'Operasyonê sûcên veşartî yên li kampa Holê eşkere kir'

Rêvebera kampa Holê Cîhan Henan encamên Operasyona Ewlehiya Domdar nirxand û got ku bi operasyonê gelek encamên girîng çêbûne.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Operasyona Ewlehiya Domdar a ku 6’ê Mijdarê li gundewarên bakur-başûrê bajarê Holê û kampa Holê ya Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser du qonaxan dest pê kir di 12’ê Mijdarê de bi girtina 79 çeteyan û 17 jinên DAIŞ’î, bi dawî bû.

Li ser encamên Operasyona Ewlehiya Domdar Rêvebera Kampa Holê Cîhan Henan axivî.

Sûcên nû yên veşartî eşkere bûn

Cîhan Henan got ku gelek encamên erênî yên Operasyona Ewlehiya Domdar hene û wiha domand: "Yek ji encamên vê operasyonê ew e ku me weke Rêveberiya Kampa Holê formên giştî malbat û niştecihan girtin û naskirina nasname û welatê wan, çêbû. Di warê ewlehiyê de jî ev operasyon baş bû ku heta demekê em bikaribin bi awayekî rehet xebatên xwe di nava kampê de bidomînin û ev bi taybetî ji bo saziyên mirovî derbasdar e. Lê dîtina cenazeyê jinekê ku di demên berê de hatiye qetilkirin û îşkence lê hatibû kirin, di beşê Mûhacîratan de mirov xeyal dike ku hê dê çi di hundirê vê kampê de bibîne. Ji lewre her operasyoneke ku pêk tê, gelek sûcên nû yên xeteriya van jinan nîşan dide eşkere dike. Di dema dawiyê de me gotibû ku êdî qetilkirin li vê kampê pêk nayê lê bi dîtina cenazeyê wê jinê re xuya bû ku bûyerên qetilkirinê çêdibin, bi bêdengî bi awayekî pir veşartî pêk tên.”

'Eşkere ye ku aliyekî derve heye jinên Muhacîrat birêve dibe û perspektîfan dide wan'

Cîhan Henan bal kişand ser dîtin hejmareke zêde ya telefonan di beşa Mûhacîratan de û wiha sedema desteserkirina wan anî ziman: "Bikaranîna telefonan di beşa Mûhacîratan de qedexe ye, sedem jî ew e ku bi riya telefonê têkiliyên jinên biyanî bi şaneyên derveyî kampê re çêdibin. Rev û qaçaxkariya ku ji kampê çêdibe xwe dispêre bikaranîna telefonê ji lewre operasyona ku destpêkê li gundewaran, paşê di hundirê Kampa Holê de çêbû gaveke nû ya baş bû. Ji lewre çiqas telefon were bikaranîn ewqas reva ji hundirê kampê ber bi derveyî wê ve çêdibe, perspektîfan digrin û qaçax jî riyên revê ji wan re dibînin. Gelek hewldanên wan jî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatine têkbirin. Dîtina cenazeyê jineke ku heta niha nayê zanîn nasnameya wê çi ye, eşkere dike ku aliyek heye jinên Mûhacîrat û zarokên wan ji derve û hundir ve wan birêve dibe."

'Girtina jinan dê plan û şaneyên din ên DAIŞ’ê eşkere bike'

Cîhan Henan girtina 17 jinên ku destên wan di îşkencekirin û qetilkirina jinan de hebûn bi bîr xist û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Piranî niştecihên kampê ji jin û zarokan pêk tên ji lewre herî zêde jin dikevin xefika şaneyên DAIŞ’ê û wiha çete jin û zarokan bi plan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe, bi kar tînin. Ji lewre girtina jinan û lêpirsîna bi wan re dê pir plan û torên çete û şaneyên wan eşkere bike di demên pêş de. Van jinan di rêxistinkirina jinên El-Hisbê de rol dilîstin, ji ber girtinek bê sedem û serûber tune ye û girtina van jinan eşkere dike ku destên wan di gelek sûcan de heye."

'Operasyon pêwîstiyek bû'

Cîhan Henan bi gotina ku ev operasyon pêwîstiyek bû wiha girîngiya wê jî bilêv kir: "Operasyonek bi qasî pêwîstiya wê bû, dîtina tunelan û cenazeyê jineke veşartî her wiha dîtina mayin û telefonan ev ne tiştekî ji rêzê ye. Ji bo me encamên Operasyona Ewlehiya Domdar gelek baş bûn. Salane operasyon çêdibin ger we jî şopandibe vê carê hejmarek kêm a çekan hatin dîtin, ev vedigere ewlehiya kampê ya ku ji berê xurtir bûye û nehiştiye hejmareke zêde ji çekan bikevin kampê. Encamên vê operasyonê dan xuyakirin ku xebateke pir bi awayekî rêk û pêk li ser rûyê erdê ji hêla hêzên parastinê ve tê kirin."

'Dibe ku operasyon bibe wesîle hinek welat li hemwelatiyên xwe bipirsin'

Cîhan Henan der barê rojên operasyonê de û mereqa ji bo rewşa hemwelatiyên kampê ji aliyê welatên wan ve wiha got: "Di dema operasyonê de tu welat li hemwelatiyê xwe nepirsî, ji bo wê jî ji derveyî operasyonê hinek welat dipirsin lê hinek jî qet napirsin. Dibe ku ev operasyon bibe wesîle ev welat li hemwelatiyên xwe bipirsin. Ji lewre divê ku ev welat piştgiriyeke zêde bidin kampê, da ku her du aliyên wê jî bi hev re biçin serî aliyekî piştgirî bide aliyê din jî li ser vegera wan xebat were kirin."

'Hemwelatiyên xwe nagirin qet nebe bila destekê bidin Rêveberiya Xweser'

Cîhan Henan di dawiyê de wiha got: "Di wexteke ku rewşa Rojhilata Navîn li ber çavan e, ne diyar e ku di demên pêş de dê çi bibe, DAIŞ zindî bibe yan jî wê rêxistineke din a terorê derkeve. Ji lewre em her dem bang dikin ku divê DAIŞ bi dawî bibe û hişmendiya wê were guhertin. Bangewaziya me ji bo vegera hemwelatiyan her dem berdewam dike ji lewre welatê ku hemwelatiyên xwe venagerînin divê ku destekê bidin Rêveberiya Xweser di têkoşîna wê ya li dijî DAIŞ’ê de. Ev kamp di bin banê Rêveberiya Xweser de ye lê her roj êrişên dewleta Tirk li ser herêma me çêdibin, herî kêm divê ku ev welat û dewlet destekê bidin ku van êrişan li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin da ku Rêveberiya Xweser bikaribe vê erka xwe ya dîrokî bi cih bîne."