rojane
-

Li Wanê keleha çiyayî ya aydê Urartuyan hate dîtin
Li Zozana Tirîşîn a navçeya Payîzava ya Wanê, keleheke bilind a aydê serdema Urartuyê ya nêzî 50 odeyî û bi dîwarên 4 kîlometreyan dorpêçkirî, derket holê.
-

Jinên Beluc meşiyan: Dawî li zexta civakî bînin
Jinên Beluc li Îslamabadê li dijî windakirinên bi darê zorê û aktîvîstên girtî meşiyan. Di meşê de çalakvanan wêneyên aktîvîstên Beluc û pankarta “Dawî li zexta civakî bînin. Lîderên BYC’ê berdin” hilgirtin.
-

Li Xezayê di 24 saetan de 138 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku li Zîvala Xezayê ya di bin dorpêçê de di nava 24 saetên dawîn de 138 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.
-

Raquel Atain a Bahaî hat berdan
Raquel Atain a Bahaî ku li Îranê hatibû girtin, bi kefalet hate berdan.
-

Li Yemenê çalakiya jinan: Bila kesên hatine revandin werin berdan
Li gorî Komeleya Dayikên Kesên Hatine Revandin, li welat hejmara kesên hatine revandin gihîştiye hezar û 43’yan lê ji ber ku nikarin xwe bigihîjînin malbatên mexdûran, tê diyarkirin ku dibe ev hejmar zêdetir be.
-

Alîkariyên diçin Suweydayê hat astengkirin
Komeleya Mezopotamyayê ragihand ku Heyva Sor a Sûriyeyê nehişt alîkariyê bigihînin mexdûrên li başûrê Sûriyeyê û Suweydayê.
-

Ji lêkolînera Asyayê hişyariya ‘Penaberên Efgan venegerînin welatên wan’
Farîşta Abbasî ku lêkolînera Asyayê ya HRW’ê ye, destnîşan kir ku sala çaremîn a desthilatdariya Talîbanê ji bo jinan bîranînek bi êş a binpêkirinên mafên mirovan e û xwest ku tu welatek, penaberên Efgan xwe dersînor nekin.
-

Deklarasyona jinên Elewî: Em amade ne ku bibin hilgirên aştiyê
Meclîsa Jinan a DAD û DAKB’ê destnîşan kirin ku destûreke nû ya ku li ser bingeha aştî, heqîqet û hemwelatîbûna wekhev esas digire êdî bûye neçariyek û gotin: “Em di pêvajoya destûra nû de amade ne ku bibin xwedî gotin û bibin hêza hilgirê aştiyê.”
-

Li Kirmaşanê jin neçarî tiryakê tên kirin
Li Kirmaşanê, mirov ji nan û avê hêsantir tiryak bi dest dixin. Jinên bê mal, bi komkirina çopan, persekî û bi ducaniyên ku naxwazin, dibin mexdûrên çerxa kedxwariyê. Dewlet hem çavên xwe digre hem jî di vê rewşê de xwedî rol e.
-

JINNEWS: Di Tirmehê de 28 jin hatin qetilkirin 25 mirinên bi guman
Li gorî çeteleya meha Tîrmehê ya JINNEWS’ê li Bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê 28 jin û sê zarok hatin qetilkirin û 25 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
-

Li Yemenê pêlên nû yên nexweşiyan belav dibin
Li bakurê Yemenê, herêmên di bin kontrola Hûsiyan de di demekê de ku rewşa tendrustiyê xirabtir dibe û hişyariyên ji bo karesateke mirovî ya ku pêşî lê were girtin tên kirin de, pêleke nû ya nexweşiyên şewbê dest pê kir.
-

Li Başûrê Kurdistanê 3 jin hat qetilkirin, 3 mirinên bi guman
Li Başûrê Kurdistanê ku qetilkirin û tundiya li ser jinan tê veşartin, li gor daneyên ku ajansa me ji nûçeyên teyisîne ber kev kiriye di mehekî de herî kêm 3 jin hatin qetilkirin, 3 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan.
-

‘Feraseta ku Êzidî hedef girtin îro Elewî û Durziyan hedef digire’
Selwa El-Ibrahîm a ji kantona Reqayê ye û şahidiya komkujî û binpêkirinên DAIŞ’ê li herêmê kiriye dibêje: “Feraseta ku Êzidî hedef girtin, îro mezheba Elewî û Durziyan jî dike hedef.”
-

Jinên Suweydayê: Em ji xwînrijan ne bawer in
Jinên bajarê Suweyda ya Sûriyeyê xwestin ku komîteyek navnetewî ya bêalî bê avakirin ku ne di bin desthilatiya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de be. Jinan gotin ku ji kesên xwîna wan rijandine bawer nakin.
-

SZK Medya nasnameya çandî di nava nifşê ciwan de bi pêş dixe
Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Delal El Haşimî diyar kir ku girîngiya bernameya SZK Medya ji bo pêşxistin û hînkirina zimanê Kurdî ya nifşên nû ye.
-

Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed: Pêwîst e jin xwe nas bike û hebûna xwe biparêze
Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed têkildarî pêwistiya xwe parastina jinan bersiv da pirsên ajansa me. Newroz Ehmed bal kişand ser şerên ku li cîhanê dimeşin û bandora wê li ser jinan û got: “Pêwîst e jin xwe nas bike û hebûna xwe biparêze.”
-

Mexmûrî: Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 146’emîn didome.
-

Li Reqayê panela jinan: Divê binpêkirin bên belgekirin
Beşdarvanên panela li Reqayê ya binavê "Girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de", balkişandin li ser girîngiya avakirina komîteyan ya ji bo belgekirina binpêkirinên li dijî jinên Sûriyeyê.
-

‘Divê ev komîsyon bibe zemîna avêtina gavên şênber’
Meral Daniş Beştaş û Gulistan Kiliç Koçyîgît, di komîsyona ku li meclîsê hat avakirin de axivîn. Meral Daniş Beştaş, wiha got: “Ev komîsyon ne tenê platforma diyalogê ye, hêvîdarin bibe zemîna avêtina gavên şênber û avakirina zemîna çareseriyê.”
-

5’emîn salvegera teqîna Bendera Beyrûdê hat bibîr anîn
Hêrsa gel ya li dijî teqîna Bendera Beyrûtê ya beriya 5 salan pêkhat û zêdetirî 220 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes birîndar bûn, didome. Daxwaza gel ya li hesab pirsîna berpirsyaran didome.