Li Sûdanê krîza tendirustiyê kûrtir dibe

Wezareta Tendirustiyê diyar kir ku li Sûdanê ji ber krîza tendirustiyê ya kûrtir dibe di nava hefteyek de 1307 bûyerên kolerayê û mirina 18 kesan hatiye tesbîtkirin.

Sûdan – Li welat di salên dawî de, bi taybetî di serî de kolera, nexweşiyên şewbê her diçe zêde dibin. Vê rewşê ji ber pergala tendirustiyê ya hilweşiyayî, pevçûnên ku didomin, mercên mirovî yên xirab dibin û nebesiya xizmetên tibî diqewime. Bi vê yekê re nexweşiyên şewbê belav dibin û bi taybetî li herêmên pevçûnan û li kampên ku penaber li wan bi cih bûne ev krîz mezintir dibe.

Wezareta Tendirustiyê ya Sûdanê îro (24’ê Tîrmehê) da xuyakirin ku li 35 herêmên rêveberiya cihî yên 12 eyaletan, bi giştî 1307 bûyerên kolerayê û mirina 18 kesan tesbît kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herî zêde li eyaleta Darfûra Bakur, bûyerên kolerayê hatine tesbîtkirin, li welat bi giştî 863 bûyer li vê eyaletê hatine tesbîtkirin.

Wezaretê her wiha diyar kir ku li herêma Nîlê Şîn ê li başûrê Sûdanê,108 bûyerên nû tesbît bûne, li herêma Bîlel a dikeve Başûrê Darfurê jî hejmara herî zêde ya miriyan hatiye tesbîtkirin. Bi vê yekê li tevahiya welat bi giştî hejmara kesên pêketî 91 hezar, a miriyan jî ji 2.302’î derbas kiriye. Van daneyan 116 herêmên cihî yên li 17 eyaletan digrin nava xwe.

Li kampên penaberan sînyalên bi xeter

Koordînasyona Kesên Jicihbûyî yên il herêma Darfûrê ku dikeve Sûdana Rojava, hişyarî kir ku ji ber derengmayîna mudaxeleyên tibî, ji dema ku pevçûnên di 15’ê Nîsana 2023’yan de dest pê kirine ve heta niha li herêma Tawîla ya yek ji navendên herî mezin a penaperan edibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Koordînasyonê, diyar kir ku li kampa penaberan a Kalamayê 97 bûyerên kolerayê û mirina 26 kesan hatine tesbîtkirin, bal hat kişandin ku mercên tendirustiyê yên li welat heta tu bibêjî xeter in bang li saziyên alîkariya mirovî hat kirin û bi lezgînî mudaxele bikin.

Xeterên ewlehî û demsalî dibin yek

Bijîjkên Sînornenas (Médecins Sans Frontières), da xuyakirin ku li derdora paytexta Darfûra Bakur El-Faşîr, dibe ku demên li pêş de zêdetir penaber berê xwe bidinê. Saziyê bal kişand ku bi hatina payîzê re ku dê baran were, divê xizmetên tibî werin pêşxistin û mudaxele lezgîntir bibe.

Ji Laboratuara Neteweyî daneyên balkêş

Laboratuara Tendirustiya Gel a Sûdanê (Stac), daneyên şewba dengê ya li herêmên cuda yên li welat eşere kir. Bal hat kişandin ku li hinek eyaletan, bûyerên zêdebûna germbûna bedenê û weşandina çerm hatine dîtin.

Her wiha li pênc herêmên cihî yên li eyaleta Xartûmê bi giştî 35 bûyerên nû hatine tesbîtkirin û bûyerên tayê derketine ser 11 hezaran, gihîştine asta şewbê.