Bi sedan çalakvanên mafê mirovan ji bo Werîşe Mûradî bang kirin
Bi sedan çalakvanên mafên mirov yên Îranê ragihandin ku jinên Kurd û Îranê ala berxwedanê rakirine û heta rejîma Îranê bi temamî neyê rûxandin ranawestin û banga parastina jiyana Werîşe Muradî û hemû girtiyên din ên siyasî li rêxistinên navnetewî kirin.
Navenda Nûçeyan- Roja 10’ê Mijdarê ji bo Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê tê girtin, ji aliyê 15’emîn Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi sûcdariya “xiyaneta li welat” cezayê darvekirinê hat birîn. Nerazîbûnên li dijî cezayê darvekirinê zêde dibin. Bi sedan çalakvanên mafên mirov yên Îranê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ û ‘ji darvekirinê ra na’ têkildarî cezayê darvekirinê yê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî hatî birîn, daxuyaniyek belav kirin.
‘Werîşe Muradî sembola têkoşînê ye’
Di daxuyaniyê de cezayê darvekirinê yê li Werîşa Muradî hatî birîn, hat şermezarkirin û wiha hate gotin: “Werîşe Muradî sembola têkoşîn, jêhatin û mirovahiyê ye. Azadiya Werîşe Muradî tê wateya azadiya jinên Kurd û Îranê. Ji berku jinên vî welatî xebatê wek parçeyek ji nasname û jiyana xwe dibînin. Em yek bedenin. Xebat û berxwedan ji bo hebûna xwe û nifşên bê pêwîstiyeke.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku jinên Kurd û Îranê ala berxwedanê rakirine û heta bi temamî rûxandina rejîma Îranê wê ranewestin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirov hat kirin ku li dijî cezayê ku li Werîşe Muradî hatî birîn, nerazîbûn nîşan bidin û parastinê li jiyana Werîşe Muradî û girtiyên din ên siyasî bikin.