YRJ: Êrîşa li dijî rojnamevanan binpêkirina azadiya rojnamegeriyê ye
Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê ya Rojava êrişên ku ji hêla hêzên demkî ve li ser rojnamevanan pêkhatiye daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîşên li dijî rojnamevanên jin bi taybet hewldana têkbirina rola jinê di veguhastina rastiyê de ye.
Navenda Nûçeyan – Ji hêla hikûmeta demkî ya Suriyeyê ve îro li bajaroka Çelebiyê şaredar hatibû tayîn kirin. Li hember tayînkirina şaredarê nû gelê Çelebiyê nerazîbûn nîşan dan. Hêzên hikûmeta demkî li hember nerazîbûna gel rabû, xwepêşandanên gel asteng kirin û gûle teqandin. Rojnamevanên ku di qadê de bûyerê di şopandin rastî êrişên hêzên hikûmeta demkî hatin. Têkildarî bûyerên ku qewimîne Yekîtiya Ragihandina Jin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Yekîtiya Ragihadina Jin (YRJ) di destpêka daxuyaniyê de pêkanînên hikumeta demkî li dijî rojnamevanan ku nehiştin xwepêşandanên gel bişopînin bi tundî şermezar kirin.
YRJˊê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku xwepêşandanên gel li dijî tayînkirina şaredarekî nû mafekî rewa ye û ji mafê gel e karûbarên xwe bi xwe bi rê ve bibin û nûnertiya xwe hilbijêrin.
Hewlên nuxmandina rastiyê hene
YRJ’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bûyerên îro li bajarokên Çelebiyê rûdane fikar çêkirine û got: “Bûyerên îro çêbûne em bi fikar dişopînin û êrîş ne tenê li dijî xwepêşandanan hat kirin, heta li dijî rojnamevanên ku bûyer dişopandin jî hat kirin da ku rastî raya giştî re neyê parvekirin.”
Êrîşê li dijî rojnamevanên jin binpêkirina azadiya rojnamegeriyê ye
YRJ'ê dest nîşan kir ku êrîşên li dijî rojnamevanên jin bi taybet hewldana têkbirina rola jinê di veguhastina rastiyê de ye û binpêkirina azadiya rojnamegeriyê ye.
Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî yên eleqedar kir ku destwerdanê bikin da ku binpêkirinên li dijî xebatkarên rojnamegeriyê rawestînin.
Di dawiyê de Yekîtiya Ragihandina Jin YRJˊê piştgiriya xwe bi hemû rojnamevanên ku rastî êrîşê hatine re nîşand û soza xwe ya ji bo berdewamkirina xebata rojnamegeriyê, ragihandina rastiyê û piştgiriya daxwazên civakê ji bo azadî û xwerêveberiyê nû kir.