rojane
-

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ayten Ozturkê pirsîn
Dayikên Şemiyê di 1067'emîn çalakiya xwe de, li aqûbeta Ayten Ozturkê pirsîn ku 33 sal berê di bin çavan de hatibû qetilkirin.
-

Ne erdhej lê qedexeyên Talîbanê bû sedema mirina jinan
Ji ber qedexeyên tund ên ku Talîbanê li ser jinan ferz kirine, di dema erdhejê de gelek jin mirin. Tîmên rizgarkirinê û xebatkarên tenduristiyê newêrîn alîkariya jinan bikin.
-

Şandeyek jinên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çû Ewropayê
Şandeyek jinên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtinan bi rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqî û parlamenteran re bike, çû Ewropayê.
-

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa holê di roja duyem de didome
Di roja duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi armanca xurtkirina ewlehiyê û kêmkirina gefên potansiyel li ser komapa Holê, bi lêgerîn û paqijkirina beşên kampê berdewam dike.
-

WHO: Divê Îsraîl trajediya li Xezayê bi dawî bike
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku birçîhiştina welatiyên li Xezayê sûcê şer e û got: “Divê Îsraîl trajediya li Xezayê ku heta niha zêdetirî 370 kes mirine, rawestîne.”
-

JINNEWS: Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin 25 mirinên bi guman
Li gorî çeteleya meha Tebaxê ya JINNEWS’ê li Bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê 28 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Mirina 25 jin û 7 zarokan jî bi guman e.
-

‘Bi qetilkirina rojnamevanên Filistînî hewl didin rastiyê veşêrin’
Rojnamevanên jin ên Yemenê bertek û nerazîbûnên xwe li hember hedefgirtina rojnamevanên li Xezayê anîn ziman û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.
-

Na ji darvekirinan re: Ji hêrsa civakî ber bi hevgirtina jinan ve
Jinên ji Mahabadê dibêjin ku ew têkoşîna xwe wekî encam û berdewamiya têkoşîna jinên mîna Pexşan, Şerîfe û Werîşe de dibînin. Jin bawer dikin ku têkoşîna ji bo hilweşandina van cezayan gavek ber bi hevgirtina jinan ve ye.
-

Li Rojhilata Navîn rêbaz ne amûr e jin bi xwe ye – ANALÎZ
Jin ji dîroka xwe xwezaya xwe û hebûna xwe ya civakî hatiye veqetandin. Ji ber vê yekê pirsgirêk ne tenê lêgerîna maf e divê rastiya dîrokê û xwendina wê weke mijara rêbazê were destgirtin.
-

Êzidiyan Cejna Cimaya Şerfedîn pîroz kirin
Cejna Cimaya Şerfedîn ku yek ji cejnên girîng ên civaka Êzidî ye, bi beşdariya bi hezaran kesan hat pîrozkirin.
-

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome
Çalakiya Nobetê ya ku li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 152’yemîn bi biryardarî didome.
-

Pakistan tevî karesata erdhejê jî Efganan dersînor dike
Piştî erdheja li Efganistanê ku zêdeyî 2 hezar û 200 kes jiyana xwe ji dest dan, Pakistanê qonaxa nû ya kampanyaya dersînorkirina komî ya li hemberî koçberên Efgan da destpêkirin.
-

Hejmara kesên di erdheja Efganistanê de mirin 2 hezar û 200’î derbas kir
Hejmara kesên di erdheja Efganistanê de mirin 2 hezar û 200’î derbas kir. Di heman demê de, erdhejên piştî erdhejê jî dibin sedema panîkê li seranserê welêt.
-

Fîlozofa femînîst Helen Longino piştgirî da banga Abdullah Ocalan
Profesora felsefeya zanistê û femînîst a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Helen Longino nameyek ji DEM Partiyê re şand û piştgiriya xwe bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman.
-

Îsraîlê êrîşên xwe didomîne: 19 kes mirin
Di êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de 7 jê zarok herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-

Li Kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehî hat destpêkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û YPJ, li kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehî hat destpêkirin.
-

Li Suweydayê hicaba bi darê zorê: Armanc guhertina nasnameyê ye
Li Suweydayê bertekên ji bo ferzkirina hicabê didomin. Jina bi navê Rîham Ferhad, destnîşan kir ku ferzkirina hicabê ne tenê mijarek cil û bergan e, armanc guhertina nasnameya rewşenbîrî û olî ya jinên Suweydayê ye.
-

‘Li hemberî jinan gefên dîjîtal zêde dibe’
Berpirsa Ofîsa Mafên Mirovan a Helebceyê Gulistan Mihemed, diyar kir ku jin rastî gefên bi riya dîjîtal tên û anî ziman ku li hemberî vê têkoşînekê bihêz dibê.
-

Pîşeyên jinan di bin dorpêça serweriya mêr de ne
Serweriya mêr, ji ber ku pîşe li gorî zayendan parve kiriye, hebûna jinan a aborî hatiye sînordarkirin. Ruxmê ku nivê nifûsa Îranê ji jinan pêk tê, para wan a di qada kar de ji ya mêran ji pêncê yek kêmtir e.
-

Endamên komunan ji bo xurtkirina parastinê bang dikin
Jinên komuna taxa Şehîd Ebdilîlah a bajarê Til Temirê, gotin ku “HTŞ nikare Sûriyeyê birêve bibe û gelan biparêze” û bang li jin û gelan kirin ku hêzên xwe yên parastinê ava bikin.