Kampanya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ destpê dike
Berdevkên pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ragihandin wê ji bo pêkanîna hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' destpê bikin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kiribû.Kurdistanî û dostên wan çalakiyên topyekûn dan destpêkirin.
Berdevkên Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ Hatîp Dîcle, Zubeyde Zumrut û Sînan Onal têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivîn û ragihandin ku wê Kampanya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ destpê bikin.
Sînan Onal bal kişand ser girîngiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi misogerkirina şert û mercên ewlehiya Rêber Apo re divê derfet werin avakirin ku bi awayekî yasayî û demokratîk bikaribe siyasetê bike û da zanîn ku ji bo aştiya mayînde rola Rêber Apo gelekî girîng e.
Sînan Onal têkildarî pêvajoya heyî bal kişand ser nasnameya Rêber Apo ya muzakerevan û kapasîteya Abdullah Ocalan a avakirina piran a di navbera gelan de û ev yek anîn ziman: ‘’Piştî vê deklarasyona dîrokî divê dewleta Tirk pêngavên siyasî û hiqûqî biavêje û zemîna muzakereyê biafirîne û reformên yasayî yên têkildarî mafên gelê Kurd bike. Serketina vê pêvajoyê bi awayekî rasterast girêdayî mafên welatîbûna wekhev ya ku bi qanûneke bingehîn a demokratîk were misogerkirin.’’
Sînan Onal bi bîr xist ji bo ku pêvajo berdewam bike, dibe ku hêzên navneteweyî jî bikevin dewrê û diyar kir ku divê PKK ‘ji lîsteya terorê’’ were derxistin. Sînal Onal destnîşan kir ku ew lîste ne guncavî rewşa nû ne û li hemberî hewlên aşitiyê astengî ne û anî ziman ku gelekî girîng e ku zexta dîplomatîk li Tirkiyeyê bê kirin.
Sînan Onal di dewama axaftina xwe de wiha got: “Tevgera Kurd, di vê serdema nû de wê weke beriya niha siyaseta demokratîk, hevgirtina dîplomatîk û civakî esas bigire. Ne tenê piştevaniya sembolîk, pêkanîna sererastkirinên şênber ên siyasî û yasayî wê pêvajoyê xurt bikin.”
Sînan Onal bal kişand ser giringiya pêvajoyê û ev yek anîn ziman: “Divê dewletên Ewropayê jî zextê li Tirkiyeyê bikin, hem daxwazên rewa yên gelê Kurd nas bikin û hem jî derveyî milîtarîzmê ji bo çareseriyekê piştgiriya yasayî bide. Ev ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên bi salan û derbasbûna qonaxeke ku xwe dispêre diyalog, edalet û demokrasiyê derfeteke dîrokî ye. Divê ev pêvajo ji aliyê gelê Kurd ve weke bihareke azadiyê û ji aliyê Tirkiyeyê ve jî weke bihareke demokrasiyê were nirxandin. Ev banga aşitiyê ya li navenda Rojhilata Navîn bilind dibe, ne bes ji bo Tirkiyeyê ji aliyê aşitî û aramiya herêmê ve jî gelekî girîng e.”
Sînan Onal bibîrxist ku ji bo ev pêvajo bi ser bikeve pêwîste hêzên navnetewî jî rola xwe bilîzin. Hat îfadekirin ku “PKK ji lîsteya terorêde” were derxistin û got: “Divê dewletên Ewropayê zextê li Tirkiyeyê bikin, hem ji bo ku daxwazên rewa yên gelê Kurd bên naskirin û hem jî ji bo çareseriyek ji bilî leşkerîbûnê piştgiriyek yasayî bê dayîn." Ev derfendekî dîrokî ye ji bo şerên dehan salan bidawî kirin re diyalog, edalet, girêdayî demokrasiyê ve ji bo derbasbûna bo qonaxeke nû li ser bingeha demokrasiyê.
‘Em di qonaxa 3’yemîn a pêngava gerdûnî de ne’
Zubeyde Zumrut banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibatê de weke qonaxa sêyemîn a pêngava gerdûnî pênase kir û got: “Ev bang bes ne tekstek e, di heman demê de nexşerêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û vîzyoneke polîtîk pêşkêş dike.”
