‘Divê gelên Rojhilata Navîn xwedî li banga Rêber Apo derkevin’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) Remziye Mihemed da zanîn ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji bo tevahiya qeyran û aloziyên Rojhilata Navîn e û dikare bibe bersiv û çareseriya hemû pirsgirêkên li herêmê.

PELÎN NÛPELDA

Qamişlo – Pêvajoya ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk de bi pêş ket bi xwe re li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rê li ber guhertin û weguhertinên nû vekir û pevajo ket qonaxeke nû.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed  têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  a Aştî û Civaka Demokratîk û bandorên wê yên li ser heremê û Rojhilata Navîn ji ajansa me re axivî.

Remziye Mihemed da zanîn banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye di demeke dîrokî de ye, ew li tevahî gel pîroz dikin û wiha got: “Em weke gelê Kurd dikevin pêvajoyeke nû. Bi taybetî piştî têkoşîna 52 salan û fedakariya gelê Kurd êdî pêvajoyeke nû destpê dike. Ji niha û pê ve ji bo têkoşîna gelê Kurd pêwîst e were kirin. Em dikevin qonaxên dîrokî. Tiştên ku ketin ser milên PKK’ê, pêk anîn. Pêwîst e dewleta Tirk jî gavên şênber û pratîk bavêje. Xaleke sereke jî ew e ku divê tundî bê rawestandin û hemû girtî bên berdan. Rêber Apo bi vê bangê re berpirsyariya esasî rakiriye ser milên xwe û ev pêvajo divê tenê yekalî neyê meşandin. Tevî ku berpirsiyareke giran e jî Rêber Apo rêvebirina pêvajoyê girt ser xwe.”

‘Têkoşîna 52 salan ji bo parastina hebûn û mafên gele Kurd bû’

Remziye Mihemed diyar kir ku li hemberî pêvajoya niha tê meşandin di serî de dewleta Tirk, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, tevahiya civak, rêxistinên jinan divê bi erka xwe rabin û wiha got: “Her kes divê pêşengî bike û erka xwe ya dîrokî pêk bîne. Divê gavên mezintir bên avêtin û lezbûnek jî di pêvajoyê de çêbibe. Rast e her kes nikare barê aştiyê rake, tenê kesên xwedî sekn û hêz dikarin pêşengiyê bikin. Her wiha ger dewleta Tirk mafên neteweyan nas bike û qebûl bike wê demê neteweya demokratîk pêk tê û pirsgirêka ziman çand û gelan ji holê radibe. Xebatên Rêber Apo yên ji bo banga aştî û demokrasiye pîroz û girîng in. Ji ber vê jî pêwîst e pêvajo biserkeve. Şerê ku bi salan e gelê Kurd dimeşîne ji bo parastina hebûn, doz û mafên xwe bû. Tevgerên Kurdan ên berê jî û yên niha jî her dem ji bo parastin û hebûna xwe têkoşiyan. Ger pêvajo bi pêş bikeve û çek bêdeng bibin ev yek careke din jî ji bo aştiyê ye.”

‘Projeya Rêber Apo ji bo hemû neteweyan e’

Remziye Mıhemed destnîşan kir ku bandora pêvajoya banga aştî û civaka demokratîk li ser Rojava û tevahiya Sûriyeyê heye û wiha pê de çû: “Bang û projeya ku Rêber Apo dibêje niha li Rojavayê Kurdistanê modela wê heye, bi pergala neteweya demokratîk tê meşandin û pêkanîn. Ew model dikare ji hemû netew û gelan re bibe mînak ku çawa xwe li hemeberî desthilatdariyê biparêzin û hemû pêkhate bi mafên xwe bi hev re bijîn. Em dibînin ku roja îro çawa nirxên netewan û çanda wan tên parastin, sîstema hevserokatiyê, Rêveberiya Xweser, mafên jinan û pêkanîna qanûnên jinan di sîstema Rêveberiya Xweser de, hemû rêgezên bingehîn in.”

‘Weke jin divê em di pratîkê de erka xwe pêk bînin’

Remziye Mihemed diyar kir ku wê her dem tekoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bidomînin û wiha got: “Pêwîst e hemû jin bi taybetî jinên ji netewên cuda pêşengî ji pêvajoyê re bikin û bi rola xwe rabin. Bi banga aştiyê re pêwîst e em erka xwe ya rêxistinî bi cih bînin. Di serî de jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, yên xwedî ezmûna Şoreşa Rojava û jinên ji Rojhilata Navîn û cîhanê jî pêwîst e xwedî li banga Rêber Apo derkevin û rol û misyona xwe bi cih bînin. Wek jin, divê em di pratîkê de erka xwe bidin diyarkirin û pêk bînin. Bi hevgirtineke xurt û yekbûnê em dikarin li projeya Rêber Apo xwedî derkevin û pêk bînin.”

‘Divê herî zêde gelên Rojhilata Navîn xwedî li vê bangê derkevin`

Remziye Mihemed wiha bi dawî kir: “Ji bo ku şerê cîhanê yê sêyemîn bi dawî bibe û li Rojhilata Navîn aramî pêk were, tekane riya çareseriyê projeya Rêber Apo ya banga aştî û civaka demokratîk e. Rêber Apo beriya niha dabû diyarkirin ku ger derfeta wî hebûya wî yê şerê cîhanê û Rojhilata Navîn di hefteyek de bida sekinandin. Hewldan û lêkolînên Rêber Apo her dem ji bo parastina gelan û mafan û çareseriyeke mayînde bû. Projeya aştî û civaka demokratîk ji bu pêşîgirtina şerê ku li herêmên Rojhilata Navîn, tê meşandin e. Divê herî zêde gelên Rojhilata Navîn xwedî li banga aştî û civaka demokratîk derkevin. Ji ber ku mafê her gelî di proje û banga dîrokî de heye, bi wê dê bên parastin, çareserî ji qeyrana heyî re bê dîtin.”