Kongra Star banga darizandina kujerê Rewa Ebûd kir

Kongra Star a taxa Giwêran ya Hesekê qetilkirina Rewa Yasir Ebûd bi daxuyaniyekê şermezar kir û banga darzandina kujerê wê kirin.

Hesekê – Duh li taxa Giwêran a bajarê Hesekê jinek bi navê Rewa Yasir Ebûd bi çeke hate qetilkirin. Kongra Star bi daxuyaniyekê qetilkirina jinan şermezar kir. Di daxuyaniyê de rêxistinên jinan, Rêxistina Sara, sazî û dezgehên jinan beşdar bûn.

Daxuyanî li ber Navenda Kongra Star a taxa Giwêran Hesekê ji aliyê Endama Rêvberiya Kongra Star Zilala Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Tundiya li ser jinan sûncekî li dijî mafê mirova ye, tundî diyardeyek xeternak e û bandorek neyînî li ser jin û civakê dike. Zihniyeta baviksalarî ku bi hezar salan e di nava civakê de hatiye rûşkandin di riya tundiya li ser jinan civakê dike hedef û ji hev dixe. Ev sûcên ku li dijî jinan pêk tên xeteriyek mezin li ser civakê û bi taybet li ser jinan e. Qetilkirina Rewa Yasir Ebûd sûncekî dij mirovî ye û em bang dikin ku sûcdar were darzandin. Êdî bes e jinan di bin navê namûs û ol tên qetilkirin. Em bang li tevahî jinan dikin ku li hemberî zihniyeta baviksalarî asta tekoşînê bilind bikin û nasîna zanista jin li her derê xurt bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.