Li Xezayê binpêkirinên agirbestê jiyana sivîlan dixe xeteriyê

Operasyon û binpêkirinên leşkerî yên Îsraîlê, qeyrana mirovî ya li Xezayê kûrtir dike. NY’ê, hişyarî da li herêmê ku binesazî wêranbûye, zivistana nêzbûye gef li jiyana bi sed hezaran kesên koçberan dixwe.

Navenda Nûçeyan – Wekîlê Komîserê Giştî ya Ajansa Alîkarî û Kar a Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA), îro ji ber karesata mirovî û zivistanê ya nêz a gef li gelê Zîvala Xezayê dixwe, hişyarî da.

Wekîla Komîserê UNRWA’yê, diyar kir ku zêdetirî ji sedî 90’ê Filistîniyên li Zîvala Xezayê di konan de an jî di malên nîv wêranbûyî de ji bo jiyanê têdikoşin û hişyarî da ku zivistana nêzîk dibe ku bibe sedema karesateke mirovî ya mezin. Wekîl, destnîşan kir ku bi nêzîkbûna demsala baranê re, bi sed hezaran kesên koçber dikarin li herêmekê ku binesaziya wê bi piranî wêran bûye, bi lehiyê, zirara avê û germahiya cemidandinê re rûbirû bimînin.

Wekîl, destnîşan kir ku koçberiya bi darê zorê û wêrankirina ku ji Cotmeha 2023’an vir ve berdewam dike, qeyrana xaniyan kûrtir kiriye û tekez kir ku gelê Xezayê di heman demê de bi kêmbûna xûrekê ya giran û kêmbûna xwarinê re jî têdikoşe.

Geşedanên li qadê

Li bajarê Xan Yunis a li başûrê Şerîda Xezayê, di encama gulebarana hêzên Îsraîlê ya li dora Kompleksa Bijîşkî ya Nasser de kesek hat kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Tankên Îsraîlê bi giranî deverên bakur-rojhilat û başûrê bajêr bombebaran kirin, helîkopteran beşên rojhilat û başûr hedef girtin û keştiyên şer jî avên li beramber Xan Yunisê hedef girtin.

Li aliyê din, hêzên Îsraîlê agirbestê binpê dikin. Ji bilî êrîşên hewayî û topan ên li ser deverên ku kesên koçber lê ne, çalakiyên hilweşandinê li dora Xeta Zer berdewam dikin. Her wiha  qedexeyên li ser ketina kelûpelên bazirganî û alîkariya mirovî ya ji bo Xezayê û seferê jî didome.