Rêxistina Sara: Divê kujerên Rewa Yasir Ebûd bê darizandin

Rêxistina Sara qetilkirina jina bi navê Rewa Yasir Ebûd bi daxuyaniyek şermezar kir û xwest ku kujer bê darizandin.

Hesekê – Li Taxa Giwêran a bajarê Hesekê jina bi navê Rewa Yasir Ebûd bi çeke hat qetilkirin. Rêxistina Sara bi daxuyaniyek kuştina jinan şermezar kir. Di daxuyaniyê de rêxistinên jinan, komîteya şopandina destdirêjiyê ya Rêxistina Sara û sazî û dezgehên jinan beşdar bûn. Li gorî agahiyan ku heya niha hatine girtin nasnameya kujer nayê zanîn û lêpirsîn berdewam dike.

Daxuyanî li ber Navenda Rêxistina Sara ji aliyê endama komîteya şopandina destdirêjiyê ya Rêxistina Sara Şîlan Ebdo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Tawanek ku tevna civakê ji hev dixe di nava zêdebûna şîdeta li ser bingeha zayendî, li Rojhilata Navîn her diçe zêde dibe. Di bin navê namûs, tundî û hwd. de jin tên kuştin. Îro li Hesekê jina bi navê Rewa Yasir Ebûd hat kuştin, ev ne hejmarek e, xelekek ji zincîra bêcezatiyê û cudakariya sîstematîk a li dijî jinan e. Ev sûc ne meseleyek malbatî ye, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan ê jiyan û ewlehiyê ye. Li hemberî wê helwesteke tundî ya civakî û hikûmetê hewce dike. Em hemû hincetên çandî, olî yan civakî yên ku ji bo normalîzekirina binpêkirina beden û jiyana jinan tên bikaranîn red dikin. Ji bo wê em vê bangê dikin:

*Ji bo destnîşankirina sûcdaran divê komîteyek lêpirsînê ya bêalî ava bikin.

*Divê dadgehên giştî werin lidarxistin û cezayên herî giran werin birîn.

*Divê hemû qanûnên ku cezayê qetilkirina jinan di bin navê “Namûsê” de sivik dikin werin rakirin.

*Divê qanûnek were çêkirin da ku şîdeta navmalî kêm bike û jinên ji hewldana qetilkirinê xelas bûne werin parastin.

*Edalet ne vebijarkek e, erkeke ku divê her kes ji şîdetê were parastin. Em hêrsa xwe ya li hemberî kuştina jinan diyar dikin.

*Dev ji rawekirina sûcên bi navê namûsê berdin û rastiyan bi awayekî rast ragihînin.

*Sûcdaran ji hêla exlaqî û olî ve berpirsyar bigrin.

*Divê çanda bêdengiyê were şikandin û her tundiya muhtemel were ragihandin.

Daxuyanî bi dirûşma “Na ji qetilkirina jinan” re bi dawî bû.