Jina ku mafê xwe ya xweparastinê bikar anî hate girtin

Zeyneb G. ya rastî tundiya bipergalî hat, li dijî mêrê pê re zewicî mafê xwe ya xweparastinê bikaranî. Jina ku hate binçavkirin, bi îdiaya "kuştina bi zanebûn" hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Zeyneb G. a li navçeya Uskudarê ya Stenbolê rastî tundiya bipergalî dihat, di 15’ê Cotmehê de li dijî Sinan G., yê pê re zewicandî bû, mafê xwe ya xweparastina bi kar anî. Sinan G. di 28’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Zeyneb G. ya hate binçavkirin, diyar kir ku di tevahiya zewaca xwe ya 25 salan de rastî tundî û heqaretê hatiye.

Dadgehê, tundiya ku Zeyneb G. bi salan rastî hat paşguh kir û bi îdiaya "kuştina bi zanebûn" biryara girtina wê da.