rojane
-

34 rêxistinên mafan ji bo Xezayê bang kirin
34 rêxistinên ku di warê alîkariya mirovî û mafên mirovan de dixebitin, bang li Konseya Ewlekariyê ya NY û hemû dewletan kir ku firotina çekan ji bo Îsraîlê rawestînin û li gorî biryara UAD’ê tevbigerin.
-

Welatiya Swêdê bi qirkirina Êzidiyan hat sucdarkirin
Dadgehên Swêdê jineke 52 salî bi hinceta ku di navbera salên 2014-2016’an de li mala xwe ya li Reqayê jin û zarokên Êzidî kir kole, bi qirkirinê sûcdar kirin.
-

‘Li Urmiyeyê polîtîkayên perwerdeyê dibin sedema zewaca di temenê biçûk de’
Ji ber polîtîkayên hikumetê Kurdên ku li Urmiye û li herêmên din dijîn perwerdeya zarokên wan nîvî dimîne. Mamoste Ronak Mohamedî got ku zarokên ji dibistanê tên girtin tên zewicandin û neçarî xebatê dimînin.
-

Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye qetilkirin
ATK’ê di rapora ku ragihand Serdozgeriya Komarê ya Amedê de diyar kir ku Narîn Guran a piştî wendabûnê 19 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin hatiye xeniqandin.
-

Jinên Idlibê dixwazin feraseta dagirkeriyê bidawî bibe
Jinên Idlibê destnîşan dikin ku ew ji ber hişmendiya mêr tên çewisandin, bi çavekî ku tenê ji bo karê malê û anîna zarokan bin li wan tê mêzekirin û bang kirin ku xebatên hişyariyê bên lidarxistin.
-

Ji ber êrişan li Zîvala Xezayê nexweşiyên derûnî zêde dibin
Derûnînas Muna Ebû Elba diyar kir ku ji ber şer bi jinên li Zîvala Xezayê re nexweşiyên derûnî zêde bûne û bang kir ku tevli civînên piştgiriya derûnî yên li hinek navendên koçberiyê didin bibin.
-

Li Kobanê ji ber brûskê zarokek jiyana xwe ji dest da
Li gundewarê Kobanê di encama lêdana brûskê de ji heman malbatê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
-

Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê derket
Emîne Şenyaşar a ku îro ketina wê ya avahiya koma DEM Partiyê hate astengkirin, rewşa wê aloz bû û rakirin nexweşxaneyê. Emîne Şenyaşar piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derket.
-

Emîne Şenyaşar piştî hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê
Emîne Şenyaşar a çalakiya wê ya “Nobeta Edaletê” ya li Meclisê hate astengkirin, piştî ku rewşa wê aloz bû rakirin nexweşxaneyê.
-

Malbata Şenyaşar li meclisê hat astengkirin
Emîne Şenyaşar a ku çalakiya xwe ya ‘edaletê’ li ber Meclisê didomîne, ketina wê ya avahiya Koma DEM Partiyê hat astengkirin.
-

Li Xezayê mirov ji du rojan carekî xwearinê dixwîn
NY’ê ragihand ku gelê li Zîvala Xezayê ya ku artêşa Îsraîlê zêdetirî 11 meh in êrîşên xwe lê didomîne, bi navînî her du rojan carekê tenê dikarin xwarinê bixwin. Li herêmê 3 hezar û 500 zarok ji ber birçîbûnê di bin metirsiya mirinê de ne.
-

Li Dîwandereyê pêşangeha wêneyan hat vekirin
Pêşangeha şêwekarî ku bi taybetî ji wêneyên pênûsa risas ên hemû jinên şêwekar pêk tê li Dîwandereyê hat vekirin. Mamosteya hunerê Zihûre Lutfî wiha got: “Berhemên vê pêşangehê der barê jin, zarok û ajalan de ne.”
-

Xelata rûmetê ya Apê Mûsa dan Pexşan Ezîzî
Xwediyên Xelatên Rojnamevaniyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Xelata Rûmetê ya îsal; ji bo biranîna rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên bi SÎHA'ya Tirkiyeyê hatin qetilkirin, dan rojnamevan Pexşan Ezîzî.
-

‘Divê em ji bo jinên xwedî pêwîstiyên taybet têkoşînê zêdetir bikin’
Seroka Komeleya Kesên Xwedî Pêwîstiyên Taybet a Musawayê Hanan Al-Farsî destnîşan kir ku ji bo mafên jinên xwedî pêwîstiyên taybet hebe beşdarî her qadê jiyanê bibin divê têkoşîna tevgera jinan du qat zêdetir bikin.
-

Endamên hevpeymana 188’an: Guherîna zagonê şikandina îradeya jinan e
Hevpeymana 188’an çalakiyên xwe yên ji bo rawestandina Zagona Rewşa Kesane berdewam dike. Meclisa cîgiran a Iraqê hewl dide sererastkirina zagonê bihêle xwendina duyemîn.
-

Gelê Wargeha Mexmûrê rûxmê hemû êrişan li ber xwe dide
Gelê Wargeha Mexmûrê yên bi salane rastî her cûrê êriş, amborgo, dorpeç û polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê tên, rûxmê tevahî êrişan jî têkoşîn û berxwedana xwe didomînin.
-

‘Bi fikr û ramanên Rêber Apo li her qadê reng û denge jinan heye’
Jinên Êzidî yên tev li komxebata ‘Têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ bibûn, diyar kirin ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her qadê reng û denge jinan heye û ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga têkoşînê kirin.
-

Jin li ser xweparastinê nîqaş kirin
Hêzên Parastina Jinên Beth Nehrîn û Sotoro Jin li ser “Xweparastina jinê mafekî rewa ye ji bo azadiyê” li bajarê Qamişlo panêlek li dar xistin.
-

Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome
Çalakvanên Wargeha Mexmûrê, zêdetirê saleke bi biryardariyek xurt Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, didominin.
-

Komxebata ‘Têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ bi encamnameyê bi dawî bû
Komxebata ‘Li hemberî krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ ku li navenda Şengalê hat lidarxistin, bi encamnameyê bi dawî bû.