Aktîvîstên jin tên hedefgirtin: Tevî gefan jî têkoşîn didome

Aktîvîstên jin ên li Sineyê, bi salan ji bo piştgirîdayîna mexdûran hewl dane lê îro bi xwe di hedefa êrîş û tundiyê de ne. Tevî hebûna gefan jî aktîvîstên jin têkoşîna azadiyê ya jinan didomînin.

MARÎA KADÎMÎ

Sine – Li şûna ku jinên di qadên civakî de çalak in bên teqdîrkirin û rêz ji wan re bê girtin, bêrêzî, bêrûmetkirin û şerê qadên taybet ên malbatî yên li dijî jinan, bûye tevgereke ji rêzê. Ne qanûn ne jî civaka sivîl a li Kurdistanê, li dijî vê karesatê derneketine û vê tiştê ji destpêkê ve asteng nekirine. Ev rastî nîşan dide ku jin hem ji aliyê qanûnî ve hem jî ji aliyê civaka baviksalar ve nayên parastin. Ev nûçe bi armanca hişyarîkirina civakê û avakirina hesasiyeta giştî hatiye amadekirin.

Aktîvîst hedefên sereke ne
Komek jinên ku bi salan e ji bo piştgirîdayîna jinên zirar ditîne, zarokên sêwî yan jî di malbatên bêeleqedar de mezin bûne û kesên bêmal xwe feda kirine, di roja me ya îro de rastî êrîşên devkî û medyaya dîjîtal a kes û derdorên yekane armanca wan hilweşandin e, tên. Ev kesên ku li şûna bihêzkirina aktîvîzma sivîl û parastina jinan a li dijî tundiyê, berovajî tevdigerin û nirxên mirovî binpê dikin, bêrûmetkirina aktîvîstên jin veguherandine amûra mezinkirina xwe û biçûkxistina mirovên din.

Pirsên bêbersiv ên di riya têkoşînê de

Gelo riya têkoşînê ya ku divê azadiya jinan û jiyana wan hêsan bike, çima rastî jirêderketinê tê? Gelo ev yek sûdê dide kî? Gelo çima jin ji nû ve bûn hedefên sereke? Gelo hebûna bi bandor û dengê serbixwe yê jinan, ji bo berjewendî û hebûna wan dibe gefek çawa?
Bi hezaran pirsen bê bersiv hene, dibe ku bersivên wan pirsan di çîrokên jinan ên nehatine vegotin de be; di bêdengiya bi êş û berxwedaniya wan a bêdeng de veşartiye. Aktivîstek jin a bi salan e di qada jinan de xebatê dimeşîne, bêrêzî û tundiya li dijî jinên fedakar ên ku bi salan bi wan re xebat meşandin, ji ajansa me re vegot.

Baviksalarî: Rastiya li pey êrîşan e

Semîrem Rastî, di hevpeyvîna xwe ya ajansa em de wiha got:
“Divê ez beriya her tiştî diyar bikim ku di civaka me de baviksalariyê kok girtiye. Ji ber tu pênaseyek din a tundiya li dijî jinan nîn e. Kesên ku aktîvîstên jin di medyaya dîjîtal û çapemeniyê de hedef digrin, dibin sedema xirabûna morel û zirara derûnî. Lê nikarin jinan ji riyên wan dûr bixin. Mînak hevalek min hedef girtin lê hevala min li ser piyan e û têkoşîna xwe didomîne. Ji ber, ji bo jineke ku jiyan û malbata wê di nava têkoşînê de derbas bûye, tu riyeke din nîn e.

Tevî hebûna gefan jî têkoşîn didome
Semîrem Rastî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em nêzî 6 kes bûn; bi awayekî dilxwaz me piştgirî dida jinên mexdûr, zarok û hwd. Ev piştgiriyeke madî û manewî bû. Endamên koma me, li herêmên cuda yên welat belav bûn û di qadên cuda de xebat meşandin lê hilweşandinê pir zû dest pê kir. Destpêkê mêrên di komê de hatin hedefgirtin lê vê yekê xebata me ranewestand. Piştre jinên di komê de rastî êrîşan hatin, jixwe piranî jin bûn. Li gorî me ev êrîş ji aliyê jinan ve nayên kirin, ji ber ku tu jin li dijî jinên din dijminatiyê nake. Em pir baş dizanin ku li pey êrîşan mêrên xwedî feraseta dijminatiya jinan hene.”

‘Ruxmê êrîşan jî têkoşîna me didome’

Semîrem Rastî, wiha got: “Her yek ji me bi salan, li dijî tundiya nava malê û tundiya zayendî têkoşiya. Me biryar da em piştgiriyê bidin jinên ku rastî heman êrîşan tên. Lê em niha rastî êrîşên civaka ku ew wê diparêzin tên. Ev yek bi êş e. Ev êrîş tenê kesek hedef nagirin, hemû tevgerên jinan û hemû aktîvîstên li qadê hedef digrin.”

Êrîşên piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’

Semîrem Rastî, da zanîn ku êrîşên li dijî jinan piştî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kirine û wiha got: “Bi van êrîşan armanc dikin ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berovajî bikin. Armanc tepisandina tevgera jinan e. Mixabin, hinek kesên ku xwe weke aktîvîstên sivîl bi nav dikin, bi zanîn an jî bê zanebûn pêşiya van êrîşan vekirin.”

Jiyana zehmet û berxwedana domdar a aktîvîstên jin

Parêzvana mafên jinan di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje:

"Me tevahiya jiyana xwe di nava têkoşînê de derbas kir. Di navbera me de, jinên ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrîş, tundî û gefê tên hene. Her yek ji me ji ber pergaa baviksalar rastî gelek zehmetiyan hat lê teslîm nebûne, li ber xwe dan û têkoşiyan. Di dawiyê de jî serxwebûna xwe bi dest xistin û di riya armancên xwe de meşiyan. Em îro careke din bi gefên nû yên civaka baviksalar û dijminê jinan re rû bi rû ne. Lê dîsa li şûna tirsê, me riya têkoşîn û berxwedanê hilbijart. Em bi salan e rastî gefan tên.”

Li gorî agahiyên aktîvîsta jin, gelek jinên ku bi salan bi awayekî dilxwaz xebat meşandin, rastî tundiya devkî hatin û got: “Ev tundî carna bû sedem ku em karê xwe rawestinîn. Lê em careke din bi hêz rabûn ser xwe. Ji ber ku hezkirin û daxwaza kêmkirina zirarên li dijî civakê û li dijî jinan, di dilê wan de mezin e û her cure zehmetiyan sivik dike.”

Bêdengiya civaka sivîl û banga piştgiriyê

Ruxmê vê yekê jî jin bêdengiya civaka sivîl a li dijî van êrîşan şermezar dikin û dixwazin ev bêdengî bidawî bibe û gavên cidî bên avêtin. Li gorî jinan, piştgiriya civaka sivîl a ji bo jinan moral û motîvasyonek mezin dide û di heman demê de ji bo domandina hebûna jinan a di qadên civakî de dê bibe pêbawerî û mîsoger bike. Civaka sivîl, dikare bi riya zanebûn û rûmetdayîna aktîvîstên jin ên dilxwaz, nêrîna li dijî wan biguherîne û pêşiya êrîşên li dijî jinan bigre.