‘Zimanê hevgirtin û aştiyê dê Sûriyeyê ber bi çareseriyê ve bibe’
Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhan Elo tekez kir ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê bi zimanê tundwer û gotinên nefretê dixwaze şerekî navxweyî derxe û got: “Pêwîstiya Sûriyeya nû bi zimanek hevgirtî û bi ehlaq heye.”

RONÎDA HACÎ
Heleb – Pêvajoya ku Sûriye tê de derbas dibe, pêvajoyeke tevlîhev e û ji bo kûrkirina pêvajoyê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê bi riya medyaya dîjîtal siyaseta perçekirin û derxistina şerê navxweyî tê kirin. Têkildarî vê mijarê endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhan Elo ji ajansa me re axivî.
Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Elo da zanîn ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevgirtina xwe rejîma Baasê dan hilweşandin û wiha berdewam kir: “Sûriye di rewşeke pir tevlîhev de derbas dibe û bandora wê li hemû aliyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn heye. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve, pêkhate li dijî sîstema netewperest derketin û bi tekoşîn û berxwedaniya hevbeş gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan bi hev re jiyana xwe berdewam kirin. Bi ruhê jiyana hevbeş hemû pêkhateyan bi hevre xwe birêxistin kirin, li hemberî êrîşên li ser herêmê bûn bersîv. Yek ji encamên bingehîn ên tekoşîna hevbeş a pêkhateyên Sûriyeyê û bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hilweşandina rejîma Baasê bû. Rejîma ku her dem bi riya sîstema xwe ya nijadperest tevliheviyan di navbera gelên Sûriyeyê de derdixe. Piştî vê gavê û bi hatina rêveberiya demkî ya Şamê re, mixabin hêvî û daxwazên pêkhateyên Sûriyeyê têk çûn, ji ber ku sîstema dixwaze birêve bibe sîstemek olperest û cîhadîst e û ev sîstem li ser pêşeroja gelên Sûriyeyê bi xetertir e.”
‘HTŞ xwedî zimanek tundrew e’
Rîhan Elo bal kişand ser girîngiya zimanê aştî û hevgirtinê di Sûriyeyê de û wiha got: “Zimanê HTŞ’ê zimanekî tundrew e, her dem behsa gef û êrîşan dike. Rêveberiya demkî ya Şamê ji bilî kiryarên qirêj li ser peravên Sûriyeyê û li Suweydayê, tevlihevî û şerê navxweyî di navbera pêkhateyan de bi riya medyaya dîjîtal bi pêş dixe û her dem hewl dide pêkhateyan berî hev bide. Eger em behsa Sûriyeya bi aştî û aram bikin, pêwîst e destpêkê zimanê me zimanekî ji bo aştî, polîtîk û aramiyê be. Ji ber ku zimanê tundrew û gotinên nefretê tu çareseriyê bi xwe re naynin lê belê wê Sûriye ber bi şerekî navxweyî ve biçe. Hemû şerên ku di cîhanê de qewimîne û cudahiya di navbera pêkhateyan de hatiye kirin, ji ber sîstemên nijadperest, netewperest, olperest û zayendperest e.”
‘Pêwîstiya Sûriyeyê bi sîstema konfederalîzmê heye’
Rîhan Elo diyar kir ku sîstema konfederal sîstema herî guncav a parastina mafên pêkhateyên Sûriyeyê ye û nêrîna xwe wiha anî ziman: ”Banga me ji hemû kesayetên aqilmend, siyasetmedar û saziyên ku dixwazin çareseriyek di Sûriyeyê de were kirin re ew e ku ji gotinên nefretê dûr bikevin. Em dixwazin Sûriyeya nû li ser esasê demokrasî, wekhevî û hemû pêkhateyan bi reng, deng, çand, ol û baweriyên xwe bijîn û jiyana xwe birêxistin bikin ava bibe. Pêwîst e gotinên me gotinên ji bo komkirin, hembêzkirin û ji feraseta ku dixwaze me perçe perçe bike dûr bin. Bi vî rengê em bi hev re pirsgirêka Sûriyeyê bi riya avakirina sîstemeke konfederal çareser bikin.”
‘Zanakirin û şiyarkirina civakê erka bingehîn a jinan e’
Rîhan Elo destnîşan kir ku pêvajoya Sûriye tê de derbas dibe, pêwîstiya wê bi pêşengiya jinan a hişyarî û zanistê heye û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de rola herî sereke dikeve ser milên jinan. Ên ku civakê birêve dibin, kom dikin û perwerde dikin jin in. Em tecrubeyê ji hêz, rêxistinbûyîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî ji têkoşîna jinan a li Helebê digrin û diparêzin. Erka hemû jinên Sûriyeyê ew e ku destên xwe bidin hev û civaka xwe zana bikin, li hemberî feraseta perçekirin û kuştinê ruhekî tijî hezkirin, wekhev û adil ava bikin. Di vê pêvajoyê de yên kiryarên qirêj li ser wan pêk tên jin in. Avakirina civakek demokratîk û ehlaqî bi pêşengî û hevgirtina jinên Sûriyeyê dê were mîsogerkirin.”
‘Li Sûriyeyê pêkanîna banga Rêber Ocalan a aştiyê girîng e’
Rîhan Elo di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku pêkanîna banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di Sûriyeyê de çareserî û aştiyê dê pêk bîne û wiha bi dawî kir: “Rêber Apo banga Aştî û Civaka demokratîk kir lê em dibînin di Sûriyeyê de bêtir gotinên nefretê zêde bûne. Ji ber ku hêzên hegemon û yên dijber naxwazin dawî li şer û kuştinê were. Ew naxwazin projeya Rêber Ocalan bi ser bikeve ji ber ku dizanin ev proje xeter e ji bo berjewendiyên wan, lewma siyaseta sorkirin û derketina li hemberî hev didin pêş. Sûriye divê bi aramî û aştî bijî ji bo wê gavên girîng û hevgirtî pêwîst e werin avêtin û bi pêşengiya jinan civak were şiyarkirin li hemberî şerê psîkolojîk ê ku bi riya medyaya dîjîtal tê meşandin. Ji ber ku bi riya medyaya dîjîtal civak tê hedefgirtin, xirabkirin, perçekirin û ji hev tê dûrxistin.”