Çîrokek ji Enfalê: Gelek li pey wan geriyam lê belê min nedît
Xezal Hewêz Hemed ku çar zarokên xwe di Enfalê de winda kir dibêje: “Heta niha min êşa zarokên xwe ji bîr nekiriye, ez gelek li pey wan geriyam lê belê min nedît.”

ŞIYA KOYE
Koye – Meha Gulanê di dîroka gelê Kurd de mehek gelek bi êş e ji bo kes û karên enfalê. Di wê mehê de bi sedan jin bê malbat û mal man û koçberî bajarên din bûn. Meha Gulanê di heman demê de li gel destpêkirina pêvajoya enfalê, jinavbirina bi hezaran jinên Kurd bi destên rejîma Baasê ye.
Qonaxa çaremîn a enfalê li sînorê Koye pêk hat, sê rojan ji 5 heta 7’ê Gulana sala 1988’an dewam kir. Li navenda Koye û gundên sînorê Koye li 69 cihan enfal pêk hat. Li sînorê Koye di enfalan de 856 hemwelatî hatin qetilkirin û navê hemûyan li ser momenta enfalê li deşta Koye hatine nivîsîn, bi giştî di enfalê de 548 jê endamên malbatan bûn ji vê hejamarê hejmara jinan nêzî 100 jin û nêzî 300 zarok jî hatin qetilkirin.
Piranî hemwelatiyên hatin enfalkirin ji gundên Gumeşîn û Kelêse bûn li gundê Gumeşîn 106 hemwelatî, li gundê Kelêse 103 kes hatin qetilkirin.
Xezal Hewêz Hemed ku zarok û kesûkarên wê hatin qetilkirin, bi çavên tije hestir, weke ku îro zarokên xwe winda kiribe ji ajansa me re axivî.
‘Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan’
Xezal Hewêz Hemed di sala 1932’an de ji dayik bûye xelkê gundê Gumeşînî yê deşta Koye yê girêdayî bajarê Hewlêrê ye. Çar zarokên wê yên bi navê Reza, Fatîh, Sebrî, Mehdî û du neviyên wê di enfalê de winda bûn. Xezal diyar kir ku ji destpêka meha Gulana 1988’an ve pêla enfalê dest pê kiriye û zarokên xwe ji dest daye û wiha got: “Roja enfalê ez ne li gund bûm li Koye bûm, çar zarokên min hatin qetilkirin du keç û du kur bûn. Keçên min li gundê Gelnaxez bû, keça min Sebrî li Koye bû, ew du zarokên xwe hatin enfalkirin. Kurê min Reza çar kur û sê keçên wî hebûn bes ew û zarok derketin û Fatîh kurê min ê sê mehî bû zewicîbû hat enfalkirin. Ji derveyî wê jî bira û pismamên min gelek xizmên me ku hejmara wan zêdeyî 50 kesan bûn hatin enfalkirin. Hemû kesên li gundê Gumşîn hatin enfalkirin hejmara wan 106 kes bûn.”
Xezal Hewêz bi çavên tije rondik dibêje: “Karesata enfalê gelek mezin e, wê rojê ez qet ji bîr nakim. Tişta herî bi êş ji bo min kurê min Îbrahîm bû beriya çend mehan di sala 2025’an de bi hevjîna xwe re di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da û niha jî ez li gel neviyên xwe me.”
‘Bi jinan re rojane diçûm kar’
Xezal Hewêz destnîşan kir ku piştî enfalê diçûn kar û wiha got: “Piştî enfalê ez û hevjîna kurê xwe em man, bi jinan re rojane em diçûn kar, rewşa hemû jinan gelek xirab bû. Jiyan gelek zor bû me mal û milkê xwe hemû ji dest dabû. Lawirên me hemû ji nav çûn. Rejîmê rez û baxçeyên me şewitandin embê kes mabûn neçar bûn dahata jiyana xwe bikin.”
‘Xwezî wê rojê ez jî bi zarokên xwe re bimriyama’
Xezal Hewêz wiha got: “Xwezî ez jî wê rojê bi zarokên xwe re bihatama enfalkirin. Her roj digirîm, ez dua dikim ku yên bûne sedem Xwedê mafê me ji wan bistîne. Niha careke din dibêjin gorên komî radikin û bi riya girtina DNA’yê wê nasname diyar bibin. Ez dibêjim ez ê çawa zarokên xwe ji hestiyan nas bikim? Ev jî tenê birîna me kûr dike. Heta niha jî êşa windakirina çar zarokan û navê wan ji bîra min neçûye. Çi bikim nizanim. Em gelek li wan geriyan min nan û xwarin dibir girtîgehan em diçûn Topzava me didît destên ciwanan hatine girêdan û di cam de destên xwe bilind dikin lê belê destûr nedidan em wan bibînin.”