xizmeta gaziyên şer bikim?” bû. Hevalekî min hebû ji destên xwe û lingekî xwe gazî bû, dibe ku min nikarîbû jê re ling çêkim. Lê belê hêz da min ku ez di vê xebatê de berdewam bikim. Her digot; berdewam be, tu carî nesekine. Hevaleke min ya jin gaziya şer jî hebû, ji lingê xwe gazî bû lê bi xwe ling ji gaziyên din re jî çêdikir. Ev her du heval di bîra min de şopek bibandor hiştine ku ez tu carî bê hêvî nemînim.”
Kêf û birqîna çavê zarokan serkeftin anî
Sozdar ne tenê gaziyên şer xizmeta zarokan jî dike û wiha behsa bandora zarokan a li ser xwe dike: “Girêdana min a bi zarokan bê dawî ye. Her çaxa min lingek ji zarokekê/î re çêdikir, kêf û bazdana wan, nihêrtina wan a li çavên min ku çavên wan dibiriqîn û hembêzkirina min gelek bi bandor bû ji min re. Her carekê ez sist dibûm û diwestiyam ku ez êdî dest ji kar berdim, lê min nikarîbû. Her cara ez diwestiyam min digot bes e, ez êdî nikarim piskolojiya min nema radike, lê bi dîtina hezkirina zarokan min berdewam dikir. Ji lewra em her kesên nexweş, xwedî pêdiviyên taybet, kesên qeza dikin û yên felc bûne jî tedawî dikin.”
Xizmetên Navenda Soz
Navenda Soz Protezên Lingên Jorîn û Jêrîn, li jêrê çokê û li jora çokê, li ser movikan (çokê, çok, ran), herwiha Protezên mezinan û zarokan, lingên jorîn ên kozmetîk û dermanî, lingên çokê yên nûjen û pêşketî çêdike. Sîlîkona bi kalîte bilind di gelek mezinahiyan de û sêwiranên taybetî ji bo amputasyonên diyabetîk, her wiha ji bo Amûrên Ortotîk jî xizmeteke wiha dike: Slîntên fonksiyonel û stabîl ji bo mezinan û zarokan (AFO / KAFO / HKAFO). Slîntên daketina lingan. Amûrên taybetî ji bo nexweşiya Perthes. Pêlavên bijîşkî û ortotîk ên xwerû (lingên dûz / lingên klûb, hwd.). Amûrên Skolyozê jî slîntên dermanî ji bo lingên jorîn.
Ji Başûr û Tirkiyeyê dikirin lê bi mehan li ser rê dimînin
Sozdar Cemîl da zanîn ku ew di peydakirina amûr û alavan de zehmetiyan dikşînin û wiha behsa vê xalê kir: “Ev hemû alavên ku em pê kar dikin li Rojava tune ye, ji lewra ev zehmetiyan di karê de me de çêdike. Ji lewra em amûr û alavan ji Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dikirin û bi heyvan em li bendê dimînin ku derbasî Rojava dibin.”
Yekem jineke Kurd Protez û Ortotîkan xwend û navendeke taybet vekir
Sozdar Cemîl yekem jina Kurd ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşa Protez û Ortotîkan li zanîngehên Şamê dixwîne û wiha behsa vê rêwîtiyê kir: “Her kesî digot ev çi ye? Wate; kesek ku beşê Protez û Ortotîkan li herêmê xwendibe nebû, kes nedizanî ev beş çi ye. Ev beş li Sûriyê piştî şerê ku di 2011’an de çêbû hat nasîn, ji ber gelek kes di encama êrîş û teqînan de dest û lingên wan hatin jêkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem jina ku ev beş xwend ez bûm, ji ber rêveberiya zanîngehê gotibû ku kesek û taybet jin ji vê herêmê nexwendiye. Ev dilşadiyek li cem min çêkir ku ez yekem jin vî beşî dixwînim û navenda xwe ya taybet jî vedikim. Ji lewra ez gelek kêfxweş dibim ku di nav çend rojan de me gelek nexweş pêşwazî kir û protez ji wan re çêkir.”
‘Pêwîstiya nexweşan bi çûyîna cihên cûda nema’
Sozdar Cemîl tekez kir ku êdî wê pêwîstiya xelkên Kantona Cizîrê bi Şam û Helebê nebe û wiha sedema wê anî ziman: “Ji bo çêkirina dest û lingan û tedawîkirina nexweşiyên din her kes diçû Şam û Helebê. Ji ber navendeke taybet li vir nebû. Hedefa min ya yekemîn ne di warê madî de ez pereyan qezenc bikim lê belê armanca min ya sereke ew e ku pêwîstiya gelê me bi Şam Heleb û Tirkiyeyê nebe. Ji ber keç û xortên ku êdî vî karî dikin li herêmê hene û pispor in. Em hene û me xwendiye û em dizanin, bila li vir tedawiya xwe bikin. Baştir e ku ewqas di warê aborî û rê de westandin û pirsgirêkên ewlekariyê bijîn. Ji ber em hîn di welatekî şer de ne."
Ji bo parvekirina tecrûbeyan bi xwendekaran re amade ne
Sozdar Cemîl amadebûna xwe bi alîkariya xwendekarên ku heman beşî dixwînin û parvekirina tecrûbeyan tîne ziman: “Armanca me ew e di demên pêş de navenda xwe mezin bikin, amûr û alavên nû bînin. Her wiha em amade ne ku alîkariya xwendekarên heman beşî bikin û tecrûbeyên xwe yên bi salan bi wan re parve bikin. Divê ku nexweş û yên saxlem jî bi hêvî bin û bizanibin cihek heye ku alîkariya wan bike, da ku bi hev re jiyaneke nû dest pê bikin.”
Hevsengiya cîhana mal û kar
Sozdar Cemîl di dawiyê de balê kişand ser bandora Şoreşa Rojava ya li ser kesayet û karê xwe û wiha berdewam kir: “Şoreşa Rojava di kesayet, pîşe û jêhatiya vî karî de gelek bandor kir. Gelek kesên ku îro di vê xebatê de pispor in hene. Şoreşê hişt ku em jiyana xwe ya mal û kar hevseng bikin. Di avakirina hevsengiya jiyana mal bi zarok hevjîn û kar û nexweşan re zehmetiyan dikşînim lê ez tu carî gav paş de navêjim. Ji ber pêwîstiyên herêma me ya zêde, ez ji xwendekarên ku amadeyî bi dawî dikin re dibêjim; beşê Protez û Ortotîkan bixwînin. Da ku em bi pisporî ne bi sextî tiştekî saxlem bidin nexweşên xwe.”