TAJÊ: Em bi saya Rêber Apo bûne xwedî hêvî

TAJÊ bi boneya 4’ê Nîsanê du semîner lidarxistin. Di semîneran de hate gotin: “Em bi saya fikrê Rêber Apo bûn xwedî rêxistin.”

Şengal – Bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê li çar parçeyê Kurdistan û derveyî welat pîrozbahî û çalakî ji bo rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tên li dar xistin. Di çarçoveya plansaziya 4’ê Nîsanê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê û li gundê Digurê du semîner lidarxistin. Di semînera navenda Şengalê de Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hesen, di semînera li gundê Digurê de Berdevka TAJÊ Riham Hico axivîn.

Di semînera li gundê Digurê de Berdevka TAJÊ Riham Hico, di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Rêber Apo di paraznameyên xwe de jî bahsa jiyana xwe kiriye, bahsa jiyana gund, bahsa hevaltiyên xwe yên gund kiriye. Rêber Apo ti car ji jiyana xwe şerm nekiriye û rastiya jiyana xwe jî ji ti kesî veneşartiye. Her ji destpêkê ve bi rexnekirina malbata xwe pêş de diçe û tekoşîna xwe meşandiye.

‘Rêber Apo ti carî nêzîkatiyên li hember jin tê kirin ne pejirandiye’

Di axivtina xwe de Riham Hico balkişand li ser taybetmendiyê Rêber Apo ku naşibe ti serokekî din û wiha berdewam kir: “Rêber Apo jiyana xwe weke sê zayînan digre dest. Zayîna biyolojîk, damezrandina PKK’ê û heya komploya navnetewî, ji 15’ê Sibatê heya roja me ya îro.  Rêber Apo ti car weke zarokekî normal jiyan nekiriye, her tim tekoşîn kiriye, tişta heyî red kiriye û li ser wî esasî xwe pêş de biriye. Li dibistanê jî her tim di nava lêgerînekê de ye û li hember hertiştê nakokî jiyan kiriye. Pirsgirêka jin ji xwe re weke pirsgirêk dîtiye. Rastiya jin, nêzîkatiya pergalê ya li jinê qebûl nekiriye. Hê dema xwişka wî dizewicînin dikeve ferqa vê pirsgirêkê de. Wê demê dibêje: “Xwişka min di berdêla çend kîsên genim de birin.” Wê demê Rêber Apo ferq kir ku li ser jinê bazariyek heye. Dîsa serdestî û bindestî heye. Wê demê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê peyva Kurd qedexe ye. Kurd nikarin bêjin, ‘Em Kurd in.’ Ne xwedî nasname ne, ne xwedî çand in. Serokatî van hemûyan ferq dike û tekoşîneke rast dide meşandin.”

‘Rêber Apo, pirsgirêka Kurd bi zanistî girte dest’

Di berdewamiya axaftina xwe de Riham Hico tîne ser ziman ku her çiqas di nav gelê Kurd de gelek serok derketibin jî yek ji wan jî di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi serneketine û wisa pê de diçe: “Gelek pêşeng jî di nav gelê Kurd de derketine û bi dilsozî xwestine ji bo gelê Kurd, pirsgirêka gelê Kurd çareser bikin. Ferqa Rêber Apo, pirsgirêka Kurd bi zanistî girte dest. Ji ber vê jî dema dijmin xwest tevgera PKK’ê ku bi pêşengtiya Rêber Apo pêş ketiye di şexsê Rêber Apo de tûne bike gotin, ‘ger em Serokê wan bikujin, em ê vê serhildanê têk bibin.’ Şoreşên cîhanê çawa têk çûne? Bi girtin yan jî bi kuştina serokên wan. Wisa nêzî Rêber Apo jî bûn. Lê belê dema Rêber Apo girtin ketin wê ferqê ku ev serok naşibe serokên din. Rêber Apo her tişt di xwe de kilît nekir. Bi hezaran însan anî ba hev, rêxistin kir. Rêber Apo xwe tenê wek serokê Kurdan jî negirte dest. Rêber Apo ji bo tevahî netewan ked û têkoşîn raber dike. Ji bo netewa Ereban jî û ji bo Êzidiyan jî xebat di meşîne. Ji bo wê jî bi hezaran Ereb ji bo Serok Apo rabûn ser piyan. Yên ku Rêber Apo û fikrên wî naskirin ketin nava tekoşînekê. Heta hat wê astê ku bi dehan kes agir berdan laşê xwe, xwe şewitandin. Gotin, em vê zilmê, vê niheqiyê qebûl nakin.”

‘Em bi saya fikrê Rêber Apo bûn xwedî îrade’

Berdevka TAJÊ Riham Hico di dawiya axaftina xwe de balkişand ser Komploya Navnetewî û wiha got: “Dewleta Tirk ne bi tena serê xwe Serokatî girt. Yên ku wî girtin hêzên navnetewî bûn. Çima pêwîstî bi vê tiştê dîtin? Ji ber ku tekoşîna Rêber Apo ne li gor berjewendiyên wan hêzan bû. Rêber Apo li ser xwişk û biratiya gelan kar kir, li ser rastî û azadiya jin kar kir, li ser azadî û wekheviya civakan kar kir. Pergala ku Rêber Apo dixwaze avabike wekhev e. Ne ferq di navbera jin û mêr de heye, ne ferq di navbera Kurd û Ereb de heye, ne jî ferq di navbera Êzidî û Ereban de heye. Em jî niha wek jinên Êzidî dibêjin, ‘em bi saya fikrê Serokatî bûn xwedî îrade. Em bûn xwedî rêxistin.’ Rêxistina jin bi saya Serokatî jiyanî bûye. Piştî fermanê rizgariya jinan ji bo me bû rojbûnek. Di nav bêhêvîtiyê de em bûn xwedî hêvî.”