Li Yemenê li dijî mayînan banga mudaxeleya lezgîn a navneteweyî

Li gorî rapora nû ya Rêxistina Çavdêriya Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, li bajarê Taîz û herêmên Perava Rojava ji ber mayînan 41 kes mir û 82 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Taîzê yê Yemenê, mayîn û teqemenî sivîlan dikuje. Mayînên ku rêyan, erdên çandiniyê û deverên niştecihbûnê bi xeteriya mirinê re rûbirû dihêle, her roj gef li jiyana mirovan dixwe.

Rêxistina Çavdêriya Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê (RASD), di rapora xwe ya nû de ragihand ku li bajarê Taîz û herêmên Perava Rojava 123 kes ji ber mayînan miriye an jî birîndarbûne. Li gorî raporê, 41 kes mirin û 82 kes jî birîndarbûn. Rêxistinê, hişyarî da ku bi taybetî zarok di bin gefa rasterast de ne.

Rêxistinê, di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ew agahî wergirtine ku li herêmên cûrbecûr zêdetirî 300 hezar mayînên kesane heye û yên ku zêde dibe ji mayinan bandor dibin zarok in.

Rapor îdia dike ku Hûsî di sê mehên dawî de 27 dibistanan ji bo hilberandin û hilanîna mayînên bejayî bikar anîne û ev yek gef li ewlehiya saziyên perwerdehiyê dixwe û jiyana xwendekar û karmendan dixe xeteriyê.

Rêxistinê, ragihand ku mayîn li dora deverên niştecihbûnê, rêyan, dibistanan, navendên tenduristiyê, çêregehên ajalan û bîrên avê hatine danîn. Ev yek jiyana sivîlan dixe xeterê, azadiya tevgera wan sînordar dike û gihîştina wan a xizmetên bingehîn sînordar dike.

Banga lêpirsîna navneteweyî ya serbixwe û lezgîn

Rapor, banga rawestandina tavilê ya danîn û karanîna mayînan a li deverên niştecihbûnê, rêyên giştî û tesîsên sivîl, hilweşandina depoyên mayînên bejayî yên heyî û pêşkêşkirina nexşeyên berfireh ên zeviyên mayînan kir.

Rêxistinê, her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî, dewlet û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî Peymana Qedexekirina Mayînan kir ku zextê li Hûsiyan bikin, li ser binpêkirinan lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe û lezgîn bidin destpêkirin, berpirsiyaran hesab bidin û pêşî li bêcezatiyê bigrin.