rojane
-

Pexşan Ezîzî: ‘Jin Jiyan Azadî’ felsefeya jiyanê ye
Rojnameger Pexşan Ezîzî di nameya ku bi boneya dûyemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ nivîsî de got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî, felsefeya jiyanê ye.” Pexşan Ezîzî diyarkir ku divê civakek xwedî hişyariya şoreşê pêşbikeve.
-

YPJ: Bi ‘Jin Jiyan Azadî’ şoreşa azadiyê xurtir û berfirehtir bikin
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya duyemîn salvegera şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyek nivîskî weşand. YPJ bang li hemû jinan kir ku li dora ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xeleka ber bi şoreşa azadiyê ve diçe, xurtir û berfirehtir bikin.
-

TJK-E ji endamên Konseya Ewropa re name şand
TJK-E’yê beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ku di navbera 16-19’ê Îlonê de were li darxistin, ji endamên Konseya Ewropayê (KE) re name şand.
-

Jinên koçber ên li Idlibê bi zehmetiyan re rû bi rû ne
Gelek koçberên jin li Idlibê pirs dikin ka alîkariyên ku tên kirin bi ku ve diçin. Bi taybet gelek kampên li Idlibê piştgirî nagihije jinên xwedî pêdiviyên taybet û yên hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane.
-

TAJÊ: Jin Jiyan Azadî rihê şoreşa jinê ye
TAJÊ bi boneya 2’emîn salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî daxuyanî da. TAJÊ got, “Jin Jiyan Azadî rihê şoreşa jinê ye” û bang li hemû jinan kir bi tekoşînekî hevpar li dijî pergala mêr-dewletê serî hildin.
-

‘Şoreşên serdemê dê di karekterê ‘Jin Jiyan Azadî’ de be’
Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma got ku pêngava ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî pergalê ye û diyar kir ku îrade û lêgerîna jinan didome, loma divê ev îrade bi têkoşîna tevgerên li dijî pergalê mezin bibe.
-

Sînemaya Amûdê ji nû ve tê avakirin
Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê bi Komîna Fîlm a Rojvava re di bin çavdêriya Ofîsa çavdêriya Teknîkî ya şaredariya Amûdê de, ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Sînemaya Amûdê dest bi çêkirina avahiya sînemayê kirin.
-

Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 41 hezar û 206
Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 41 hezar û 206.
-

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk 2 jinan qetil kir
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi ser malên gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî de girt, 2 jin hatin qetilkirin û bi dehan birîndar bûn.
-

Ji sedî 10 zarokên li Urmiye naçin dibistanê
Rêveberê Giştî yê Ofîsa Karûbarê Civakî yê bajarê Urmiyeyê ragihand ku ji sedî 10’ê xwendekarên bajêr, dest ji dibistanê berdane. Sedema destjê berdanê jî bi xizaniyê ve hate girêdan.
-

Cezayê hepsa malê dan dê û bavê Jîna Emînî
Îranê cezayê hepsa malê da dayik û bavê Jîna Emînî yên destnîşan kiribûn ku ew ê bi boneya 2’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî merasîmekê li dar bixin. Her wiha li bajarê Seqizê jî hat dorpêçkirin.
-

Îranê zarokek Beluc ê 12 salî qetil kir
Hêzên Îranê li Sîstan-Belûcistanê 2 zarokan gulebaran kir. Hat ragihandin ku di encama gulebaranê de zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest daye û zarokek jî birîndar bûye.
-

Li Îranê ji serê salê ve 25 jê jin 427 kes hatine darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku ji serê salê heta niha 427 kes ku 25 jê jin in, hatine darvekirin.
-

Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpê kir
Li ser banga PJAK, KJAR û gelek aliyên din yên siyasî bi boneya duyemîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî bi girtina dukan û bazarê destpê kir.
-

‘Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû destpêkek nû’
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya kantona Firatê di 10’emîn salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê yê li ser bajarê Kobanê daxuyanî da û got: “Serkeftina li Kobanê bû çirûsk û despêkek nû ji bo gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê.”
-

CPT: Di êrişên dewleta Tirk de 81 zarok hatin qetilkirin
CPT di rapora parvekirî de ragihan ku di encama êrişên dewleta tirk ên ji sala 1991’ê heta niha li dijî herêma Federe ya Kurdistanê de 81 zarok hatine qetilkirin.
-

Li Fransayê bi hezaran jin li dijî destdirêjiyê daketin qadan
Li gelek bajarên Fransayê, bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi Gisele Pelicot ku di têkoşîna li dijî êrişa zayendî de bûye sembol û jinên ku destdirêjî li wan hatiye kirin hatine daketin qadan.
-

Ji bo rojnamegerên hatine qetilkirin li Silêmaniye bîrdarî hat çêkirin
Ji bo rojnamegerên ku li Herêma Federal a Kurdistan û Iraqê hatine qetilkirin li Silêmaniyê bîrdarî hat çêkirin.
-

Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîmê’ derket
Hejmara 81’emîn a Kovara Jin bi berga ‘Bi ziman û govenda xwe em rê nadin faşîzmê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Jinan ji girtîgeha Evînê ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin
Girtiyên jin ên li girtîgeha jinan a Evînê, duh bi şev bi boneya duyemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ çalakî li dar xistin. Jinan diyar kir ku ji bo piştevaniya greva giştî wê dest bi greva birçîbûnê bikin.