rojane
-

Ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe bang kirin
Li bajarê Munchê ji bo dewleta Îran dawî li cezayên darvekirinê bîne û cezayê der barê sê aktivîstên jin de hatî dayîn bê betalkirin, çalakî hate lidar xistin.
-

Di teqîna li Îranê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hejmara kesên di teqîna li bajarê Bender Abbas ê Îranê de jiyana xwe ji dest dan bû 18.
-

Jin hê jî ji ber zarokên kur naynin cîhanê şîdetê dibinin
Di civakên ku feraseta baviksalar serdest e, jin bi gelek awayên şîdetê re rûbirû dimînin. Jinên ku zarokên wan ên kur tune ne, ji aliye hevjînên bi gotinên ‘anîna hêwiyê’ (zewaca bi ser de) rastî gefan tên û şîdetê dibinin.
-

Hejmara 113'emîn a Kovara Jin derket
Hejmara 113'emîn a Kovara Jin bi berga "Laşê Min! Biryara Min!" hate weşandin.
-

Jinên Sûriyeyê hewl didin sînoran bişkênin
Jinên Suweydayî ku di semînerek de hatin ba hev, destnîşan kirin ku Sûriyeyek tê de jin di mekanîzmayên biryardayînê de cîh digirin, xeyal dikin.
-

Rojnamegerên jin ên Yemenê ji bo derbaskirina astengiyan têdikoşin
Li cîhaneke ku feraseta mêr serdest e, gefên siyasî û ewlehiyê didomin. Jinên Yemenê yên rojnamevan hedef dikin ku di saziyên medya û civakê de bigihîjin pozîsyonên pêşeng lê belê heta niha jî hebûna wan di van qadan de ne gengaz e.
-

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em dixwazin pêşeroja Sûriyê ava bikin
Endamên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez kirin ku jinên Kurd di guhertina civakî û tevgera siyasî ya Sûriyeyê de rolek girîng dilîzin û gotin, "Armanca me ew e ku em bibin hevparên rastîn di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de."
-

‘Divê kiryarên li dijî jinan bên dadgehkirin’
Rêvebera Rêxistina Sara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzû Temo bal kişand ser zext û qedexeyên li ser jinan ku ji aliyê HTŞ’ê ya cîhadîst ve li Sûriyeyê tê kirin û xwest ku kujerên jinan bên darizandin.
-

Yek ji kesên ku Xelata Zêrîn a Bilind girt Zara Muhammedî ye
Xelatên Zêrîn a Bilind ên ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve hatin organîzekirin, bi merasîmekê hatin dayîn. Yek ji van xelatan hêjayî mamoteya Kurdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Zara Muhammedî, hat dîtin.
-

Xizmên Windayan kesên di komkujiya Ermenî de hatin windakirin bibîr anîn
Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê de kesên di komkujiya Ermenî de jiyana xwe ji dest dane bi bîranîn û bal kişand ser girîngiya hevrûbûnê ji bo avakirina pêşerojê.
-

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bi encamname dawî bû
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku li bajarê Qamişlo hatibû destpêkirin bi encamnameyek dawî bû.
-

Li Îranê teqîn çêbû: Herî kêm 281 kes birîndar bûn
Li Lîmana Şahid Recaî ya li bajarê Bender Ebas ê Îranê, teqînek çêbû. Di encamê de herî kêm 281 kes birîndar bûn.
-

Di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de dirûşmên Jin Jiyan Azadî
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê ya ku bi beşdariya zêdetirî 400 delgeyan siharê destpê kir, didome. Di konferansê de dirûşmên Jin Jiyan Azadî berz bûn.
-

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Kadrî Keremoglû pirsîn
Dayikên Şemiyê di hefteya 1048'an a çalakiya xwe de li aqûbeta Kadrî Keremoglû pirsîn û xwestin astengiyên li Qada Galatasarayê ku cihê bîranînê ye bên rakirin.
-

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî didome
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesan di dome. Her wiha hate gotin ku ev yekitî dê mafên gelê Kurd misoger bike.
-

Îsraîl rojnamevanan hedef digre: 213 rojnamevan hatin qetilkirin
Navenda Mafê Mirovan a Filistînê ragihand ku Îsraîl ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha ji bo qirkirinên li dijî Zîvala Xezayê pêkanîne neyê bihîstin, rojnamevanan bi zanabûn hedef digre.
-

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dest pê kir
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya zêdekirî 400 delgeyê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.
-

Li Lubnanê li dijî jinan cudakarî tê kirin
Bi hezaran jinên li Lubnanê ji ber ku bi mirovên biyanî re zewicîne, mafê zarokên wan ê hemwelatîbûna Lubnanê tê redkirin. Jinan diyar kir ku ev yek cudakarî ye, mafê wan û yên zarokên wan tê binpêkirin.
-

Li Şamê qedexeyên nû: Cihê xebatê yên bijîşkên jin û mêr hat cûdakirin
HTŞ’ê ya cîhadîst biryar da ku cihên xebatê yên bijîşkên jin û mêr ji hev bên cûdakirin. Çalakvanên jin vê biryarê weke kûrkirina cihêkariya zayendî pênasekirin û gotin: “Ev biryar li dijî pîvanên pîşeyî ye."
-

Li Hesekê ji bo jinan dewreyek perwerdeyê hat destpêkirin
Jinên beşdarî perwerdeya girtî ya Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Stra bûn tekez kirin ku xwendina pirtûkan deriyê zanebûnê li ber mirovan vedike û gotin: “Bi pirtûkan mirov dikare xwe bi pêş bixe û rastiyan bibine.”