‘PYD ji bo yekrêzî û danûstandina bi hemû aliyan re amade ye’

Endama Meclisa PYD’ê Şerîfe Hesen li ser biryarên 10’emîn Kongreya PYD’ê axivî û destnîşan kir ku ew girîngî didin berjewendiyên gel û got: “Em her dem ji bo yekrêziya Kurdan û danûstandinên bi hemû aliyan re amade ne.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Di 21-22’ê Îlonê de 10'emîn kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Di herdu rojan de gelek babet hatin nirxandin, di heman demê de guhertin û biryarên nû hatin pesendkirin. Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Şerîfe Hesen têkildarî vê mijarê ji me re axivî.

Şerîfe Hesen di destpêka axaftina xwe de dehemîn kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê prîoz kir, da zanîn ku lidarxistina kongreyê di rewşa êrîş, tevlihevî û zehmetiyan de gaveke herî mezin û pîroz e û wiha pê de çû: “PYD’ê ji destpêka damezrandina xwe ve di sala 2003’an de heta roja îro têkoşîna xwe di asta yekem de ji bo gel berdewam kir. Weke her kes dizane partiya me partiyeke siyasî ye lê di heman demê de xebatên wê ji bo rêxistinkirina civakê ne.”

Guhertin û veguhertinên di kongreya 10’emîn de

Şerîfe Hesen diyar kir ku di kongreya dehemîn de û bi amadebûna 700 delegeyan, gelek mijarên girîng hatine nîqaşkirin û biryarên nû hatine girtin û got: “Bêguman hilbijartin çêbûn, hevserokatiyên nû hatin hilbijartin ji ber ku di sîstema PYD’ê de guhertin û veguhertin heye. Endamên meclisê yên nû hatin hilbijartin, hejmarek ji meclisan hatin derxistin û hinekên din jî hatin hilbijartin. Di heman demê de hejmara endaman a nû hat diyakirin, di kongreya nehemîn de hejmar zêde bû lê di vê kongreyê de hejmar hat kêmkirin. Her wiha desteya hevserokatiyê ya ku ji 6 kesan pêk tê hat diyarkirin.”

‘Meclisa jin û ciwanan roleke bingehîn di partiyê de dilîze’

Şerîfe Hesen destnîşan kir ku jin û ciwan roleke girîng di nav PYD’ê de dilîzin û wiha berdewam kir: “Jixwe sîstema me xwe dispêre sîstema hevserokatiyê ku jin û mêr bi hev re xebatê didin meşandin. Em dibînin ku encamên kongreyê serkeftî bûn, serkeftinên partiya me xwe dispêrin rol û xebatên jin û ciwanan. Bêguman roleke wan a girîng heye di nava partiyê de. Beriya lidarxistina kongreya giştî, destpêkê konferansên meclisa jinan û ciwanan di nav partiyê de hatin lidarxistin. Di herdu konferansan de yek ji armancên sereke azadiya fizîkî ya Rêber Apo bû, heman armanc di kongreya PYD’ê de hat tekezkirin.”

Armancên PYD’ê yên ji bo demên pêş

Şerîfe Hesen bal kişand ser biryar ango armancên sereke yên ku Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê daye pêşiya xwe ji bo demên pêş û wiha bi dawî kir: “Ne tenê di kongreyê de, ji destpêkê ve PYD’ê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têdikoşe. Her wiha ji bo yekrêziya Kurd û tanûsatndinên bi hemû aliyan re li Sûriyeyê, ji wan jî Hikûmeta Şamê ye amade ye. Di heman demê de tevî êrîşên dewleta Tirk ên berdewam li ser me dîsa em dibêjin em amade ne ji bo danûstandinên pê re. Em şer naxwazin lê bêguman ên ku êrîşî me bike helbet em ê parastina xwe bikin. Helbet em amade ne li ber xwe bidin li hemberî hemû êrîşan. PYD parçekirina Sûriyeyê naxwaze, li hemberî wê mafên me yên rewa hene ku em dixwazin werin bidestxistin.”