‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ di dome

Li Barkurê Kurdistanê û Tirkiyê pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ di dome.

Navenda Nûçeyan – Li seranserê Bakûrê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê Newroz bi tevahî ahenga xwe re tê pîroz kirin. Her  çiqasî şert û mercên hewayê li hen bajaran ne guncav be jî lê gel guhê xwe nade vê yekê hemû bi cîl û bergên xwe di herikin qadên Newrozê.

Îro Newroz li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê weke bajarên Wan, Mêrdîn, Riha, Çewlig, Êlih, Stenbol, Adana, Mêrsîn, Îzmîr bi heman dirûşme yê destpêkiriye.

Cizîr

Li navçeya Cîzîr a Şirnexê, baranek pir zêde dibare. Lê ev yêk ji bo ciwan û jinên Botanê nabe asteng. Lewra gelê Cizîrê di herike qada Newrozê. Jin û ciwan bi coş û ahenga cil û bergên xwe qada Newrozê di xemilînin.

 WAN 

Li Wanê jî girseya gel berê xwe da Parka Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê. Beşdarên pîrozbahiyên Newrozê cil û bergên xwe li xwe kirine û bi çoşek mezin tevlî şahiyê dibin. Her wiha, qada Newrozê bi rengên ‘kesk, sor û zer’ hatiye xemlandin. Wêneyên şehîdên Newrozê li ser dikê hatin daliqandin.

Bernameya pîrozbahiya Wanê

Di serî de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, ji Sekreterya Îmraliyê Veysî Aktaş û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Derya Aslan gelek kesayet wê li pîrozbahiyê biaxivin. Her wiha wê peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bê xwendin.

Stenbol

Coşa pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Stenbolê, weke her sal di saetên zû yên siharê de destpêkir. Newroza li Stenbolê di Qada Yenîkapiyê de tê lidarxistin.

Dîlok

Li Dîlokê jî Newroz li Qada Îstasyonê ya li navçeya Şehitkamilê bi heman dirûşmeyê tê pîroz kirin. Herkesê ku beşdarê Newrozê dibe bi cil û bergên xwe yên netewî derbasî qada Newrozê dibin.

RIHA   

Pîrozbahiya Newrozê ya li Rihayê jî li pêşiya Novada Parkê ya li navçeya Xelîliliyeyê tê pîroz kirin. Tevî şer û mercên nebaş ên hewa jî welatî bi awayekê coş Newroz pîroz dikin.