Li navendên alîkariyê 805 Filistînî hatin qetilkirin

Di êrîşa Îsraîlê li dijî navendên belavkirina alîkariyê yên li Xezayê de 805 Filistînî hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê bê naber didome. Hate diyarkirin ku di êrîşên Artêşa Îsraîl li Zîvala Xezayê, li dijî navendên alîkariya mirovî yên bi qenala ‘Weqfa alîkariya mirovî ya Xezayê’ ya girêdayî DYE û Îsraîlê, ji 27’ê Gulanê heta niha 805 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 5 hezar û 252 kes birîndar bûne.

Têkildarî mijarê Ofîsa Medyaya hikumeta li Xeza daxuyanî da, têkildarî hejmara Filistîniyên di êrîşên Îsraîl de di dîroka 27-Gulan-12 Tîrmehê de li dijî navendên belavkirina alîkariyên yên ku beşa navend û beşûrê Xeza hatî avakirin de agahî da. Hate diyarkirin ku di êrîşên Îsraîl li dijî navendên belavkirina alîkariyan ku gel weke ‘xefikên mirinê’ bi nav dikin, heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane giha 805’an hejmara birîndaran jî gihaye 5 hezar û 252’an. 42 kes jî hê winda ne.

Dîmen hatin parvekirin

Her wiha di daxuyaniyê de cih hat dayîna dîmenê leşkerê DYE ku dema gule li qerebalixa ku hatiye alîkariya xwarinê bigre barand. Têkildarî dîmen jî ev tişt hate gotin: “Artêşa Îsraîl û hêzên ewlehiya DYE, li Zîvala Xeza her roj bi dehan sivîlên ku mehkumî birçîbûnê hatin kirin d kuje, piştre jî di raya giştî de bi derew dibêjin ‘alîkarî’ belav dikin. Ev dibin hîmaya rêveberiya DYE û di hevkariya gelek welatan de qirkirinek e.”

Rojane herî kêm pêwîstî bi 500 tiran heye

Îsraîl ji 2’ê Adarê heta niha, hemû deriyên sînorên yên ketina Zîvaal Xeza girtine. Bi sedan tirên ku alîkarî dihilgirin, ketina wan ya Xeza tê astengkirin, tenê destûr tê dayîn hejmarek sînordarkirî di deriyê sînor yê Kerm Ebu Salim re derbas bibe. Lê belê rojane pêwîstiya Xeza bi herî kêm 500 tirên alîkariyê heye.