Zêdebûna mirina bi guman li Tûnusê fikaran çêdike
Derûnînas Selwa Amirî bal kişand ku sedemên zêdebûna bûyerên xwekuştinê li Tûnusê pirsgirêkên aborî û civakî ne û bang li rayedaran kir ku bi cidiyet li ser xebatên xwe yên ji bo zarokan bisekinin.
ÎXLAS HAMRÛNÎ
Tûnis- Li Tûnisê di van rojên dawî de zêdebûna mirina bi guman di rojevê de ye. Li gorî rapora Foruma Mafan û Aborî ya Tûnisê, di 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de; li welat 75 hewldan û bûyerên xwekuştinê hatine tesbîtkirin. Ji van 18 kes zarok in. Pispor diyar dikin ku zêdebûna rêjeya vê diyardeyê fikaran zêde dike.
Endama Komîteya Hêrêmî ya Pêşîgirtina Xwekuştinê ya Rêveberiya Tendirustiyê, derûnûnas Selwa Amirî, diyardeya xwekuştinê weke şîdeta kes a li dijî xwe pênase kir û got ku divê gelek beşên zanistê di vê qadê de li ser sedem û encamên vê yekê bixebitin. Salwa Amirî wiha got: “Em dibînin ku li welat bûyerên xwekuştinê bi taybetî li herêmên hundir zêde bûne. Gelek kesên ku xwe dikujin ji 18 salan biçûktir in.”
Selwa Amirî diyar kir ku întihar ji ber gelek sedeman çêdibe û wiha domand: "Kesên di vî temenî de hewldana xwekuştinê, weke berteka li dijî pirsgirêkek ku ji aliyê derûnî ve tê redkirin dibînin û ji bo çareseriya vê yekê dikevin lêgerînê. Xwekuştinê weke çareserî dibînin.”
Selwa Amirî diyar kir ku sedemên zêdebûna vê diyardeyê, ligel perwerdeyê, civakî û aborî ne jî û wiha got: “Mirovên ku li hinek cihên ji aliyê siyasî û civakî ve hatine vederkirin dijîn hene. Li wan deran ji ber mercan di nava gel de bertek çêdibin. Li wan deran şîdet jî zêde ye û wan zarokan nizanin çawa derkevin serî. Zarokên di bin şîdetê de dijîn, bi hestek biçûkxistî hewl didin xwe li jiyanê bigrin.”
Sedema herî girîng xizanî ye
Selwa Amirî bal kişand ku bertekên zarokên li bajar û gundan dijîn cuda ne. Selwa Amirî da zanîn ku ji ber piştigirî ji bo çareserkirina pirsgirêkên zarokan tune ne van encaman çêdibin û got: “Di salên dawî de em dibin şahid ku diyardeya xwekuştinê li herêmên başûr belav dibe. Sedemên herî girîng ên xwekuştina zarokan xizanî ye. Her wiha nizanin ku ev hewldan bi xeter e.”
Bandora medyayê zêde ye
Selwa Amirî bal kişand ku bandora medyayê zêde ye û wiha domand: “Ji ber bandora zêde ya medyayê, vê diyardeyê belav bû. Bernameyên televîzyonan, talk show û rêzefîlm vê diyardeyê teşwîq dikin, bi rêbaz, deng û wêne nîşan didin. Divê di medyaya Tûnisê de li cihê bernameyên ku hestiyariya zarokan zêde dikin, li ser ruhê wan bandorê çêdikin û peyamên neyînî didin; bernameyên ku şiyariyê çêdikin werin weşandin.”
Selwa Amirî li ser mekanîzmayên parastinê jî got ku divê rayedar bi gelek pisporan re xebatan bimeşînin û got ku di vê mijarê de herêm bi herêm lijne hatin avakirin. Selwa Amirî got ku zarok divê girîng werin dîtin û xebatên ji bo çareseriyê bi cidiyet werin kirin.