rojane
-

Li ser tabletên Babîlî tarîfê xwarinê ya 3 hezar û 800 salan hat dîtin
Tabletên Babîliyan ên ji Iraqê, ku dîroka wan diçe 3 hezar û 800 salan, çanda xwarinê a cîhanê ronî dike.
-

Rojnamevanên agahî ji wan nedihat girtin ji aliyê HTŞ’ê ve hatin berdan
Kanala 8 (Chanel 8), li ser malpera xwe diyar kir ku rojnamevanên wan Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî, piştî rojek ji binçavkirina wan ji aliyê HTŞ’ê ya cîhadîst ve hatin berdan.
-

Piştî bertekên gel ê li dijî rêgiriyê şandeya Iraqê serdana Mexmûrê kir
Piştî meşa duh ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li dijî pêkanînên hikumeta Iraqê, şandeyek ji Iraqê hat wargehê û hevdîtin hat pêkanîn.
-

Ji Şîrîn Ebadî peyama 1’ê Gulanê: Yekîtî yekane rêya me ye
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî bi boneya 1’ê Gulanê peyamek weşand û got, "Yekîtî yekane rêya me ye."
-

SOHR: Li Şam û Suweydeyê di nava 2 rojan de 73 kes hatin kuştin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di pevçûnên dijwar a ku 2 roj in li Sûriyeyê dewam dikin de 73 kes ku di nav de piranî şervanên Durzî hene, hatin kuştin.
-

Ji du xebatkarên Kanal 8’ê agahî nayê girtin
Ji duh êvarê ve agahî ji rojnamevan Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî ku bûyerên li Şamê dişopandin, nayê wergirtin.
-

34 partî û rêxistinan li dijî pevçûnên li Şamê bang kirin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 34 partî û rêxistinan banga rawestandina şerê li çolterê Şamê kirin û gotin: “Çek û tundî ji bilî wêranî û rijandina xwînê tu tiştekî bi xwe re nayînin.”
-

Li Sûriyeyê meha Nîsanê: 7 jê jin, 2 jê zarok 137 kes hatin qetilkirin
SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di meha Nîsanê de7 jê jin û 2 jê zarok 137 kes hatine kuştin.
-

Projeya ‘Parastin’ li Mexribê ji bo parastina mafên zarokan dixebite
Çalakvana mafên mirovan û endama Komaleya Xatwa ya Mexribî Kewser El-Silêmanî da zanîn ku projeya "Parastin" a li dijî karkirina zarokan karîbû 40 zarokên temenê zagonî derbas nekirine ji qadên kar rizgar bike.
-

Rejîma Îranê mamostaya Kurd ji kar dûrxist
Sendîkaya Mamostayên Kurdistanê ragihand ku mamostaya Kurd Sumeye Exterşemerli Merîwanê ji aliyê rejîma Îranê ve ji kar hate durxistin.
-

‘Di 24 seatên dawî de li Sûriyeyê 41 kes hatin kuştin’
Hate ragihandin ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 41 kes hatine kuştin.
-

Li Koye mihrîcana zanist û çanda netewî
Li Koye mihrîcana zanist û çanda netewî hate li darxistin û xwendekarên beşên cûda yên Peymangeha Teknîkî ya Koye bi çalakî û berhemên xwe yên cûr be cûr beşdar bûn.
-

Newaya Jin: Rola sereke ya jinê ye
Rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin, hejmara xwe ya meha Gulanê weşand.
-

Peyama Gayatri Çakravorty Spivak ji bo Abdullah Ocalan
Mirova zanist a Hindî Gayatri Çakravorty Spivak di peyama xwe ya destekdayîna banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha got: “Ez ji dil û can dixwazim pêvajo mayînde û domdar be.”
-

'Şerê mezhebî ji bo jiyana hevbeş xeter e'
Çalakvana civakî û siyasî Besma El-Ebqanî diyar kir ku komên cîhadîst bi riya şerên mezhebî hewl didin di nava civaka Sûriyeyê de şerên navxweyî ava bikin û got: "Dixwazin bi riya ciwan û xwendekaran ev şer pêk bê."
-

KJK: Banga 27’ê Sibatê banga ji bo avakirina welatek ku nirxa rastîn dide kedê ye
Koordînasyona KJK'ê bi boneya 1’ê Gulanê peyamek da û got: “Banga Jiyaneke Azad û Civaka Demokratîk a Rêber Apo di 27’ê Sibatê de hatî kirin, banga ji bo avakirina welatek ku nirxa rastîn dide kedê ye.”
-

Karkerên jin ên Kobanêyî: Em di 1’ê Gulanê de keda xwe pîroz dikin
Karkerên jin ên Kobanêyî destnîşan kirin ku keda jinan di avakirin û pêşxistina civakê de roleke girîng dilîze û xebata wan di gelek waran de dibe alîkar ku civakeke azad were avakirin.
-

Jinên koçber: Emê bi tekoşîna xwe ya domdar xwedî li keda xwe derkevin
Jinên koçber yên Efrîn û Serêkaniyê bi mebesta 1’ê Gulanê Cejna Kedkarên Cîhanê, gotin ku divê têkoşîna li hember modernîteya kapîtalîst bê bilindkirin û bikaribin vegerin warên xwe yên ku bi salan ked dane.
-

Felsefeya ku çarenûsa gelekî guherand: Em ji mirinê mezintir in
Li ser bedena bendava Tişrînê, di bin balafirên qirkeran û topbaranê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin; Em ji mirinê mezintir in. Ev dirûşim a bû felsefeya jiyanê, çarenûsa gelan û jinan guhert.
-

Suweydayî bertek nîşanî êrîşan dan
Gelê Suweydayê li dijî êrîşên li ser herêmên ku Durzî û Xiristiyan lê dijîn li Sûriyeyê protesto kir û hişyarî da û got, “Ger carekê agirê nakokiyan were pêxistin, tu herêm ewle nabe."