Rojîn Mukriyanî: Gavên ku êdî Tirkiye bavêje girîng in
Endama lijneya rêveber ya KNK Rojîn Mukriyan dibêje: “Gavê ku PKK’ê avêtiye, li Tirkiye wê bibe xala destpêka pêvajoyê aştiyê. Gavên ku jê şûnde dê Tirkiyeyê bavêjin girîng e.”
Navenda Nûçeyan – Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9’ê Tîrmehê de kiribû, li Şikefta Casenê ya gundê Surdaş ê navçeya Dukana Silêmaniyê ya herêma Başûrê Kurdistanê merasîmek pêk hat. Komeke gerîlayên ji 30 kesan pêk dihat û wek Koma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat pênasekirin, çekên xwe şewitandin. Têkildarî mijarê me li gel xwendekara zanîngeha Cork ya Îrlandayê, analîsta siyasî û endama lijneya rêveber ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Rojîn Mukriyanî re hevdîtinek pêk anî.
Rojîn Mukriyan diyar kir ku gavê ku Partiya Karkerên Kurdistinê (PKK)’ê avatiye, di gelek aliyan de li Tirkiyê, di pirsgirêka Kurd de ji bo pêvajoya aştî û çareseriya siyasî pencereyek firsendê vekiriye û got: “Bi taybetî di demên berê de hewldana aştiyê ku di 2009’an de destpê kirî û heta 2015’an berdewam kiriye de astengiya herî mezin a li pêşiyê, nijadperestiya Tirkiyê bû.”
‘DEM Partî di geşedanên siyaseta heyî de rolek girîng dilîze’
Rojîn Mukriyan banga dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi van gotinan nirxand û got: “Li gel gavê dawî ya Ocalan a bi dawîkirina têkoşîna bi çek, di aliyê rûnîştandina pirsgirêka Kurd a di çarçoveyek siyasî de, li Tirkiyeyê di navbera civakên Kurd û Tirk de zemînek nû yê nêzbûnê ava kiriye. Ev gav dikare nijadperestiya Tirkiyê û gotinên ku mafên bingehîn ên civaka Kurd înkar dike lewaz bike. Ocalan bi vê nêzîkatiyê feraseta înkarker û hişkbûna wê kêm bike. Vîzyona siyasî ya Ocalan xêz kiriye, xwe dispêre sê rêgezên bingehîn; civaka ekolojîk, civaka demokratîk û civaka navenda wê jin e.
Bingehê vê civakê jî xwe dispêre rêxistinkirina gel û bihêzbûna civakan. Li gel vê, yek ji astengiyên herî mezin li pêşiya vê projeyê, PKK hê ji aliyê Tirkiye û gelek welatên Rojava ve hê di lîsteya rêxistinê terorî de tê girtine. Ev rewş bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, rêxistinkirina civaka Kurd, seferber bûn, li pêşiya beşdariya pêvajoyê astengiyek bi bandor ava dike. Lê belê îro li Bakurê Kurdistanê, partiya ku di çarçoveya zagonan de, xebat dimeşîne û di parlementoya Tirkiyeyê de nûnertiyek wê ya bihêz heye, Partiya Wekehevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî)’ heye. Ev partî di geşedanên siyaseta heyî de rolek girîng dilîze.”
‘Bi hewldanên yekalî yê civaka Kurd aştî ne pêkan e’
Rojîn Mukriyan da zanîn ku çareseriya pirsgirêka Kurd ne pêvajoyek yak alî ye, pêwîstî bi gelek alî û nêzîkatiyek xwe dispêre diyalogê heye û wiha got: “Li gorî daxuyaniya Koma Civakê Kurdistan (KCK) xwegihandina çareseriyek mayînde, tenê bi hewldanên yekalî yê civaka Kurd aştî ne gengaz e. Di aliyê hiqûqî û siyasî de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêdivî bi îradeya hevpar a çareseriyê heye. Ger em îro behsa pêwîstiya aştiyê dikin, em neçar in behsa bidawîkirina şer bikin. Alîyên van şeran heye yan ji aliyê van şeran jî dewleta Tirkiye ye.”
Rojîn Mukriyan bal kişand ku dewleta Tirk derbarê pêvajoya aştiyê de tu gavek şênber neavêtiye û got: “Aştî ancax bi pêla civakî û siyasî ya li Rojhilata Navîn dê pêk were. Ev pêl hem gef hem jî firsendan digre nava xwe. Di vî alî de beşdarnebûna jidil û çalak a dewleta Tirk di pêvajoya aştiyê de, hewldana yek alî ya gelê Kurd, tevî mr girîng û hêja ne jî, ji bo xwegihandina çareseriyek edlane û mayînde wê têrker nebe.”
‘Gavê dewletê wê girîng be’
Rojîn Mukriyan wiha domand: “Tiştên ku îro li Rojhilata Navîn diqewime, ne tenî ji guherînên siyasî pêk tê, berovajî em di nava pêvajoyek bi kok, bingehîn û veger de ne. Ev dem, têgînên dost û dijminan, modelên îtîfaq û rekabetê, heta hêz û nêzîkatiyên rewa cardin hatiye pênasekirin û dema jinûve avakirinê ye. Ev pêvajoya jinûve avakirinê, tenê nayê wateya guherîna hêza di navbera dewletan de, di heman demê de kar û barên sererastkirina siyasî, di têkiliyên netewî de, hem di asta dewletê de û bi awayê berxwedana nû û beşdariya civakî îşareta bi kok e. Di qadek wiha de biryarên di asta dewletê de tên girtin, hem jî xebatên aktorên dewletên derve, ji aliyê vê zemîna tevlîhev û guherîn ve tê şekilkirin. Ji ber vê Tirkiye jî di nav de gavên ku dewlet di demê pêş de bavêjin, di vê aliyê jeopolotîk de serbixwe nayê nirxandin. Li aliyê din, wê dewleta Tirk bersîvek çawa bide vê pêvajoyê, wê kîjan gavên biavêje girîngiyek mezin dihilgire.”
‘Divê civak aktîf be’
Rojîn Mukriyan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rola civakê û beşdariya wê û wiha got: “Wek rola civak dilîze, dibe diyarker be. Ger civakek hişyar, berpirs, civakek rêxistinî, dibe xwedî hêza geşdanên siyasî ya civakek wisa û bandorkirina pêşerojê. Di vê pêvajoyê de divê civak ne tenê hişmend be, di heman demê de divê aktîf be. Tenê bi vî awayî, ev pêvajo beşek jê di bin kontrola gel de gengaz bibe.”