Zewaca di temenê biçûk de li Tûnisê xewnên zarokan tune dike
Li Tûnisê zewaca di temenê biçûk de xewnên zarokên keç tune dike. Ew ji xwendin, derfetên kar û serxwebûnê bêpar dimînin û ji ber rastiyên dijwar ên aborî û zextên malbatê neçar dimînin bizewicin.

ÎXLAS HAMRÛNÎ
Tûnis – Bi hezaran û dibe ku bi milyonan jinên ciwan dem têrê nake ku wateya zewacê fêm bikin û li ser xewn û planên wan ên pêjerojê yên ji bo perwerde û xebatê nayê pirsîn. Di civakeke ku jinên nezewicî bi gotina "Bê şans" tên şermezarkirin de keçên di temenê biçûk de bêyû ku li encamên wê binêrin tên zewicandin.
'Ji ber çanda civakê xeyalên min têk çûn'
"Min xeyal dikir ku di wezaretek de bixebitim lê wan ji min re gotin, 'Tu jin î û divê bizewicî. Kî dê te kontrol bike’." Bi van gotinan, Rûqeya Ewlad Ehmed a 40 salî ku ji gundewarê navenda Tûnisê ye, bi dengekî bi aram ku tehliya salên tawîzên bi zorê veşart dest bi vegotina çîroka xwe kir. Rûqeya Ewlad Ehmed wiha got: "Ez şagirtek jêhatî bûm. Xewn û xeyalên min ew bûn ku di sazî û wezaretan de bixebitim. Piştî derçûna zanîngehê gelek caran min hewl da beşdarî nava xebatan bibim lê hemû hewldanên min têk çûn. Ez bi gotina bê şans dihatim naskirin ji ber nezewicî bûm. Ji ber vê malbatê bi darê zorê ez zewicandim. Gelek poşmam bûme ji ber ku xeyalên min têk çûne û di nava dîwarên malê de hatime sînordarkirin. Niha piştevaniyê didim keça xwe ku xwendina xwe berdewam bike û ew bi xwe riya jiyana xwe hilbijêre ne kesek din."
'Xeyalên min ew bûn bibim mamoste'
Cemîla Ewlad Mansûr ji gundê Sîdî Bozîdê ye. Ew ji malbatek mezin e û di nava xwîşk û birayên xwe de ya çaremîn e. Malbata Cemîla ew neçar kiriye ku bizewice. Cemîla Ewlad Mansûr wiha axivî: "Min xeyal dikir ku bibim mamoste. Min bawer dikir perwerde tekane riya derketina ji gundê min ê biçûk e. Lê xewnên min dema ku ez bûm 17 salî şikestin. Êdî gotinên civakê zêdetir bûn, ez hê jî nezewicîme û ji ber nebûna derfetên aborî yên malbatê necar bûm ku dev ji xeyalên xwe berdim û bizewicim. Bi mêrekî 35 salî re zewicîm. Min hewl da red bikim, giriyam û qîriyam lê di dawiyê de min bi dudilî got erê. Niha 20 salî me û zarokek min heye."
Di navbera çanda ‘veşartinê’ û zexta bêkariyê de
Çalakvana mafên mirovan Heyat Amamî, sedemên belavbûna vê bûyerê li deverên gundewarî yên parêzgeha Sîdî Bozîd lêkolîn dike. Heyat Amamî îdia dike ku bêkarî yek ji faktorên herî girîng e, gelek keçan ber bi zewaca di temenê biçûk ve dibe, bi taybetî li herêmên hundirîn û wiha dibêje: "Ji bo keçan bûye tiştekî asayî ku bi salan li kar bigerin. Ev yek wê ji derfeta zewacê ya dema ku wê ‘plan kiriye’ de bêpar dihêle. Çanda Tûnisê mîna çandên din ên Ereb, jinan dixe kategoriya keçên ku divê temenê wan mezin bibe û şansa wan kêm bibe bizewicin. Di hawirdora mêrperestî de jin, bi taybetî dayîk roleke mezin dilîzin, ji ber ku ew bi giranî berpirsyariya zewaca keçên xwe didin ser milên xwe. Ev jî zewacê dike pêwistiyek ne hilbijartineke azad."
'Divê saziyên piştevaniyê bên avakirin'
Heyat Amamî destnîşan kir ku tevgerên îslamî yên piştî 2013'an derketin holê, bûne sedem ku rêjeya zewaca di temenê biçûk de zêde bibe û wiha got: "Hinek koman gotarek pejirandin ku keçan teşwîq dikin di temenê 13 an 14 salî de bizewicin û ew weke "modeleke serkeftî" ji bo kesên ku tevî ezmûna zewacê ya sînorkirî, malbatên xwe ava kirine, pêşkêş dike. Gelek jinên ciwan ji bo ku ji têgihîştinên civakî yên paşverû birevin, dizewicin. Ew neçar dimînin gelek caran tundî û heqaretê tehemul bikin tenê ji bo parastina jiyana zewacê ku di dawiyê de dibe sedema hevberdanê û rêjeya wê li welat zêde dike. Divê saziyên piştevaniyê bên avakirin û xeteriyên zewaca di temenê biçûk de di nava civakê de vebêjin da ku rê li ber van bûyeran bigrin."