Temsîliyeta jinan li Cezayîrê: Di navbera wekhevî û dijwariyên siyasî de ye

Kêmkirina temsîliyeta jinan di lîsteyên hilbijartinê de li Cezayîrê dibe sedema nîqaşeke berfireh û mijar di navbera astengiyên li pêşiya wekhevî û dijwariyên siyasî de maye.

RABIA XERÎS

Cezayîr – Ji dema ragihandina guhertinên qanûna hilbijartinê ve, nîqaş di navbera çalakvanên siyasî yên jin û rêxistinên mafên jinan de li ser temsîliyeta jinan di saziyên hilbijartî de zêde bûne. Ev ji biryara kêmkirina kotaya jinan di namzedan de ji nîvî ji bo siyekê derdikeve holê. Digel zêdekirina bendeke guherînê ku navnîşên di hilbijartinên yekem ên parlamentoyê yên ku ji bo roja Pêncşemê 2’ê Tîrmehê hatine plankirin. Her wiha hilbijartinên herêmî yên ku piştî pejirandina qanûnê werin lidarxistin, vê şertê bi cih neynin, îstîsna dike.

Di nava nîqaşên berdewam ên li ser kêmkirin an berfirehkirina temsîliyeta jinan di encumenên hilbijartî de, pirseke bingehîn derdikeve holê der barê bandorên kêmkirina rêjeya temsîliyeta jinan di lîsteyên hilbijartinê de ji nîvî ji bo sêyekê.

Paşxane û faktor

Aktîvîsta siyasî Wîdad Lîşanî li ser mijarê got: "Ev tedbîr paşketineke girîng ji destkeftiyên berê nîşan dide û dê bibe sedema kêmkirina temsîliyeta jinan di encumenên hilbijartî de. Ji ber ku guhertina jorîn bi madeyeke veguhêz re hat pêşkêşkirin lîsteyên di hilbijartinên parlamentoyê û şaredariyê yên pêş de vê şertê bi cih naynin, ji holê radike."

Der barê paşxaneya li pişt pêşniyara kêmkirina temsîliyeta jinan di lîsteyên hilbijartinê de bo sêyekê, Wîdad Lîşanî destnîşan dike ku ev biryar ji çend nirxandinên pratîkî yên di dema bicîhanîna qanûna organîk a 2021’ê a de li ser pergala hilbijartinê derketine holê. Di nava van de ya herî berbiçav hewldana sivikkirina sînorkirinên li ser partiyan di çêkirina lîsteyan de û zehmetiya dîtina namzedên jin e, ji ber fikarên ku civak li hinek herêman hê jî xebata siyasî weke qadeke ji bo mêran hatiye veqetandin dibîne.

Guhertina nû ya qanûna hilbijartinê

Wîdad Lîşanî da diyarkirin ku ezmûna meydanî eşkere kiriye sepandina wekheviya zayendî bêyî bingeheke siyasî ya jinan a amadekirî û birêkûpêk, dibe ku bibe sedema namzedên tenê sembolîk ku nikarin bigihîjin armanca rastîn a beşdariya jinan di jiyana siyasî de. Guhertina nû ya qanûna hilbijartinê armanc dike ku nermbûnek mezintir bide partî û lîsteyan.

Nûnertiya jinan di Meclîsa Gel a Neteweyî (meleya jêrîn a parlamentoya Cezayîrê) de di hilbijartinên parlemanî yên 12’ê Hezîrana 2021’an de kêmbûnek girîng dît, gihîşt tenê ji sedî 8 tevahî kursiyan ku wekhevî tenê 34 kursiyan e, piştî ku berê bi saya pergala kotayê ji sedî 30 derbas bûbû.

Ji kotayan ber bi wekheviyê ve

Li gorî ezmûna xwe ya di vî warî de, Wîdad Lîşanî piştrast dike ku pirsgirêka rastîn a divê di qada siyasî ya Cezayîrê de were çareserkirin ne di zêdekirin an kêmkirina rêjeya temsîliyeta jinan, di saziyên hilbijartî de ye lê di misogerkirina ku her jinek digihîje pozîsyoneke biryardanê, ew dikare rola xwe bi bandor û berpirsiyarî bi cîh bîne. Ev tenê bi veberhênana rastîn di perwerdeya siyasî de dê were bidestxistin.

