Kongra Star: Demokrasiya rastîn bi beşdariya jinan dest pê dike
Kongra Star, têkildarî hilbijartinên parlamentoyê yên Sûriyeyê daxuyaniyek da û got: “Dûrxistina jinan û gelan ji biryara siyasî, sedema cewherî ya domandina zordestiyê û parçebûna civakê ye.”

Navenda Nûçeyan – Kongra Star, îro têkildarî hilbijartinên parlamentoyê yên Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dûrxistina jinan û gelan ji biryara siyasî sedema cewherî ya domandina zordestiyê û parçebûna civakê ye. Heke careke din hewldan çêbibin ku hişmendiya baviksalarî ya yekalî ya berê were vejandin, çi bi rêya hilbijartinan an jî rêbazên din, ev ê aloziyê kûrtir bike.
‘Jinan di berxwedana xwe de îsbat kir ku demokrasiya rastîn bi beşdariya jinan dest pê dike’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinan di berxwedana xwe de ya li hember terorê û avakirina modela Rêveberiya Xweser, îsbat kir ku demokrasiya rastîn bi beşdariya jinan dest pê dike û istiqrara civakan jî bi azadî û vîna azad a jinan, girêdayî ye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heke hilbijartin an jî xebateke siyasî, vîna jinên azad û gelên azad rave neke, heke mafên pêkhateyan û hêzên siyasî jî dabîn neke, wê demê ne rewa ne. Jin hîna jî ew hêza ku berxwedana li hember zordestiyê û terorê mezin dike. Ji bo rewabûna her projeyeke demokratîk, bûye pîvaneke sereke. Her çiqas girîng e, pêkhate tev de tev li çareseriya siyasî bibin û mafên wan ên netewî, çandî û siyasî şertê bidestxistina çareseriyeke adil û domdar be, ewqas jî tevlêkirina jinan girîng e.
‘Her xebateke siyasî ya ku nîvê civakê paşguh ne demokratîk e û ne rewa ye’
Di daxuyaniyê de îşaret bi hilbijartinên parlamentoyê yên ku tê de Hesekê, Reqa û Suweyda hatine dûrxistin, hate kirin û wiha hate gotin: “Dûrxistina Hesekê, Reqa û Suweydayê, ji hilbijartinan, vîna Sûriyeyiyan rave nake, lê belê diyar dike ku ew pergala ku azadiya gel heta zêdetirî 50 salan desteser kiriye, hîna berdewam e. Ev helwest rewabûnê ji ser hilbijartinan radike ji ber ku her xebateke siyasî ya ku nîvê civakê paşguh bike yan jî dûr bixe, ne demokratîk e û ne rewa ye. Pîvana rewabûnê, tevlêbûna jinan bi rêjeya ji sedî 50, nûnertiyeke adil a pêkhateyan û hêzên siyasî li ser bingeha wekheviyê û naskirina hevdu ye. Ji bilî van şertan, çarenûsa her projeyekê binkeftin e.”
Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku di hilbijartinên parlamentoyê de kota jinan ji sedî 20 ê lê Kongra Star ev kot red kir û diyar kir ku ev kota hişmendiya baviksalariyê ya zordest a ku jinan wek dekoreke siyasî dibîne, disepîne.
‘Sûriye tenê li ser azadiya jinan, tevlîkirina gelan û edaleta jiyana hevbeş, ava dibe’
Di daxuyaniyê de Kongra Star hilbijartin red kir û bi gavekê ji bo vejandina zordestiyê navand û dê encamên wê jî nas neke.
Di daxuyaniyê de bang li jinan, hêzên demokratîk, hate kirin ku li hember mîna van hewldanên ku dengê jinan dûr dixin û vîna gelan bin pê dikin, têkoşînê mezin bikin. Ji bo çareseriyeke siyasî ya giştî bi beşdariya jinan a ku mafên jinan, pêkhateyan, hêzên siyasî dabîn dike, divê xebateke cidî bê kirin. Sûriye tenê li ser azadiya jinan, tevlêkirina gelan û edaleta jiyana hevbeş, ava dibe.