KJAR: Divê her roj têkoşîna li dijî tundiyê bidome
KJAR’ê, bi boneya 25’ê Mijdarî daxuyaniyek da, bal kişand ser tundiya dewletê, kuştina jinan û li Îranê zextên ku li ser jinan zêde dibin û wiha hat gotin: “Rizgarkirina civakê tenê bi misogerkirina maf û azadiya jinan pêkan e.”
Navenda Nûçeyan - Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser rewşa jinan li Îranê û tundiya ku li dijî wan tê kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna li dijî tundiyê divê tenê bi rojek neyê sînordarkirin, her roj bidome.
‘Di heşt mehên destpêkê yên sala 2026’an de herî kêm 528 kes hatine darvekirin’
KJAR’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan re, krîz û aloziyên siyasî yên herêmê, di nav de siya şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Îsraîl û hikûmeta Îranê de, qada siyasî dagir kiriye. Metirsiya herî mezin di rewşên wiha yên hesas de ew e ku şerê hundirîn ê rejîmê li dijî civakê û bi taybetî tundiya pergalê ya li dijî jinan, bê paşguhkirin. Tecrubeya dîrokî nîşan daye ku pergala zordariyê ji krîzên derveyî sûdê digre, hewl dide serweriya xwe ya hundirîn xurtir bike.
Di sala borî de, makîneya zordariya ewlehî û dadweriyê bi lez û zêdebûna ku heta niha nehatiye dîtin berdewam kiriye. Belge nîşan didin ku li Kurdistan, Belûcistan û deverên din ên welat pêlêke berfireh a windakirinên bi darê zorê pêk hatiye. Ji girtinên bê agahî û birina girtiyan a girtîgehên nediyar bigre heta derxistin û pêkanîna bêrawestan a biryarên darvekirinê. Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, tenê di heşt mehên destpêkê yên sala 2026’an de herî kêm 528 kes hatine darvekirin. Ev hejmareke sosret e ku nîşan dide tirsandin bûye amûra sereke ya hikûmetê ji bo kontrolkirina nerazîbûnan.”
‘Civakek ku mafê azadiya jinan naparêze neçar e di çerxeke tundiya piralî de bifetise’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tundiya dewletê berdewam dike, di civakê de bûyerên kuştinê û kuştinên eşîrî û navmalî zêde bûne û wiha hat gotin: “Tundiyek ku li gorî daneyên heyî, her roj an jî her çend rojan carekê dibe sedema mirina jinek heye. Kêmasiyên yasayî û piştgiriya pergala dadweriyê ji kiryarên sûcên bi navê ‘namûsê’ re, ligel dubarekirina îdeolojiya baviksalarî ji aliyê pergala desthilatdar ve, pêşî li kujeran vekiriye. Kuştina bi awayê hovane ya Meryem Yarmohammadî, jina 28 salî ya nişteciha Qişmê ku piştî îşkencekirin û perçekirina bedenê ji aliyê birayê xwe û bi hevkariya hevjînê xwe hatiye kuştin û lidarxistina kombunên piştgiriyê ji kujer re, tenê mînakek ji vê tundiya bêkontrol e ku kevneşopî û yasayên paşverû derdixin holê. Soraya 21 salî bû, dayîka sê zarokan ku bi çakûç hatiye kuştin û Ayda Heyderiyan li Sineyê jî hedefek din a vê felaketê ne. Civakek ku mafê jiyan û azadiya jinan naparêze, neçar e di çerxeke tundiya piralî de bifetise.”
‘Dengê girtiyan ji bava dîwarên girtîgehan bilind bû’
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di sala 2026’an de, tundiya veşartî ya li dijî jinan li Îranê di şêweya bêparhiştina sîstematîk a aborî, cudahiyên yasayî yên binasazîbûyî û zextên derûnî û çandî yên bi navê ‘parastina rûmetê’ û sûcdarkirina kesê bûne hedef de berdewam kiriye. Ev cureya tundiya nedîtî ku bi krîzên debara jiyanê û nebûna yasayên parastinê û rêgir ên pêşîgirtinê tê girantirkirin, bi asayîkirina jêrdestbûna jinan di jiyana rojane de, serxwebûna wan ji holê radike û bingeha sereke ji bo derketina tundiyên eşkere û felaketbar amade dike.
Lê tevî van cureyên cuda yên zordariyê, girtîgehên welat bûne navendên sereke yên berxwedanê, dadxwaz û hişyariyê. Berxwedana jinên wek Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî û berdewamkirina wan kesên ku rastî windakirina bi darê zorê û zextên ewlehiyê hatine, di nav de Zehra Pîrdehqan, Perwîn Rasiq Qizilbaş û Sara Reşîdî, nîşan da ku dîwarên girtîgehê nikaribûne dengê wekhevîxwaziyê bêdeng bikin. Ev berxwedan, girtîgehan kirine kelehên girêdana têkoşîna siyasî, civakî û dadxwaziyê.
Xebat û fedakariya jinan di van hemû salan de destkeftiyên ku êdî nayên vegerandin tomar kirine, di nav de:
*Girêdana daxwazên tevgera jinan bi xwepêşandanên karkeran, mamosteyan, xwendekaran û hindikahiyên di bin zextê de, ji bo têkoşîna yekgirtî li dijî tundiya pergalî, aborî û ya bi navê namûsê;
*Rûxandina bêrawestan a windakirinên bi darê zorê, darvekirin û dosyayên jin-kuştinê, û rêgirtina li pêşiya jibîrkirina nûçeyên zordariyê di bin siya krîzên leşkerî û siyasî de;
*Ragihandina berxwedana girtiyên siyasî û piştgirîkirina daxwazên wan wek bingeha tevgerên xwepêşandana civakê.
Ji ber vê yekê, em weke KJAR’ê îlan dikin ku 25’ê Mijdarê nûkirina peymanê ye bi îdealên wekhevî û rûmeta mirovî re. Em bawer dikin ku rizgarkirina civakê ji hemû cureyên tundiyê, tenê bi riya pêkanîna tam û bê şert û merc a maf û azadiya jinan pêkan e. 25’ê Mijdarê tenê rojek nîn e. Tundiya li dijî jinan hê bi dawî nebûye. Ew her roj li malan, li kolanan, li navendên binçavkirinê û li girtîgehan berdewam dike. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî wê jî nikare tenê bi rojeke di salnameyê de bê sînordarkirin. Em hemû rojên salê li hemberî vê tundiyê radiwestin û ji hemû kesan dixwazin ku di vê sekn û helwesta li hemberî tundiyê de tevlî me bibin û pêşî li hedefgirtina jinan were girtin.”