Rîham Hico: Xwedî derketina li PADÊ xwedî derketina li Êzidiyan e

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê di 6’ê Tebaxê de biryar da ku Partiya Azadî û Demokrasiya ya Êzidiyan PADÊ û Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê bên girtin. Ev biryar ji aliyê her kesê ve bû cihê nerazîbûnê.

RONAHÎ ZERDEŞT

Şengal- Biryara ku encûmena bilind a dadweriya Iraqê der barê girtina 3 partiyan de da, rastî nerazîbûnê tê. Di 6’ê Tebaxê de biryara girtina Partiya Azadî û Demokrasiya ya Êzidiyan PADÊ û Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê hat dayîn. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ev êrîşeke li dijî civaka Êzidî û jinên Êzidî ye. Di heman demê de da zanîn ku bi girtina van hersê partiyan sîstema hevserokatiyê hedef digrin.

‘Kesên plana 9’ê Cotmehê danîn biryara girtina PADÊ jî dan’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku girtina PADÊ biryareke li dijî civakê ye û wiha got: “Li hemberî civaka Êzidî planên qirkirinê tên kirin. Fermanên li ser civaka me xilas nebûne. Ji bo tunekirina civaka me dijmin her tiştî dike. Girtina PADÊ planeke siyasî bû. Iraqê PADÊ bi sedema ku tiştekî derveyî qanûna Iraqê kiriye negirt. Girtina PADÊ û partiya azadî ku di xizmeta civakê de bûn û temsîla îrada siyasî ya civakê dikirin. Kesên ku peymana 9’ê Cotmehê îmze kirin PADÊ jî girtin. Di aliyê leşkerî, civakî û rêxistinî de nikarin me tune bikin. Niha jî dixwazin dengê me di aliyê siyasî de bibirin. Naxwazin civaka Êzidî bibe xwedî nêrîneke siyasî di asta Iraqê de.”

‘PDK ji bo pêşeroja Iraqê xeter e’

Rîham Hico da zanîn ku partiya li dijî Iraqê û aramiya Iraqê PDK ye û ya bê girtin divê ew be û wiha got: “Tiliya PDK’ê û Tirkiyeyê di girtina PADÊ de heye. Armanca hatina Erdogan a Bexdayê hêdî hêdî derdikeve holê. Tiştek di destên Iraqê de nemaye ku bibêje PADÊ tiştekî derqanûnî kiriye. Ger em rast bibêjin,  partiya ku divê bê girtin di Iraqê de PDK ye. Ji ber ku ya bûye sedem nîvê ji axa Iraqê bê dagirkirin PDK ye. Ya li pêşiya dijminan dimeşe û Iraqê dagir dike PDK’ê ye. Ew e heqaretê li Iraqê dike û tu asteke baş di hebûna Iraqê de nehiştiye. Waliyê Kerkûkê derket lê ne di berjewendiya PDK’ê û Tirkan de bû ji bo wê jî li dijî sekinî. Yê ku nahêle Iraq bibe îrade û bi aram be û hemû pirsgirêkên wê çareser bibin PDK ye. Ger qanûneke rast di Iraqê de hebe û divê partî li gorî wê biçin dê PDK û praniya partiyên Iraqê werin girtin. Ji ber ku partiyên girêdayî hemû dewletan di Iraq de hene û siyaseta wan cuda ye lê partiya ku temsîla gelê xwe û civaka xwe dike PADÊ ye.”

‘PADÊ temsîl û dengê jinan e’

Rîham Hico bal kişand ser rola jinan di partiyên ku di nava Iraqê de hene û wiha got: “Di hemû partiyên ku di Iraqê de hene roleke jinan nîn e. Tenê navê wan heye û di ragihandinê de didin karkirin. Misyoneke jinan nîn e. Tenê ger daxuyaniyek hebe jin tên li pêş disekinin ji bo ku bibêjin em mafên jinan diparêzin lê di rastiyê de jin ne xwedî biryar û îrade ne di wan partiyan de. Roleke wan di mekteba siyasî de nîn e lê sîstema PADÊ ne wisa ye. Sîstemeke hevserokatiyê ye. Tevî ku dewlet sîstemeke hevserokatiyê qebûl nake. Navê PADÊ jî di qeyda dewletê de weke serokatî hatiye danîn lê di rastiya xwe de em xwedî sîstema hevserokatiyê ne. Jin û mêr bi hev re vê sîstemê didin meşandin.”

