rojane
-

‘Divê jin li ser manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ xwe bi rêxistin bikin’
Têkildarî êrîş û zextên li ser jinan mamosteyên jin ên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku pêwist e jin li ser manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ xwe bi rêxistin bikin, li dijî êrîşan dengê xwe bi hev re bilind bikin.
-

Ji sendîkayên karkeran ên li Fransayê û ITUC’ê ji bo Şerîfe Mihemedî bang
Sendîkayên karkeran ên li Fransayê û Konfederayona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî bang kirin.
-

Li Sûdanê baran û lehî: 64 kes jiyana xwe ji dest dan
Rayedarên Sûdanê, ragihandin ku di rojên dawî de baran û lehiyên dijwar ên bandorê li heft eyaletên Sûdanê kirin û di encamê de 64 kes jiyana xwe ji dest san û bi hezaran avahi jî hilweşiyan.
-

Li Şamê jinek hate qetilkirin
Li taxa Beramkê ya Şamê jina bi navê Mehasin Mehmûd El Sewaf di mala xwe de hate qetilkirin.
-

Aktîvîsta Mafên Mirovan a Efgan li Pakistanê hate girtin
Aktîvîsta Mafên Mirovan Fatma Bextiyarî, li ser hesabê ya medyaya dîjîtal ragihand ku ji aliyê polîsên Pakistanê ve hatiye girtin û sewqî kampa penaberan hatiye kirin.
-

Li Başûrê Kurdistanê herî kêm 3 jin hat qetilkirin 5 mirinên bi guman
Li Başûrê Kurdistanê di meha Tebaxê de herî kêm 3 jin hatin qetilkirin û 5 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan.
-

Girtiyên nerazîbûn nîşanî şert û mercên girtîgehê dan hatin cezakirin
Ajansa Îran International, ragihand ku girtiyên siyasî yên jin du heftîne ji ber nerazîbûnên xwe yên li dijî şert û mercên girtîgehê tên cezakirin. Hate diyar kirin ku girtî ji elektrîkê û peywendiya li gel malbat û parêzerên xwe bêpar tên hiştin.
-

Halîde Turkoglu: Şoreşa bi pêşengiya jinan çêbûye ne gef e
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, got ku şoreşa Rojava modela aştî û wekheviya ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin, ji bo Tirkiyeyê ne gef e.
-

Tevgera Şemiya Mor: Erdhejê xanî, Talîbanê jî hêvî hilweşand
Piştî erdheja li eyaleta Kunar a Efganistanê ku zêdeyî hezar û 400 kesî jiyana xwe ji dest dan, Tevgera Şemiya Mor daxuyaniyek da.
-

Mala Jin li ser parastina jin û civakê komxebatek li dar xist
Mala Jin a Kantona Hesekê bi komxebatek diyalogî ya bi navê “Parastina Jin û Civakê” hemleya xwe ya di 25’ê Gulanê de dabû destpêkirin bi dawî kir.
-

Îsraîlê li Xezayê operasyoneke bejayî da destpêkirin
Artêşa Îsraîlê ku Xezayê kontrol dike, ragihand ku wan dest bi operasyoneke bejayî kiriye ji bo girtina bajarê Xezayê.
-

Di êrîşên Îsraîlê de 20 Filistînî mirin
Di êrîşên Îsraîlê yê vê sibehê li dijî herêmên cûda yê Zîvala Xezayê pêk anî de 20 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
-

Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de li rojhilatê Lubnanê 6 kes mirin
Di du êrîşên bi balafirên bêmirov ên Îsraîlê yên herêmên sînor ên li rojhilatê Lubnanê de gelek kesen sivîl jiyana xwe ji dest dan.
-

Gelo dadgeha gel dikare dengê jinên Efgan ji cîhanê re ragihîne?
Bi zêdebûna sûcên Talîbanê yên li dijî jinan re çar saziyên sivîl li Efganistanê hewl didin “Dadgeha Gel” sererast bikin û bigrin ser xwe. Gelo dê Dadgeha Gel, dengê jinên Efganistanê ragihîne cîhanê?
-

Ji EŞÎK’ê parêzer Selîn Nakîpoglu: Diyanet weke zincîra sûc li pêşberî me ye
Parêzer Selîn Nakîpoglu, diyar kir ku Serokatiya Karên Diyanetê bi daxuyaniyan jinan hedef digre, ‘fermana êrîşan’ dide mêran û got: “Serokatiya Karên Diyanetê di navê şîretên olî de projeya endezyariya siyasî û civakî dimeşîne.”
-

Jin aştiyê dixwazin
Jinên bajarê Qamişloyê daxwazên xwe yên ji bo jiyana aştiyane, demokrasî, edalet, bihevrebûna gelan û wekheviyê anîn ziman, gotin ku ew ji bo hemû pêkhateyan aştiyê dixwazin.
-

‘Pêdivî bi qonaxa duyemîn a Jin Jiyan Azadî heye’
Rêvebera Kongra Star Nadiya Hiso li ser rejîma Îranê ya ku ji bo çewisandina maf, vîn û helwesta gel û jinan rêbaza darvekirinê bi kar tîne got: “Li dijî rejîma qirker demildest pêwîstî bi qonaxa duyemîn a serhildana Jin, Jiyan, Azadî heye”
-

Fîlma ‘Dengê Hind Rajab’ ya trajediya li Xezayê vedibêje hate nîşandan
Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de fîlma "Dengê Hind Rajab” ya demjimêrên dawî yên zarokekî keç ya Filistînî ku di bombebarana li Zîvala Xezayê de hate qetilkirin vedibêje, hate nîşandan.
-

Di êrîşên Îsraîlê de 113 Filistînî jiyana xwe ji dest dan
Di 24 saetên dawî yên êrîşên Îsraîlê ya li dijî Zîvala Xezayê de 113 kesan jiyana xwe ji dest dan û 304 kes jî birîndar bûn. Di heman demê de li Xezayê hejmara kesên ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan bû 367.
-

Parlamentoya Holandayê ji bo xweparastinê bikaranîna gaza îsotê nîqaş dike
Li Holandayê piştî qetilkirina Lîsa ya 17 salî, li welat nîqaşa destûra hilgirtina gaza îsotê ya ji bo jinan hat rojevê. Hikûmet, ji bo xweparastinê guhertina qanûnî nîqaş dike.