rojane
-

Rojnamevanên jin: Divê hewldan tenê di gotinê de nemînin
Jinên rojnamevan ên Helebceyê hewldana ji bo parastina ji êrîşên zayendî, gef û zextan girîng dibînin û dibêjin: “Divê zagonên ku jinên rojnamevan biparêzin hebin da ku bikaribin di erk û mafan de wekhev bin.”
-

Hejmara 124’an a Kovara Jin derket
Hejmara dawî ya Kovara Jin, bi berga “Jin tên kuştin edaleta mêr bêdeng e” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Aktîvîstên jin tên hedefgirtin: Tevî gefan jî têkoşîn didome
Aktîvîstên jin ên li Sineyê, bi salan ji bo piştgirîdayîna mexdûran hewl dane lê îro bi xwe di hedefa êrîş û tundiyê de ne. Tevî hebûna gefan jî aktîvîstên jin têkoşîna azadiyê ya jinan didomînin.
-

Zewaca di temenê biçûk de li Tûnisê xewnên zarokan tune dike
Li Tûnisê zewaca di temenê biçûk de xewnên zarokên keç tune dike. Ew ji xwendin, derfetên kar û serxwebûnê bêpar dimînin û ji ber rastiyên dijwar ên aborî û zextên malbatê neçar dimînin bizewicin.
-

Şahidên kêliyên dîrokî: Biryardariya têkoşîna Kurdan di merasîmê de xuya bû
Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li cîhanê deng veda. Jinên siyasetmedar ên şahidî ji merasîmê re kirin, diyar kirin ku pêvajoya heyî, nîşaneya têkoşîn û vîna gelê Kurd e.
-

Meclîsa Jinên Sûriyeyê hewl dide jinan di her warê de bihêz bike
Rêvebera Meclîsa Jinên Sûriyeyê Meryem El-Heyanî diyar kir ku meclîs bi riya pêngavên hişyarkirinê, komxebatan û însiyatîfên ku armanc dikin jinan di hemû waran de bihêz bikin û edaleta civakî pêk bînin, xebatan dikin.
-

‘Divê ji aliyê dewleta Tirk ve gavên zelal bên avêtin’
Rewşenbîrên jin û parêzerên ji bajarê Qamişloyê, diyar kirin ku xwedî derketina li pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk erka herkesî ye û bi taybetî divê ji aliyê dewleta Tirk ve gav û helwestên zelal derkeve holê û bipêş bikevin.
-

Li Taîzê 5 zarok bi teqîna bombeyekî jiyana xwe ji dest dan
Li gundê El-Arsum ya herêma El-Habil El-Heşme ya navçeya Taizê, bombeyekî şer teqiya û 5 zarok jiyana xwe ji dest dan. Temenê zarokan di navbera 12 û 15 salî de bû.
-

Li Xezayê di êrîşên Îsraîlê de 59 kes jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de di nava 24 saetên dawî de 59 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmar bi vî awayî derket 57 hezar û 882’an.
-

Talîban zexta li ser rojnamegeran zêde kir
Navenda Rojnamevanên Efganî, ragihand ku Talîbanê di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de zextên li dijî rojnamevanên jin û xebatkarên çapemeniyê di astekî girîng de zêde kir.
-

Dayikên beşdarî merasîma dîrokî bûn: Em aştiyê dixwazin
Dayîkên aştiyê yên ku beşdarî merasîma duh a dîrokî ya çek şewitandina PKK’ê bûne gotin: “Em aştî û bi hevre jiyana gelan dixwazin. Ji bo mafê xwe çek hat hilgirtin û ji bo aştiyek mayînde û azadiyê niha çek tên tune kirin.”
-

Pervîn Buldan: Divê bi lez gav bên avêtin
Pervîn Buldan got, “Pêvajo çiqas dirêj be dê sedemên provokasyon û înîsiyatîfên din derdikevin holê. Divê bi lez gav bên avêtin da ku pêvajo di demek nêzîk de bi ser bikeve."
-

Rêxistina Sara: Divê kujerên Rewa Yasir Ebûd bê darizandin
Rêxistina Sara qetilkirina jina bi navê Rewa Yasir Ebûd bi daxuyaniyek şermezar kir û xwest ku kujer bê darizandin.
-

Di çalakiya Xizmên Windayan de desteka ji bo pêvajoyê
ÎHD û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişandin ser merasîma PKK’ê ya duh ya şewitandina çekan û gotin: “Ev gava niyeta baş li pêş çavê hemû dinyayê hate avêtin. Em dibin şahid ku dewlet divê mijarê de tu gav neavêtine.”
-

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Me xwest em bi koma 30 kesî re vegerin lê bingeha hiqûqî tune ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar a li Şikefta Casenê bû şahida merasîma şewitandina çekan a Koma Civaka Demokratîk, got: “Me xwest em bi heyeta ji 30 kesan pêk dihat re ji bo tevlî siyaseta demokratîk bibin vegerin, lê bingeha hiqûqî tuneye.”
-

Dayîkên Şemiyê: Em dixwazin hêviya aştiyê xurt bibe
Dayîkên Şemiyê ku pirsa aqûbeta windahiyên xwe dikin, di hefteya 1059’an hatin ba hev û gotin: “Em dixwazin ku rewşa sekinandina şer mayînde be û hêviya aştiyê xurt bibe. Em dizanin ku Tirkiyeyek bi tevahî demokratîk mimkun e."
-

Dê li Meclîsa Tirkiyeyê komîsyon bê avakirin
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, diyar kir ku dê li Meclîsê komîsyon bê avakirin û got: “Em ê pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê di bin banê Meclîsê de nîqaş bikin.”
-

Têkoşîn Ozan: Divê nêzîkatiyên têkildarî çareseriyê hebin
Têkoşîn Ozan diyar kir ku merasîma hatî lidarxistin, îradeya têkarîkirina demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye û got: “Merasîma me li dar xist niyetbaşiyeke têkildarî demokratîkbûyînê ye. Divê nêzîkatiyên têkildarî çareseriyê hebin.”
-

'Bê temsîliyeta jinan li Sûriyeyê dadwerî ne pêkan e'
Berdevka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nehêd Nehas derbarê beşdariya jinan a li edaletê de got ku "Jin cewhera civakeke hevgirtî û hêmana bi bandor in. Lewma bêyî jinan edaleta rastîn li Sûriyeyê ne pêkan e."
-

Li Yemenê zewicandina zaroka 12 salî bû sedema hêrsa jinan
Li Yemenê keçek 12 salî di nav bêdengî û hevkariya eşkere de hat zewicandin, bû sedema hêrsa rêxistinên jinan û saziyên mafên mirovan.