Zubeyde Zumrut bi bîr xist ku tevî şert û mercên tecrîda giran a 26 salan jî Rêber Apo têkildarî azadî û aştiyê peyameke gelekî xurt daye û da zanîn ku ev bang bes ne ji aliyê gelê Kurd ve di heman demê de ji aliyê civaka Tirkiyeyê û welatên li herêmê ve jî bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin û bal kişand ser Newroza 2025’an û got: “Daxwazên ku li kolanan ji aliyê girseyan ve hatin kirin, zêdebûna baweriya ji aştiyê re nîşan dan.”
Zubeyde Zumrut di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên li ser ‘mafê hêviyê’ û got: ‘’Hiqûqnas di vê çarçoveyê de balê dikşînin ser ‘mafê hêviyê.’ Konseya Ewropayê jî di Cotmeha 2024’an de weke şertê mutleq nîşan dabû ku divê Tirkiye heya Cotmeha 2025’an reforma têkildarî muebeta girankirî pêk bîne. Ji ber wê yekê divê ev pêngav êdî were avêtin. Her wiha kampanyaya me tehliyekirina hemû girtiyên siyasî jî armanc dike. Xebatên bi vî rengî wê bi xurtî berdewam bikin. Ev kampanyaya ku hem li Tirkiyeyê û hem jî li qada navneteweyî bi hev re tê meşandin, bingeha pêvajoyeke nû ya demokratîk av dike.”
Kampanya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’
Hatîp Dîcle jî 86’emîn rûniştina Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê ya ku wê di dawiya meha Hezîranê de were kirin, bi bîr xist û da zanînku ji bo ku di vê rûniştinê de sererastkirina têkildarî ‘’mafê hêviyê’’ bikeve dewrê bi armanca ku zext li Tirkiyeyê bê kirin ew ê xebatan bi rê ve bibin.
Hatîp Dîcle got ku divê êdî saziyên Ewropayê pêngavên hewce biavêjin û Tirkiye jî erk berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û da zanîn ku di rapora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê de ku hefteya borî hate qebûlkirin gelekî pesnê banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê hatiye dayîn û got: “Ev yek nîşan dide ku nêzîkatiya têkildarî pirsgirêka Kurd di siyaseta Ewropayê de kûr bûye û bendewariyên têkildarî çareseriyê belavtir bûne.”
Hatîp Dîcle diyar kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) rapora xwe ya têkildarî serdana ji bo Îmraliyê ya 2 salan beriya niha hê jî neweşandiye û ev yek anî ziman: “Tevî ku CPT çend rojan beriya niha çûye Tirkiyeyê jî neçûye Îmraliyê û ev yek fikareke cidî ye. Ev mijar di rojeva hiqûqnasên eleqedar û komên mafên mirovan de ne. Saziyên ku berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî û wijdanî bi cih naînin, zirarê didin baweriya raya giştî.”
Hatîp Dîcle diyar kir ku tê payîn bi dirûşma ‘’Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’’ kampanyayeke nameyan a nû ya gerdûnî bê destpêkirin û destnîşankir ku ev kampanya wijdana raya giştî ya navneteweyî ye ku xwedî li îradeya aşitî û azadiyê derdikeve.
Hatîp Dîcle herî dawî ev tişt anî ziman: “Muzakereyên aşitiyên yên Nelson Mandela li Efrîqaya Başûr bi rêveberiya ‘De Klerk’ re kirin, mînaka vê yekê ya herî nêz e û îlhamê dide. Li gel azadiya Mandela li welêt demokratîkbûyîn pêk hat û gelan bi xwe çarenûsa xwe diyar kir. Bi heman awayî li Tirkiyeyê jî dikare aşitî û demokrasî bi hev re pêş bikevin. Ev yek jî dikare bi vî awayî û lihevkirina civakî were avakirin.
Ji bo avakirina vêpêvajoyê wê hemû pêkhateyên kampanyaya me wê pêngavên ku cesaretê bidin Tirkiyeyê biavêjin û tim aşitiyê di rojeva xwe de bigirin. Ji bo peymaneke civakî ya nû ya ku hemû kes têde cih bigire û xwedî mafê axaftinê be wê têkoşîna me bi biryardarî berdewam bike.”