rojane
-

Tundiya malbatî li Iraqê di salek de sedî 150 zêde bûye
Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Iraqê, di sala 2025’an de zêdetirî 36 hezar bûyerên tundiya malbatî hatine tomarkirin. Rêxistinê hişyarî da ku hejmarên rastîn dikarin pir zêdetir bin.
-

Dengê Filistîniyan a li dîasporayê Leyla Şahed koça dawî kir
Nûnera berê ya Filistînê ya li Fransa û Yekîtiya Ewropayê Leyla Şahed, di 76 saliya xwe de koça dawî kir.
-

Zextên rejîma Îranê li ser jinan didome
Zext û girtinên rejîma Îranê ya li ser jinan berdewame. Hat diyarkirin ku rejîma Îranê 4 jinên din li bajarên cûda yên Îranê binçavkiriye û çarenûsa wan jinan nediyare.
-

Kobanê 31 roj in di bin dorpêçê de ye: Krîzeke cidî yê tenduristiyê çêbûye
Kampanyaya alîkariyê ya ku ji hêla Platforma Tenduristiyê ya Amed û Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amed ve hatiye destpêkirin berdewam dike. Endama Platformê Yildiz Ok Orak, daxwaza vekirina Deriyê Sînor ê Murşitpinarê kir.
-

Marzîa Hamîdî hêjayî Xelata Mafên Jinan a 2026’an hat dîtin
Werzişvana tekwandoyê ya Efgan û aktîvîsta mafên jinan Marzîa Hamîdî, di 18’emîn Lûtkeya Cenevreyê ya Mafên Mirovan û Demokrasiyê de hêjayî Xelata Mafên Jinan a 2026’an hat dîtin.
-

Destûrnameya Talîbanê kolekirina jinên Efgan fermî dike
Aktivîsta mafên jinan Yelda Ehmed, sekna Talîbanê wek seknek li dijî jinan bi nav kir, destûrname û hemû fermanên Talîbanê ku ev çar sal in diweşîne şermezar kir û diyar kir ku tekane rêya rizgariya ji vê rewşê, têkoşîna bê navber a jinan e.
-

Penaberên jin ên ji Reqayê: Bila dawî li vê qirkirin û koçberiyê bînin
Kesên ku ji ber tirsa komkujiyan rêya koçberiyê bijartin, di navendên stargehbûnê yên Kobanêya dorpêçkirî de, li hember şert û mercên mirovî yên dijwar têdikoşin.
-

Hevseroka OHD’a Wanê: Helwesta darazê şîdeta polîsan zêde dike
Hevseroka OHD’a Wanê li ser dîmenên şîdeta polîsan ku di dema çalakiyên ji bo Rojava, li gelek bajaran hatin dîtin nirxandin kir û got: “Ji ber ku daraz îmtiyazê nîşan dide şîdeta polîsan zêde dibe û didome.”
-

Naskirina îradeya jinan di destûra Sûriyeyê de
Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê Sena Tamir li ser rola girîng a jinan di lihevkirinên ku di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de çêdibin de got ku naskirina pergala jinan di destûra Sûriyeyê de gavek jêneveger e.
-

Jinên Elewî yên Sûrî serpêhatiyên xwe vegotin
Beşa BBC Erebî li ser tawanên giran ên li dijî jinên Elewî yên li Sûriyeyê hatine kirin raporek weşand
-

Yekîtiya Jinên Kurd: Divê kongreya yekîtiya neteweyî tavilê bicive
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bersiv da banga Rojava: Divê kongreya neteweyî bi derengî nekeve.
-

Ji Meclîsa Sûriya Demokratîk banga çareseriyê
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî rewşa aborî û mirovî ya gelê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.
-

Hûrgiliyên rapora dawî ya Komîsyona Meclîsê
Di rapora dawî ya Komîsyona Meclîsê de cih dan pêşniyarên têkildarî “mafê hêviyê” û polîtîkayên qeyûm û zagonên taybet ên bi pêvajoya çekberdanê re dê bên çêkirin.
-

Li Mêrdîn û Şirnexê civînên ‘Ber bi Bajarên Jinan’ hatin lidarxistin
Li navçeya Mêrdîn û Cîzîr a Şirnexê, bi armanca berfirehkirina têgihîştina azadiya jinan û wekheviya wan di rêveberiya herêmî de, civînên ‘Ber bi Bajarên Jinan’ hatin lidarxistin.
-

Rapora dawî ya Komîsyona Meclîsê hate erêkirin
Rapora hevpar a dawî ya Komîsyona Meclîsê bi piraniya dengan hate erêkirin.
-

Girtiyên siyasî û kesûkarên enfalkiriyan daxwaza mafên xwe kirin
Nêzî hezar û 522 girtiyên siyasî li sînorê parêzgeha Helebceyê û li Bexdayê maf û çarenûsa wan nediyar e, girtiyên siyasî û kesûkarên enfalkiriyan ji bo mafê xwe li hev kom bûn û daxwaz kirin di zûtirîn de bersiva daxwazên wan bê dayîn.
-

Heyeta Îmraliyê hûrgiliyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kir
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da û got: “Yekbûna bi Komara Demokratîk re bi qasî damezrandina Komarê girîng e.”
-

Li Sûdanê qeyranê koçberiyê kûrtir dibe
Hişyariyên navneteweyî, nîşan didin ku qeyrana koçberiyê ya li Sûdanê kûrtir dibe. Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY’ê, bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo alîkariya bi mîlyonan kesên ku ji pevçûnê bandor bûne tedbîrên lezgîn bigre.
-

Ji DEM Partiyê deklarasyona 8'ê Adarê: Em ê li dora aştî û hêviyê bibin yek
Di metna deklarasyona ku ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ve hat ragihandin de, tekeziya têkoşîna jinan, banga aştiyê û hevgirtinê derket pêş.
-

DEM Partî nêrîna xwe ya têkildarî raporê parve kir
DEM Partiyê nêrînên xwe yên cuda yên têkildarî pêşnûmeya rapora hevpar a Komîsyona Meclisê parve kir. Bikaranîna têgehên weke “teror” û “pirsgirêka terorê” rexne kir û got: “Divê zimanê raporê e yekalî be lê tevgir be.”