Parlamentera Cezayîrê: Divê jin di qada siyasî de çalaktir bin
Cezayîr xwe ji bo hilbijartinên nû yên parlemanî amade dike. Endama Meclîsa Gel a Neteweyî Ferîda Xemra got "Ev destpêkek e" û bang li jinan kir ku di warê siyasî de çalak bibin.

RABÎA HRÎS
Cezaîr – Rewşa siyasî ya Cezayîr bi hilbijartinên parlemanî yên pêşerojê re ketiye qonaxek krîtîk. Hilbijartinan nîqaşên li ser kotayên zayendî û pergalek hilbijartinê ya nû ji nû ve geş kirin.
Destûra bingehîn a siyaseta Cezayîrê, cara yekem di 12’ê Hezîrana 2021’an de zagona rêgeza wekehviya zayendî di hilbijartinên perlementoyê de anîne, têkildarî pirsa çiqas bi bandor bûn pergalek nû ya hilbijartinê amade dike. Di van hilbijartinan de ji 5 hezar û 744 namzetên jin tenê 34 hatin hilbijartin, ev jî di meclîsa hiqûqa netewî ya 407 kursî de, tenê ji sedî 8 yê nûnertiya jinan hatiye qebulkirin.
Çend meh mayî ji hilbijartinê re, di zagona rêveberiya Cezayîr de, awayê rêgeza wekheviya zayendî, li berçavan derbas kiriye an ne, yan jî wê bi heman awayî bimîne mijara meraqê ye.
Endama Meclîsa Gel a Netewî Ferîde Gumra rêgeza wekheviyê û pergale eşkere ya lîste wek ‘destkeftiyên jêneveger’ pênase kir. Diyarkir ku pergala kota, yanî di astek diyar de veqetandina kursiyan, di partiyan de bi bazartî û ji hemû cûrê gendeliyan re zemîn ava kiriye, li cihê têrkeriya jin, tenê lîste û çawa anîne halê fugurek ku salonan di nexşîne îfade dike.
Parlementer Ferîde Gumra, da zanîn ku rêgeza wekheviyê û pergala eşkere ya lîsteyê destkeftiyên dest jê neyê berdan in û diyarkir ku vegera pergala kota, di nava partiyên siyasî de ji bo bazartî û gendelî derî vedike, weke gavek ku jinê tenê wek dekorek polîtîk dibîne bi nav kir.
Ferîde Gumra wiha got: “Pergala Kota, ji bo jinan tê wateya biçûkxistinê, ji ber destûr nadin jinên bi bandor derbikevin pêş. Ev enceq bi rêbaza lîsteya eşkere mimkun dibe. Pergala lîsteya vekirî, pergalek ku raste rast deng bidin namzetên ku di lîsteyên partiyan de tercîh dikin.”
‘Di sala 2021’an de paşketin cidî hate jiyîn’
Endama Lijneya Peştevaniya Tevgera Civaka aştiyê ya jinan Ferîde Gumra da zanîn ku rêgeza wekheviyê, herçend hejmara jinên parlementer kêm kiribe, derfet dane ku jinên xwedî wesfên bilind derbikevin pêş û bikevin meclîsê û wiha got: “Di hilbijartinên parlemento yên di 2017’an de jinan 120 kursiyên meclîsê bi destxistibûn. Ev jî debû ji sedî 26. Di sala 2012’an de ev rêje ji sedî 32 bû (146 kursî). Ev rêje di hilbijartinên 2021’an de paşketinek cidî hate jiyîn.”
Ferîde Gumra destnîşan kir ku di zagona nû ya hilbijartinê de ku di 2021’an de hatî erê kirin, pergala kota hate rakirin û di navbera namzetên jin û mêr de girîngî bidin pergalek a xwe dispêre wekhevtiyê, li cihê ku jin ji partiyan bawer bikin bi hewldanên xwe hewl dan ku bikevin meclîsê. Ev jî bi xwere piştî ku hatin hilbijartin berpirsyartiyên ku li sere wan raste rast pêkbînin wê bi xwere bîne.
‘Zagonên heye li dijî jinane’
Ferîde Gumra bi gotin “Mekanîzmaya zêdekirina rêjeya jinê di siyasetê de cardin jin bi xweye.” Destnîşankir u divê jin astengiyên civakî derbas bikin, ji ber zagonên heye li dijî jinane û wiha got: “Wekhevî wek destkeftiyekê, pergala lîsteya eşkere, firsendek ku dest jê neyê berdane. Îro li meclîsê tevê hejmara kêm a jinan, bendewariyên van jinan û di asta bandor bûnê de mozîkek guncaw ava kirine.”
Astengî û zorî
Ferîde Gumre anî ziman ku li ber tayîsandina wekheviyê di lîsteya hilbijartinê de astengî hene û got: “Di hilbijartina parlementoyê ku di 12’ê Hezîrana 2021’an de hatî kirin, partiyên siyasî di astek têrker de namzetên jin nîşan nedabû. Di nava sedemên wê de jî ji ber eleqeya jinan di siyateê de kême û hê qada siyasetê wek qadek a serdestiya mêr tê dîtin cih digre. Gelek maf bi têkoşîna siyasî tê bi destxistin.” Ferîde Gumra mînaka destûra jinan a ji 3,5 mehan bûye 5 meh nîşan da û da zanîn ku li pey wê hewldanên cidî yên siyasî hene. Bivê mînakê ev peyam da jinên Cezaîrê û got: “Jin mafê xwe bi têkoşînê bi dest dixwin.”
Ferîde Gumra destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşaa jinên hatin hilbijartin di meclîsê de rol girtin li hinek herêman serweriya ‘serdestiya mêr’ e û got: “Ev nêzîkatî, li pêşiya ku jin di mekanîzmayên biryargirtinê de cih bigre derdikeve. Ji xwe jin di dika siyasetê de, di erkên bilind dene û di pêvajoyên biryaran de rolek girîng lîstine û gelek mînakên wiha hene.
Herî dawî Ferîde Gumra da zanîn ku jin ji derveyî teşwîqkirina jinan a beşdarîkirina pêvajoyên biryargirtinê, ji bo pêşxistina krêhatiyên xwe yên siyasî û civakî bal kişand ser girîngiya perwerdê.