Li Misrê rêveberên jin ewlehiya zarokan pêk tînin
Di dilê saziyên perwerdê de, ango li cihê ku pêşeroj şêwe digre û koka nirxên wekhevî û edaletê diheje, jin têkoşînek wisa dide ku bi çav nayê dîtin, lê belê di civakê de ferqek kûr ava dike.

ESMA FETIHÎ
Qahîre – Di demên dawî de bi taybetî di asta dibîstana seretayî de, li ser êrîşên ku xwendekar di vî temenî de lê rast tên, gelek lêkolîn hatin kirin. Di heman demê de di rêzefîlmên Misrê de bûyerên destdirêjiya li hember zarokan hatin nîşandan. Yek ji vana jî, rêzefîlma Lam Şemsiyye bû. Piştre di bernameyên cûda û rêzefilman de têkildarî mijarê hişyarî hatin dayîn.
Ajansa me piştî nîqaşên têkildarî binpêkirinên ku zarok li dibîstanê lê rast tên, mekanîzmayên ku ji bo parastina zarokên di dibistanên dewletê de, bi taybetî jî di asta dibistana seretayî de, girt dest. Cîhan Mihemed Mehmud di hevdîtina bi ajansa me re pêk anî de, behsa zorî û krîzên ku jin di xebatên rêveberiyê de lê rast tên, astengiyên ku dertên pêşiya wan û nahêlin bibin rêveber, kir û bersîva pirsên me da.
*Tu li taxa Warraq a ku herêmek qelebalix e, rêveber î. Li vir pirsgirên ku jinek dijî çi ne?
Di destpêkê de tiştên derbarê jinan de tên gotin û pêşdarazên ku ew li gorî mêran ên wek ‘xwedî kêrhatiyên sînordar in’ bi bandor bûn. Lê belê rêwîtiya min a pîşeyî sûd da ku ez vêya derbas bikim. Min wek mamoste destpê kir, piştre bi qedeme ez bilind bûm û bûm rêveber. Ev pêvajo ceribandina têkiliyên bi dayîk û bavên li herêmên qelebalix re bû. Danîna van têkiliyan bi min da qezenckirin. Gelek dayîk û bav dema tên pirsgirêkên xwe çareser bikin, ji ber ku ez jin im bi fikrê ku ez ji wan re nabim bersîv nêz dibin. Jixwe Midûriyeta Perwerda Warraqê nêzî 22 dibistanên seretayî digre nav xwe. Di van dibistanan de balkişandina ser pirsgirêkên ku di nava salekê de hatin jiyîn, têr kir ku lênêrîna ku mafê min e bê guhertin. Kêrhatiya min a ji heqê rewşên cûda derkeve, sûd da ku girîngî bidin erkên min.
*Hinek jin di jiyana kar de, li rêyên rizgariya ji qalibên ku derdora wan pêçaye digerin. Tu rastî vêya hatî, tu çawa ji van fikran rizgar bûy?
Erê ev dem bi dem tê jiyîn. Bi taybetî temenê min ji ber ku ji kesên ku di heman cihî de ne biçûktir e, ev dibe qaqibokirinek mezin. Mirovên derdora min gelemperî min bi mêran re qiyas dikin. Bi demê re li gel nîqaş, îsbatkirina min a serkeftina di kar de, zanabûna min a derbarê rêveberiyê de û ew perwerdeyên ku min her tim ji bo pêşxistinê girtiye, qurs û tecrûbeyên min têgihîştina min zêde bû. Bi vî awayî min karî di qada pîşeyê de bi awayek bi hêz hebim. Êdî qiyaskirina jin û mêran derbasdariya xwe winda kir. Ji ber mêrên ku di pozisyonên rêveberiyê de û xwedî kêmtir têgihîştin jî hene. Jiyana rast û pêkanîn kî pê bawer e, jîr e û kî kêm e radixe ber çavan. Min ev zûde derbas kiriye. Kêrhatiyên min ên xebatê û bi serkeftinên ku min bi dest xistiye min guherîn û pêşketin pêk anî. Bi rastî mamostayên gelek xweşik hene, xwedî kêrhatî û qabîliyet in. Lê belê naxwazin di asta rêveberî de bilind bibin, ji ber ku ev barê girantir tîne. Jinan xwe di erkên cûda de nîşan dan.
*Zoriyên ku jin di pozîsyonên pêşengiyê de lê rast tên kîjan in?
Gelek zorî hene. Jin dema tên pozîsyona pêşengtiyê, her tim neçar dibin bendewariyan pêk bînin. Ev bendewarî gelek caran kapasîteya mirovek ji rêzê, dibe jin- mêr be derbas dike. Di heman demê de rola ‘lênêrîn dike’ ya qalibgirtî ku civakê li wan bar kiriye zextê ava dike. Yek ji zoriyên herî girîng, fikra ku divê jin her kêliyê amade be ye. Di qada perwerdê de her tim hê daxwazên lezgîn çêdibin. Di vê rêbaza perwerdê de ji bo gelek jinên ku dixebitin barek giran e. Di heman demê de berpirsbûna jinê, wê her tim li ber çavan dihêle. Li derdorê em her tim rastî gotina: “Tu jinî, jixwe tu nikarî vêya bikî” yan jî “Tu jin î, xweziya tu mêr bûya da ku te bikariba biaxivî. Cihê we mala we ye, çi karê we di rêveberiyê de heye?” tên û ev peyv morala mirov xirab dike.
*Di demên dawî de li hember zarokan gelek binpêkirin hatin jiyîn, destdirêjî jî yek ji vana ye. Ev cûreyên êrîşan di dibistanên dewletê de çawa xuya bûn? Di asta dibîstana seretayî de we tedbîr girtine?
Belê, ev bûyer em matmayî hiştin û di hemû saziyên perwerdê de ji bo zarok di aliyê civakî de bighê asta hişyariyê û ev zêde bibe, me gav avêtin. Di saziya ku ez birêve dibim de, di bin çavdêriya pisporên xizmeta civakê de, di hemû dibîstanan de xebat hatin meşandin. Xebatên hişyariya zarokan, di astek zêde de li ser dîmenên mijara destdirêjiyê hatin meşandin. Ji bilî vê, komên xebatê hatin avakirin û li ser girîngiya qadên taybet ji bo zarokên keç û kur nîqaş hatin meşandin. Rewşa dibistanên dewletê cûda ye. Ji ber pergala sibeh û nîvro ye, hejmara xwendekaran zêde ye. Ji ber vê qadên bê xwendekar û mamosta nîne û pêkanîna van cûreyên êrîşan zor e. Lê belê me mijar mîna gavek tedbîra parastina zarokan girt dest. Di heman demê de di piraniya dibistanên dewletê de kamera hene. Rêveberiya dibistanê her tim dikare wan bişopîne. Hişyariya dayîk û bavan jî zêde bûye. Rêzefîlm û binpêkirinên di raya giştî de, li beramberî zarokan hişyariyê zêde kir. Ev cûreyên bûyeran di raya giştî de deng vedan û vegeriya doza ku bi milyonan mirov dişopînin.