Çarenûsa hunermend Suheyle Huseynî nediyar e

Hêzên hikûmeta Îranê avêtin ser maleke li Meşhedê ku hunermendeke jin û hevjînê wê girtin û ew birin cihekî nediyar. Heya niha çarenûsa wan nediyar e sedema gitina herduyan jî nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên mafên mirovan, 17’ê Adarê, roja Çarşemê, hêzên hikûmeta Îranê ketin maleke li bajarê Meşhedê, Suheyle Huseynî û hevjînê wê ve girtin.

Suheyle hunermenda wênesaz û edîtor e her wiha hevjînê wê jî Ehmed Rehîmî, doktor e.

Hunermend Suheyle Huseynî çalakvaneke di warê hunerê de ye her wiha, bi çalakiyên xwe yên di warê wênesazî û edîtoriyê de jî baş tên zanîn.

Girtina Suheyle Huseynî dikeve çarçoveya zextên zêde ji aliyê hikumetê li ser hunermend û çalakvanên çandî ku ev zext di salên dawî de zêdetir pêk tên.

Dr. Ehmed Rehîmî, hevjînê wê profesorekî berê yê zanista komputerê bû, li Zanîngeha Montezarî, Zanîngeha Firdewsî yên Meşhedê û Enstîtuya Xwendina Bilind a Şandîzê de ders daye. Di dema xwepêşandanên sala 2022’an de, ji ber zext û zordariyê, ji karê xwe îstifa kir.

Hêjayî gotinê ye, heta kêliya amadekirina vê raporê, agahiyên berfireh li ser sedemên girtin, sûca wan kirî û cihê ku her du welatî lê dimînin, nehatine parvekirin.