Zarokên revandî û winda: Mafên wan di her pevçûnê de xeta sor in

Girtina zarokan bi awayekî kêfî binpêkirinek cidî ya mafên mirovan e, ev yek beriya şeş mehan di êrîşa cîhadîstên HTŞ’ê de li dijî gelek zarokên Suweydayê hat pêkanîn.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda- Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê gelek zarok ji mafên rewa yên hiqûqî bêpar tên hiştin. Zarok li gorî cihên ku lê ne û mezhebên wan nêzikahiyê dibînin. Ev rewş pirsa gelo ev girtin prensîbên mirovî binpê dikin an na bi xwe re tîne.

Ji bo dîtina zarokan bang

Mîade Yahya, dayîka Hamza Aklê yê 16 salî diyar kir ku kurê wê Hamza li bajarokê Mecîmarê bû, dema êrîşî bajar hat kirin, ew û hinek sivîlên din di depoyek de bûn û têkilî pê re qut bûye malbatê du rojan tu agahî jê negirtine û got: “Kesek girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam bi telefonê li me geriya û got kurê we hatiye girtin. Piştî vê telefonê, hemû agahiyên der barê Hamza de qut bûn. Me bi riya navbeynkar û nasan bi caran hewldana dîtinê da lê belê me encam negirt. Em bi rêxistinên mafên mirovan û alîkariya mirovî re ketin nava têkiliyan û me daxwaza mudaxeleyê kir lê ev yek jî bê encam ma. Ez dipirsim, Gelo ma gengaz e der barê aqubeta zarokek de şeş meh mirova tu agahî jê negire? Zextên rayedarên dozên zarokan dişopînin li ku ne?”

Mîade Yahya, da zanîn ku kurê wê beşdarî tu çalakiyek leşkerî nebûye, çima tê girtin û agahî jê girtin tê astengkirin.  Li gorî agahiyên malbatê ji çavkaniyên cûda wergirtiye, Hamza pêşî birine Derayê û piştre re jî birine Girtîgeha Adrayê. Mîade Yahya, diyar kur ku bi agahiya ku ciwanek hatî berdan Hamza li wê derêye piştrast kir. Ji ber ku navê Hamza Akl bi fermî di tomarên Girtîgeha Adrayê de cih negirtiye, malbat derbarê rewşa ewlehî û hiqûqî ya zorokên xwe bi fikarin.

Miade Yahya bang li rêxistinên mafên mirovan û alîkariya mirovî kir ku, aqubeta kurê wê derbixin holê û mafê zarokên ne giha bi parêzin û destûr bê dayîn ku bi malbatên xwere bi axivin. Daxwaz dike ku derbarê rewşa kurê xwe de agahiyan bigre.

Pirsgirêka bi hezaran zarokan e

Ev bûyer piştî êrîşa cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) li ser bajarê Suweydayê bi sedani bi hezaran zarokên ku winda bûne, eleqedar dike. Parêzvan û pispora mafên mirovan Maram Kudmanî daxwaza parastina mafên zarokan û bidawîanîna girtinên kêfî kir.

Maram Kudmanî diyar kir ku di nîvê Tîrmeha sala borî de, Heyet Tehrîr el- Şam êrîşî bajarê Suweydayê kiriye, di van êrîşan de gelek jin hatine revandin, mêr hatine girtin û got: “Li herêmeke ku şert û merc her diçe xirabtir dibin de, girtina zarokên di bin 18 salî de rewşa herî hovane ye û heta di şert û mercên awarte de jî gelek bi guman e. Girtina kêfî ya zarokan ne tenê azadiya wan binpê dike, di heman demê de peymanên navneteweyî yên parastina mafên zarokan, weke Peymana Mafên Zarokan jî binpê dike. Ev peyman tenê di rewşên awarte de û li ser bingeha qanûnî destûrê didin girtina zarokan.”

Mafên bingehîn ên zarokan

Maram Kudmanî diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya zarokên girtî li ber çavan nayê girtin ew bi kesên extiyar re tên girtin û got: “Ev nêzikatî bandoreke neyînî li ser derûniya zarokan dike. Ev yek wan ji mafên wan ên bingehîn ên lênêrîna tenduristiyê ya têr û dermankirinê li gorî qanûnên zarokan bêpar dihêle. Divê mafên zarokan weke xeta sor di her pevçûnê de were parastin. Divê zarok dema ku tên girtin, bikaribin nûnertiya qanûnî bigrin.”

Berpirsiyariya dewlet û civaka navneteweyî

Di vir de berpirsê sereke civaka navneteweyî ye, neçar e mafên zarokan biparêze û kesên ku mafên wan binpê dikin hesab bidin. Ji ber dewlet li Suweydayê girtinên kêfî pêk tîne divê civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî zextê li rayedaran bikin da ku li gorî qanûnên navneteweyî tevbigerin û berdana zarokan misoger bikin.