Piştî bertekên gel ê li dijî rêgiriyê şandeya Iraqê serdana Mexmûrê kir
Piştî meşa duh ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li dijî pêkanînên hikumeta Iraqê, şandeyek ji Iraqê hat wargehê û hevdîtin hat pêkanîn.

Mexmûr – Piştî meşa duh ya Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ya li dijî rêgirî û ambargoya hikumeta Iraqê, şandeyek ji Iraqê hat wargehê û hevdîtin hat pêkanîn.
Ji 10’ê Nîsanê ve xala kontrolê ya ketina wargehê ku ji aliyê hêzên leşkerî yên Iraqê ve tê kontrolkirin, nahêle kelûpelên avahîsaziyan bikevin wargehê. Herwiha ev zêdeyî du salan e nasnameyên penaberên Mexmûrê nayên nûkirin, ji bo vê jî gelek caran di rêyên hatin û çûyînê de pirsgirêk ji bo gelê wargehê tê derxistin.
Li ser vê yekê duh şêniyên wargeha Mexmûrê, li dijî zext û ambargoya li ser wargehê, daketin qadan û meşek girseyî lidarxistin. Bi meşa ku duh lidarxistin daxwaz kirin ku ji demekê ji ya din zûtir, hikûmeta Îraqê tevî saziyên xwe yên eleqeder pirsgirêkên heyî çareser bike û astengiyên hatine danîn werin rakirin.
Piştî meşê rêveberiya wargehê bi rayedarên Iraqê re hevdîtinek kurt kiribûn û rayedarên Iraqê soz dan ku şandeyek were wargehê li ser van mijarên heyî hevdîtinekê pêkbînin. Li ser vê yekê îro şande hat wargehê û hevdîtin hatin pêkanîn. Her wiha şande di nav wargehê de geriya, serdana nexweşxane, dibistan û şaredariya wargehê kirin. Bi riya hevdîtinê daxwazên gel yên wek nûkirina nasnameyan, vekirina deriyê xwendinê ji bo xwendekarên zanîngehê, rakirina astengiyên di çuyîn û hatina karkeran de û vekirina derî ji bo pêwîstiyên jiyanî û kel û pelên avahiyan, ji Bexdayê re bi nivîskî hatin şandin.
Şande diyar kir ku wê di demek kin de bersiv bidin.