rojane
-

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê 805 roj li pey xwe hişt
Çalakiya Nobetê ya ku li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 157’emîn, di roja xwe ya 805’emîn ve didome.
-

Li Îranê jina ku li kolanê stranan vedigot hate binçavkirin
Li bajarê Amol a girêdayî eyaleta Mazenderanê ya Îranê, jinekî bi hinceta ku li kolanê stranan gotiye, hate binçavkirin.
-

Meşa ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’
Jinan di bin pêşengiya TJA de kom bûn û bi slogana "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" dest bi meşê kirin. Di meşê de jinan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan.
-

Îtalya ‘hemwletiya rûmetê’ da Werîşe, Pexşan û Şerîfe
Şaredariya Jesi ya Îtalya, hemwelatiya rûmetê da Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê li wan biriye.
-

Girtiyên siyasî binpêkirina mafan û mirina Somaye Raşîdî şermezar kirin
30 girtiyên siyasî ku li girtîgeha Evînê tên girtin, polîtîkayên li girtîgehan û bê par mayîna girtiyan ji xizmetên tenduristiyê şermezar kirin. Girtiyan diyarkirin ku ev bê îhmalî jiyana wan dixwe xeteriyê.
-

Semra Guzel nehat berdan
Di danişîna doza Wekîla HDP’ê ya berê Semra Guzelê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin.
-

Ji bo Pexşan Ezîzî daxuyanî: Tavilê berdin
Wezareta Karê Derve ya DYE, girtin û cezayê darvekirinê yê rojnamevan Pexşan Ezîzî şermezar kir. Wezaretê ji bo Pexşan Ezîzî demildest û bê şert were berdan bang kir.
-

Xwendevanên Manîfestoya Aştî û Civakî Demokratîk hatin gel hev
Akademiya Zanistên Civakî a Abdullah Ocalan komxebata Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk li bajarê Kobanê lidarxist. Beşdarvanên komxebatê teqezkirin ku Manîfestoya Ocalan misogeriya avakirina civakeke demokratîk, azad û aştiyane ye.
-

Li Sûriyeyê di mehekî de 267 kes hatin kuştin
Di meha Îlona 2025ˊan de li Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê ya cîhadîst de û herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, 267 kes hatin kuştin.
-

Jinên Suweydayê: Girtî doz û rûmeta me ne
Jinên ku beşdarî çalakiya komeleya "Sened" a li bajaroka Şehba ya bajarê Suweydayê bûne dan zanîn ku naskirina çarenûsa kesên girtî dozên wan ên sereke ne, ji ber ku ew rûmet û azadiya wan temsîl dikin.
-

Li Misrê Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan hat nîqaşkirin
Li Misirê semînerek bi sernavê “Pêşeroja Kar: Şoreşa Jinê û Bingehên Wê yên Dîrokî” hat lidarxistin. Di semînerê de, rêwîtiya jinan a ji serdema Neolîtîk heta Şoreşa Rojava hat destgirtin.
-

Ciwan Mexribê dihejînin: Xwepêşandan 4 roj in didomin
Li bajarên Mexribê xwepêşandanên ciwanan ên bi pêşengiya tevgera "Nifşê Z 212" ku daxwaza reformên civakî û aborî dikin, digel destwerdanên ewlehiyê û astengiyan jî, zêde dibin.
-

Li Tûnisê azadiya hunerê di metirsiyê de ye
Li Tûnisê bi civînekê çapemeniyê hunermendan bal kişandin li ser astengiyên di qada hunerê de pê re rû bi rû tên.
-

Li Xezayê qirkirin didome û cîhan hê jî bêdengiya xwe didomîne! - GOTAR
Êşa Xezayê, soza esas a berxwedanê vedibêje. Belgeya herî mezin ew e. Jiyan li hemberî mirina herî zor bi bihêztir e.
-

Hejmara nû ya Newaya Jin derket
Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin bi nivîsên li ser komploya 9'ê Cotmehê, mîrateya cangoriyên jin, nîqaşên li ser aştî û civaka demokratîk û armanca Destûra Bingehîn a Jinê hate weşandin.
-

Li Rojhilat û Îranê 17 jin û 8 zarok hatin qetilkirin, 16 mirinên bi guman
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di mehekî de 17 jin û 8 zarok hatin qetilkirin, 13 jin û 3 zarok bi awayekî guman mirin û 7 jin ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin.
-

Ji sazî û rêxistinên jinên Êzidî daxuyaniya hevbeş
TAJÊ, Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî ya Ewropayê, Yekîtiya Jinên Êzidî, rêxistina jinên Êzidî yên li Rûsya û Ermenistanê der barê Peymana 9’ê Cotmehê, biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û rewşa dawî de daxuyaniyek hevbeş dan.
-

Ji jinên Êzidî bang: Ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser piyan
Jinên êzidî ku bi coş û kelecaneke mezin peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî kirin, destnîşan kirin ku ew bi peyama Ocalan serbilind û kêfxweş in û bang li hemû jinan kirin ku ji bo azadiya wî rabin ser piyan.
-

Jin bi şaredariyên demokratîk jîngehê diparêzin
Li Kantona Cezîrê, jin bi awayekî çalak beşdarî şaredariyan dibin, bi modelek rêveberiya demokratîk hem xweza û hem jî jiyan diparêzin. Biryarên ku jinan didin, hem di paqijiya bajaran de û hem jî di vejandina jiyana ekolojîk de diyarker in.
-

Ji xwendekarên Zanîngeha Khajeh Nasir a li Tehranê xwepêşandan
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Khajeh Nasir al-Din a li Tehranê, li dijî polîtîkayên îdarî yên zanîngehê û pirsgirêkên civakî yên dijîn, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.