‘Ziman hebûn û nasnameya civakê ye’

Endama Saziya Zimanê Kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Delal El-Haşimî diyar kir ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re xeyalên zarokên Kurd pêk hatine û divê gel xwedî li zimanê xwe derkeve.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Ji bo gelan ziman hêmana sereke ya ku hebûnê nîşan dide ye. Her gel bi zimanê xwe çanda xwe, nasnameya xwe, jiyana xwe, nîşan dide. Çanda her gelî di zimanê wî de veşartî ye. Ji bo gelê Kurd ev yek zêdetir bi wate ye. Bi taybetî ji 15’ê Gulana 1932’yan û vir ve li Paytexta Sûriyeya Şamê, Celadet Bedirxan hejmara yekem a Kovara Hawarê da çapkirin. Di hejmara Yekemîn a Kovarê Hawarê de, alfabeya bi tîpên latînî ya Kurdî didin naskirin û rêzimana zimanê Kurdî tê nivîsandin.

Endama Saziya Zimanê Kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (SZK) Delal El-Haşimî derbarê asta zimanê Kurdî  û pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê de ji ajansa me re axivî. Delal di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di dema sîstema rejîma Beasê de zimanê Kurdî qedexe bûye û wiha got: “Şagirt û xwendekar li dibistanan nikaribûn bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Ji ber ku hebûna zimanê me nedihat qebûlkirin. Bi destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê re asta zimanê Kurdî bi pêş ket. Em wek mamoste hem perwerdeya ziman didîtin, hem jî me dida xwendekarên dibistanan. Gelê Kurd diviyabû ziman û çanda xwe nas bike. Ew bi xwe xewnek bû ku Kurd bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, ji ber qadexeyan û mercên em tê de mezin bûn zimanê me jî qedexe bû. Êdî ew xewna hezaran salan bû rastiyek li pêşiya me. Bi şev û roj me hewl dida û kar û xebat dikir da ku em bigihîjin rewşa îro em tê de ne, em bikaribin bi zimanê xwe binivisînin û bixwînin.”

‘Navendên me yên astên ziman li hemû bajaran hene’

Delal bal kişand ser avakirina dibistan, peymangeh û zanîngehên bi zimanê Kurdî ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûne û wiha berdewam kir: “Ew gavên dîrokî bûn me hewl da em bi zimanê xwe biaxivin. Dibistan, peymangeh û zanîngehên me werin avakirin heya astekî pir baş em gihîştin armanca xwe. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, xwedî gelek navendên astên zimanê Kurdî ye, li hemû bajaran saziyên me hene. Bi wê defreta ku me daye, di hemû bajaran de mamoste amade ne. Dema wan diyar e pirtûkên ku me amade kirine, ji bo hemû astên zimanê Kurdî ne, bi taybetî ji bo pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan bi vî rengî her kes dikare bi zimanê Kurdî bixwîne û biaxive.”

‘Pirtûka weregera ji zimanên din hat çapkirin’

Delal der barê kar û xebatên Saziya Zimanê Kurdî de jî ragihand ku di kar û xebatên Saziya Zimanê Kurdî de beşa lêkolînan gihîştine astên bilind û wiha pê de çû: “Pirtûka rêzimanê Kurdî û niha ferhengek nû amade dibe ji bo kesên ku zehmetiyên rêziman û wergerê dikşînin bi zimanê Kurdî, Erebî, Suryanî û Îngilîzî hatiye çapkirin. Branşên me di sala 2015’ an de li dibistanan vebûn. Beşa bîrkarî, zanyarî, civaknasî, çand û exlaqê vebûn. Li dibistanan xwendekaran bi Kurdî xwendin. Di wê demê de me gavên gelek mezin avêtin, ji bo her qonaxek me salek amadekarî dikir.”

‘Divê gelê Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkeve’

Delal di dawiya gotinên xwe de anî ziman gelek kêfxweş in dema dibînin şagirtek bi zimanê xwe yê Kurdî ji refa yekem û heya zanîngehê dixwîne. Delal wiha got: “Ji ber ku zimanê me qedexe bû, ew tiştê em niha dijîn xewnek bû. Niha bûye rastiya ku em dijîn, gelek gavên pîroz hatine avatin. Di aliyê zimanê Kurdî de em wek Saziya Zimanê Kurdî hewl didin zimanê Kurdî jî wek hemû zimanên pêkhateyên din bibe zimanekî fermî li hemû Sûriyeyê. Herkes bikaribe bi zimanê xwe yê dayîkê xwe pênase bike û bijî. Hêviya me ew e ku hemû Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.”