Zanyara Siyasî Dana Haboûb: Xalekî werçerxê ya xeternak

Zanyara Siyasî Dana Haboûb a diyar kir ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de wê tevahî bandor li ser pêşeroja Xezayê nake, bal kişand ser hebûna senaryoyên cûda û rewşa heyî wek “Xalek werçerxê ya xeternak” pênase kir.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Xeza, di bin siya şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ber bi rewşek tevlihevtir diçe. Xeza di navbera guherîna hevsengiya hêzê ya li herêmê de ket rewşek hesas a di navbera vederkirin û pevçûnê de diçe tê.

Bi destpêkirina şerê Îsraîl û Îranê re çavê hemû cîhanê qulipî bandorên vê pevçûna aborî û leşkerî ya li ser herêmê. Gelo wê bandorên vê şerî ya li ser Xezayê çi bin? Gelo çarenûsa herêmê wê bi muzakereyên Îranê re bên çêkirin re girêdayî be? Bi taybetî jî çend rojin heyîna heyeta muzakere ya Îsraîl û Filîstînê ya li Qahîreyê van pirsan zêdetir tîne rojevê.

'Divê şer bi bandorên aborî û ewlehiyê re were pîvandin'

Zanyara Siyasî Dana Haboûb ya me tekildarî mijarê hevdîtin kir, şerê Îsraîl û Îranê ne wekî pevçûnek nû, wek xalek werçerxê ya xeternak ku quralên pevçûnê yên li Rojhilata Navîn ji nû ve diyar dike, pênase kir. Dana Haboûb der barê bandorên şer de wiha got: "Îran wek stratejîk zirar dît, lê Muhafizên Şoreşê hêj li Iraq, Yemen û Sûriyeyê bi bandor in. Îsraîl jî ji aliyê leşkerî ve serwer derket, lê tevî piştgiriya DYE jî wek herêmî hîn zêdetir îzole bû. Welatên Kendavê jî, ji ber gefên li ser rêyên deryayî bi temamî di alarmê de ne. Divê ev şer ne tenê bi êrîşên moşekî, bi bandorên xwe yên di aliyê aborî û ewlehiyê de jî bê pîvandin."

Xeza eniyek cuda ye

Li gorî Dana Haboûb, çarenûsa Xezayê ne encama rasterast a vê şerê ye, lê bi tevahî ne serbixwe ye jî. Dana Haboûb, sedema vê yekê wiha penasê dike: Dana Habûb sedema vê yekê wiha rave dike: "Ji ber ku Xeza di nava toreke hevsengiya herêmî ya tevlîhev ku rasterast bi bilindbûn û kembûna bandora İranê de cih digre. Lê Xeza, eniyekî ku xwedî şert, berxwedanî û îradeyê ku bi tevahî ne di kontrola hêzek de ye. Ger Îran di aliyê leşkerî de qels bibe, dibe ku Îsraîl li Xezayê bigihijê encamek zû û biryartir. Ger Îran bersivên xwe zêdetir bike, dibe ku Xeza bi awayekî demkî derfet bibîne ku nefesek siyasî û pratîk bigre. Çarenûsa Xezayê jî ne tenê bi şerên herêmî,  bi dînamîkên navxweyî yên reveberiya Filistînî û zextên navneteweyî jî tê diyarkirin.”

‘Hamas bêyî garantiyên şênber agirbestê qebûl nake’

Dana Haboûb a got, "Ger Îsraîl derfetek bibîne ku xwe ji nû ve bi cih bike û îmajaya xwe ya navneteweyî sererast bike, dikare Ii Xezayê agirbest pêkbîne” wiha axivî: “Lê Hamas heta garantiyên şênber ên wek korîdorên mirovî û xistina bin ewlehiyê ya pêdiviyên bingehîn agirbestê qebûl bike. DYE jî dikare piştgiriyê bide agirbesta mirovî, lê ev yek bi şertê di bin kontrola DYE de be. Berevajî sekna Donald Trump a di sala 2020’an de, hewil dide niha serweriyek demkî bidestbixe û li dijî Îranê encamek tekez bigre.”

Rewşa li Xezayê xeternake

Neteweyên Yekbûyî (NY) Xezayê wek herêma nayê jiyankirin îlan kir. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, 55 hezar û 700 kes jiyana xwe ji dest da û 130 hezar û100 kes jî birîndar bûn. Pergala tenduristiyê hilweşiya, stokên xûrek û dermanan bi tevahî xilas bû. Ji duyan seyê malan bi tevahî hilweşiya û nayê jiyankirin. Mirin ne tenê di bin kavilan de, dema cîhan bêdengbû bi girtina deriyên sînor û seknandina kamyonên ard ên li xalên nayên zanîn jî tê jiyankirin. Heta ku li Xezayê agirbestek berfireh û garantiyên rast ên navneteweyî pêkney, wê xeza her roj ji bo trajediyên nû û tiştên nayên zanîn re vekirî bimîne.