‘Di 24 seatên dawî de li Sûriyeyê 41 kes hatin kuştin’

Hate ragihandin ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 41 kes hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 41 kes hatine kuştin.

SOHR’ê ku der barê mijarê de hin hûrgilî parve kirin û destnîşan kir ku li gundewarên Şamê çekdarek ji taxa Ceremana dema bersiva êrişa komeke alîgirê desthilata Şamê dida, hat kuştin, di êrişeke din de jî ji niştecihên Eşrefiya Sehnaya 6 çekdar û 2 kesên alîgirên desthilata Şamê û 16 kesên endamên desthilata Şamê hatin kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li bajarê Marî yê li bakurê Helebê jî di pevçûneke malbatî de ciwanek hat kuştin û li bajarê Minbicê jî ciwanek dema çeka xwe paqij dikir, di encama teqîna wê de hat kuştin.

Hate diyarkirin ku li gundê Ewad ê Reqayê ji ber teqandina guleyan di dawetekê de şêniyek bi şaşî hat kuştin û li gundewarên Humisê jî li ser rêya Ekrema-Weir kesek ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.

Li gorî SOHR’ê, li kampa Yermûk a li Şamê jî, komeke çekdar bi ser mala pîlotekî malnişîn de girt û ew kuşt. Li bajarê Humisê jî termê mêrekî di kanaleke avê de hat dîtin.

Her wiha hate ragihandin ku li bajarokê Bûleyl ê Dêrazora jî şêniyek di encama pevçûna ji ber rakirina tolê de hat kuştin. Li gundewarê Şamê hêzên desthilata Şamê û alîgirên wê li ser rêya Siwêda-Sehnaya kemînek ji karwanekî çekdaran re dianî, di encamê de 6 çekdarên durzî hatin kuştin.

SOHR’ê ragihand: “Li derdora bajarokê Sehnayayê komeke çekdar a alîgirê hêzên Wezareta Parastinê 2 welatî di çewlika mirîşkan de înfaz kirin û li gundê Îsûn ên Humisê jî perwerdekarekî sporê ji aliyê çekdaran ve hat kuştin.”