‘Êrîşeke li dijî sîstema hevserokatiyê ye’

Rîham Hico da zanîn ku biryara girtina hersê partiyan biryareke li dijî sîstema hevserokatiyê ye û wiha got: “Girtina van hersê partiyan derbeyeke li dijî sîstema hevserokatiyê ye. Hersê partî jî sîstema wan hevserokatî ye. Hersê jî li dijî dagirkerî, şîdet û neheqiyê ne. Doza mafên xwe dikirin û ji bo yekitiya axa Iraqê kar dikirin. Ji bo wê jî êrîşê hersê partiyan kirin. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî vê êrîşê li ser xwe dibînin. Îrîşeke li ser kesayeta jinên Êzidî dibînin. Ev biryara girtina PADÊ, em weke qirkirinek0 li dijî civaka xwe dibînin. Di meha Tebaxê de ye pêwîst e Iraqê bigota em mafên Êzidiyan bidin, esîran xilas bikin û jenosîda ku hatiye serê Êzidiyan nas bikin. Di heman demê de sûcdaran bidarizînin. Li cihê ku vê yekê bikin partiya Êzidiyan digrin. Partiyeke herî bihêz ku li hemberî êriş û neheqiyê disekine û li hemberî biryarên Iraqê yên çewt jî disekine.”

‘PADÊ deng û rengê civakê ye’

Rîham Hico da zanîn ku tu kes nikare biryareke li dijî civakê bi PADÊ bide qebûlkirin û wiha got: “Hinceta wan bi girtina PADÊ nîn e tenê dibêjin hûn çima biryara 9’ê Cotmehê qebûl nakin. Ji ber ku ev biryar hikumetê daye divê hûn qebûl bikin. PADÊ ne mecbûr e biryareke ku li dijî civaka wê, îrade û baweriya wê ye qebûl bike. Tu kes nikare bi partiyeke siyasî ya xwedî îrade ye peymanek wisa bide qebûlkirin. Tişta ku dewleta Iraqê li dijî PADÊ dide bikaranîn, dibêjin em partiyeke Êzidiyan a kor, ker û lal dixwazin ku doza maf neke, li dijî siyaseta kesê nesekine. Ger tiştek wisa bê qebûlkirin çawa dibe. Çawa dibe ku partiyeke siyasî bêdeng be? Ji bo wê jî em dibêjin ev biryar li dijî civakê û jinên Êzidî bû, dûrî hiqûqê ye. Dixwazin bi girtina PADÊ civaka Êzidî bêdeng bikin di aliyê siyasî de tişta ku dixwazin li ser civaka Êzidî bikin pêk bînin.”

Lidijî biryara girtina PADÊ helwestek çawa hatiye raberkirin?

‘Divê her kes li PADÊ xwedî derkeve’

Rîham Hico di dawiyê de bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li PADÊ û wiha got: “Ji aliyê Rêveberiya Xweser û muneseqiya Şengalê ve helwestek derket. Bila hîç siyasetmedar û partiyeke Êzidî xwe nexapîne. Îro PADÊ dengê siyaseta azad a civaka Êzidî ye. Bi girtina PADÊ wê hemû partî û rewşenbîr û civaka Êzidî bêdeng bên hiştin. Ji bo wê jî divê em hemû li PADÊ xwedî derkevin. Ne tenê alîgirên PADÊ divê her Êzidiyek li vê partiyê xwedî derkeve. Divê her kes vê baş bizanibe, PADÊ civak ji fermanê parast. PADÊ partiya şehîdan e, bi xwîna bi sedan şehîdan hatiye avakirin. Dema ku peymana 9’ê Cotmehê hat îmzekirin me got ev êrîşê YBŞ’ê û Rêveberiya Xweser dikin wê sibe êrîşî hemû Êzidiyan bikin. Îro PADÊ girtin wê sibe êrîşî hemû Êzidiyan bikin. Xwedîderketina li PADÊ xwedîderketina li rastiya Êzidiyan e. Xwedîderketina li dengê rast ê siyaseta Êzidiyan e.”