Wîdad Lîşanî pêşveçûna beşdariya siyasî ya jinan li Cezayîrê nirxand û diyar kir ku riya bi pejirandina pergala kotaya jinan dest pê kir, yekem car piştî guhertina destûrî ya 2008’an hat bicihanîn. Xala 31 a Destûra Bingehîn a 1996’an garantiya mafê temsîliyeta jinan di saziyên hilbijartî de destnîşan kir û piştî vê yekê Qanûna Organîk 12-03 hat derxistin ku mekanîzmayên ji bo berfirehkirina hebûna jinan di van saziyan de destnîşan kir.

Sîstema kotayê astengiya psîkolojîk dişkîne

Wîdad Lîşanî destnîşan dike ku sîstema kotayê hem avantaj e hem jî dezavantajên wê hene lê yek ji feydeyên wê yên herî girîng şikandina astengiya psîkolojîk e ji bo gelek jinên ku berê ji ber perwerdeya civakî, malbatî û kevneşopî ya kûr dudil bûn ku bikevin qada siyasî. Her wiha jinên ku navê wan di wê heyamê de di lîsteyên hilbijartinê de hebûn, ne xwediyên jêhatîbûna siyasî ya pêwîst bûn. Ev yek bû sedema ku navên cuda ji bo parlamentoya di navbera 2012 û 2017’an de hatine hilbijartin werin dayîn ku ew tercîh dike ku behsa wan neke, û tekez dike ku divê sîstema kotayê nebe armancek bi serê xwe lê belê bibe amûrek rastîn ji bo pêşvebirina mafên siyasî yên jinan û hêzdarkirina wan a rastîn.

Kota amûrek ji bo pêşvebirina mafên siyasî û hêzdarkirina jinan e

Wîdad Lîşanî dide zanîn ku ji jinên navê wan di wê heyamê de di lîsteyên hilbijartinê de hebûn, ne xwediyên jêhatîbûna siyasî ya pêwîst bûn. Her wiha diyar dike ku ev yek bûye sedem navên cuda ji bo parlamentoya di navbera 2012 û 2017’an de hatine hilbijartin werin dayîn ku ew tercîh dike behsa wan neke û tekez dike ku divê sîstema kotayê nebe armancek bi serê xwe, bibe amûrek rastîn ji bo pêşvebirina mafên siyasî yên jinan û hêzdarkirina wan a rastîn.

Li ser bingeha vê riyê, Wîdad digihîje wê encamê ku jin divê ne tenê weke wêneyek ku ji bo dagirtina navnîşên hilbijartinê tê bikaranîn be û wiha dibêje: “Divê ku weke siyasetmedarên jêhatî werin dîtin. Di nebûna perwerdeya siyasî û piştgiriya rastîn a partiyê de, hinek namzedî tenê dibin bersiveke fermî ji bo qanûnên ku dem bi dem tên derxistin. Bêyî ku jin bi rastî bikaribin rola xwe ya qanûndanîn û çavdêriyê pêk bînin.”

Bandora eşîret û nebûna piştgiriya darayî

Wîdad Lîşanî xalek girîng destnîşan kir û got: “Qanûna hilbijartinê ya heyî ji bo lîsteyên serbixwe yên ku ji hêla ciwanên di bin 40 salî de tên birêvebirin, alîkariyên darayî yên rasterast destnîşan dike da ku alîkariya fînansekirina kampanyayên wan bike. Faktoreke din a ku li ser hebûna jinan di qada siyasî de dibe astengî eşîret e. Jin bi gelemperî bêyî pejirandina şêxê eşîran nikarin ji bo wezîfeyê bibin namzed. Astengiyeke din jî ew e ku hinek namzed li ser bingeha têkiliyên malbatî yan têkiliyên kesane tên hilbijartin. Dengdan dibe kiryarek dilsoziya eşîrê ne ku hilbijartinek li ser bingeha bername, şiyan û lîyaqatê."

Wîdad Lîşanî bi gotina; "Tevî van hemû zehmetiyan, baweriya bi pêwîstiya beşdariya jin û ciwanan di jiyana siyasî de xwe dide ferzkirin, ji ber ku guhertin tenê bi hewldan, sebir, ezmûn û berpirsiyariyê pêkan e" dawî li gotinên xwe anî.